Başaran: Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike

  • jin
  • 14:43 6 Gulan 2022
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Aşye Acar Başaran da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê di tevahiya meha Remezanê û cejnê de propagandaya şer kir û wiha got: “Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike.” 

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li avahiya Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Ayşe Acar Başaran ji ewil Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr xist û wiha got: “Bi ser darvekirina wan re 50 sal derbas bûn lê nêzikatiya li ser mûxalif û şoreşgeran neguherî. Di şexsê her sê şoreşgeran de em hemû hevalên xwe yên têkoşerên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
BANDORA KRÎZÊ HERÎ ZÊDE LI JINAN BÛ
 
Başaran diyar kir ku krîza li Tirkiye û dinyayê roj bi roj mezintir dibe û wiha domand: “Bandora herî mezin a vê krîzê li ser jinan çêbû. Hejarî û jin êdî bûne heman tişt. Li Tirkiyeyê herî zêde jin bêkar in. Li temamê dinyayê herî zêde li Tirkiyeyê bêkariya jinan zêde bûye. Bêkariya jinên ciwan di nav bêkariya giştî de du qat zêdetir bûye. Ji her 10 jinan qeyda 3’yan a xebatê tune ye. Jin li hemberî hejarî û birçîbûnê têdikoşin û ji ber siyaseta şer a ku desthilatdarî didomîne jî êrişên zayendperest li ser wan tên kirin.
 
HEMÛ ÇAVKANÎ BO ŞER XERC KIRIN
 
Gel fitara xwe bi zikê birçî vedike. Di nav ê krîz û aloziyê de desthilatdarî di siyaseta şer de gavek jî paş ve neavêt. Li her derê propagandaya şer kir û êrişên li ser Herêma Federal a Kurdistanê bênavber domiya. Hemû çavkaniyên xwe ji bo fînansekirina şer û xurtkirina desthilatdariya xwe domandin. Kesên hejar di vê rewşê de bêtir hejar bûn lê desthilatdarî ji dêvila ku hejariyê ji holê rake, bi ser de hejaran sûcdar dike.
 
ZEXTA LI SER GIRTÎGEHAN
 
Krîza aborî, yek ji mezintirîn pirsgirêkên mezin e û pê re jî binpêkirinên mafên mirovan jî bûne yek ji rojeva sereke ya welat. Herî zêde jî li girtîgehan ev binpêkirinên mafên mirovan pêk tê. Wekî ku tê zanîn, tecrîda ku 24 sal in li Îmraliyê li ser rêzdar Ocalan didome, niha li hemû girtîgehan zêde bûye. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê xwedî helwesteke girîng be. Li ser girtiyên nexweş miayeneya bi kelepçe û lêgerîna tazî tê ferzkirin. Ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo ku ji tecrîd û îşkenceyê re bibêjin êdî bes e, malbatan li Tirkiye û Kurdistanê Nobetên Edaletê dane destpêkirin. Em piştgiriyê didin malbatên ku rewşa girtiyên nexweş dikin rojev û li hemberî betalkirina înfazê têdikoşin. Em ê vê têkoşînê mezintir bikin.
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Li vî welatî yek ji rojeva ku qet naqede jî tundiya li ser jinan e. Di meha nîsanê de 24 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 16 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ev tabloyeke şer e. Di van şertan de desthilatdariyê dev ji Peymana Stenbolê berda lê jin hê jî Peymana Stenbolê diparêzin.
 
Meclisa me ya jinan a HDP’ê di 28’ê nîsanê de li hemberî betalkirina Peymana Stenbolê di dozê de bûn. Li wê derê jî me diyar kir em ê dev ji peymanê bernedin. Em diyar dikin em ê hevgirtina jinan mezin bikin û bi Komeleya Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Sekinandin bin, em ê tifaqa xwe mezintir bikin.
 
PROVOKASYONA SER NAVENDA GIŞTÎ YA HDP’Ê
 
Duh li navenda giştî ya partiya me provokasyonek hate kirin. Duh qaşo li ser navê malbatan 3 kes anîn pêşiya partiya me û xwestin provokasyonekê bikin. Duh li pêşiya partiya me malbat tunebûn, Emniyeta Enqereyê hebû, Wezîrê Karê Navxweyî hebû, tifaqa AKP û MHP’ê hebû, ew çalakvan bûn. Polîsan li pêşiya avahiya me çalakî kirin û çelenga reş danîn ber partiya me. Ne malbatan lê polîsan ew çelenga reş danîn ber avahiyê. Provokasyona duh ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî hatibû plankirin. Em dizanin Wezaretê ev tişt organîze kiriye.
 
‘CIHÊ WEZÎRÊ KARÊN SÛCAN SERGOYA DÎROKÊ YE’
 
Li pêşiya navenda giştî ya HDP’ê di şexsê min de gef li hemû kurdan, jinan û HDP’yiyan xwarin. Heke ew dibêjin qey ew ê bi van gefan têkoşîna HDP’ê bidin sekinandin, wê hesabê wan hev negire. 7 sal in we her tişt kir. Di van 7 salan de hemû metod bi kar anîn ma we dît ku HDP çok danî erdê û stûyê xwe xwar kiriye? Dê tu êrişa we nekarin têkoşîna HDP’ê bide sekinandin. Em careke din tînin bîra Wezîrê Karên Sûcan, yên wekî te ketin sergoya dîrokê û dê cihê te jî ew der be.”