Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 11:52 1 Hezîran 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li Qilebanê jina bi navê Bîlmez Sak a 20 salî ku tê îdiakirin hewl da întîhar bike, jiyana xwe ji dest da. 
 
Hat îdiakirin ku jina bi navê Bîlmez Sak a ji gundê Mergeh ê Qileban a Şirnexê, hewl da întîhar bike. Bûyer duh qewimî û Sak rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Ji vir jî Sak veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Sak, di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest da.