Endama Koordînasyona TAJÊ Heco: Wê berxwedana jinên êzidî rê nede dagirkeriyê

  • jin
  • 09:03 6 Gulan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Heco, diyar kir ku jinên êzidî li dijî şerekî gengaz amade ne ku têbikoşin û got: "Heya ev berxwedana jinên êzidî hebe wê hesabên wan ên qirej ên li ser Şengalê encam negirin." 

Di 30'yê Adarê de li bajarokê Til Ezîrê ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve bi tevlîbûna jinên ereb ên ji Mûsil, Bexda û Kerkûkê bi dirûşmeya “Yekitî û têkoşîn temînata parastina jinan e” komxebatek hat çêkirin. Jinên ku di bin siya êrîşan de ev xebata xwe pêk anîn, di encamnameyê de diyar kirin ku ew ê bi tifaqaiya jinan li hemberî êrişên tên kirin bisekinin. Li gel vê Tirkiyeyê ku di 18'ê Nîsanê de bi hevkariya PDK'ê li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê êrîşên berfireh da destpêkirin û di 30'ê Adarê de jî artêşa Iraqê di navbera Şengal û Rojava de dîwarekî dirêjiya wî 250'î kîlomtre bû çêkir. Li gel vê hêzên girêdayî artêşa hikûmeta Iraqê di  2'yê Gulanê de bi hejmareke zêde leşker, wesayîtên zirxî, tank û obusan xwest bikeve navenda bajarê Şengalê. Lê rastî berxwedana Asayîşa Êzidxan û hêzên YBŞ û YJŞ'ê hat. Pêvçûnên ku heta 4'ê Gulanê berdewam kirin di 4'ê Gulanê de hat diyarkirin ku bi diyaloga di navbera hikûmeta Iraqê û Meclîsa Xweser a Şengalê de çareser bûye. 
 
Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Heco xebat û tifaqiya jinên Êzidî ya bi jinên iraqî re, berxwedana jinên êzidî yên Şengalê û êrişên herî dawî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.  
 
'ŞENGALEKE BÊ ÊZIDÎ NE PÊKAN E' 
 
Rîham Heco, diyar kir ku li dijî her êrişekê wê civaka êzidî weke her carê bi ruheke berxwederî bitêkoşe û êrişan têk bibe. Haco got: "Em civaka êzidî ne alîgirên şer in. Civaka me jixwe nû ji fermanekê xelas bûye û hîn gel venegeriyaye. Em naxwazin li herêmê şer rû bide. Ev hêzên ku di nava Şengalê de ji bo parastina axa Iraqê û civaka êzidî çek hilgirtine. Ev hêz di demeke awarte de hatin avakirin. Di rewşeke ku her kesî êzidî bê parastin hiştin de hat avakirin. Îro ev şerê ku çêdibe bêguman şerekî hebûn û tunebûnê ye. Pêwîst e ku em vê baş bibînin. Ev şer şereke li dijî êzidîtiyê ye. Ev şer li beramberî êziditiyê ye, li hemberî îradeyê û hêzên parastina civaka êzidî ye. Ji ber wê heger ev êriş û konseptên li ser Şengalê encam bigirin wê bi xwe re qirkirinê bînin. Wê bibin sedema koçberiyê. Artêşa Iraqê îro tirseke mezin li ser gel çêdike. Heger di vî şerî de encam bigirin, dibe ku êdî civaka êzidî li Şengalê venegere. Êdî civaka Êzidî pir bêzar bûye. Ew artêşa ku dibêje ez civaka êzidî diparêzim li hemberî wan şer dike. Di rewşeke wiha de wê ev civak çawa baweriya xwe bi wan bîne û li vî welatî bijî. Şerekî gengaz wê rewşeke wêran bi xwe re bîne. Wê hedef bibe valakirina Şengalê. Şengaleke bê êzidî jî nepêkan e."
 
BI JINÊN IRAQÊ RE XEBATEKE HEVBEŞ
 
Heco, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku ew dixwazin li gel jinên Iraqê bi awayekî hevbeş li dijî van êrişên li ser herêmê bisekinin û wiha domand: "Ji bo ku civaka êzidî statuya xwe û mafê xwe bi dest bixe em jî wekî TAJÊ xebatekê didin meşandin. Di milê rêxistinkirina civakê de, perwerdekirinê de, tendûristiyê de û leşkerî de em xebatên xwe didin meşandin. Em êdî di Şengalê de ji serhildana gel re kar dikin. Em amadekariyên xwe li gorî şoreşa ku wê bi serhildana gel pêk bê dikin. Em hem di Şengalê de û hem jî di qada Iraqê de xebatên xwe didin meşandin. Ji bo em dengê jinên Êzidî bidin bihistandin û hîskirin em xebatekî didin meşandin. Em bi awayekî onlînê jî bi jinên Iraqê re danûstandinê dikin. Bi taybetî jî em van xebatan bi jinên Iraqê yên siyasetmender re didin meşandin. Xebatê me yên hevpar ê bi jinên Iraqê re berdewam dikin. Di milê çalakiyan de, di milê hevdîtinan de û di milê  dîplomasiyê de çi bikeve li ser milê me jinên êzidî dikin. Ango em bi jinên Iraqê re xebateke hevbeş didin meşandin. Ev xebat hê negihiştiye wê astê ku em bi hev re li beramberî van êrişan têbikoşin. Ji ber ku jinên Iraqê jî ne ew qasî jinên bi îrade ne. Ew jî di bin zihniyeta dewletê de ne. Ji ber wê jî wateyekê li berxwedana jinan a niha nakin. Yan jî ne di girinahiya vê berxwedanê de ne. Ji bo wê heta astekî xebat bi wan re tê meşandin. Lê belê ev xebat ne di asta ku em dixwazin de ye. Lê hewledanên ku em bi hev re têkoşîneke demdirêj û xebateke stratejîk bidin meşandin, wekî TAJÊ planeke me yê berfireh heye. Lê ev plan hê negihiştiye ew asta ku em dixwazin. "
 
'EM JI BO ÇEK RAKIRINÊ AMADE NE' 
 
Rîham Heco, anî ziman ku ew wekî jinên êzidî xwe li dijî şereke gengaze amade dikin û wiha got: "Em jinên êzidî xwe ji şerê şoreş re amade dikin. Li gorî wê çi pêwîst be û çi ji me bê xwestin,e m hem jiyana xwe li ser wî esasî birêxistin dikin û hem jî perwerdekirina xwe li ser wî esasî birêxistin dikin. Em jinên êzidî êdî dixwazin ji vê şoreşê re pêşengtiyê bikin. Hem ji bo ku ev şer bê sekinandin em dibin mertalên zindî û hem jî em li hemberî dagirkeriyê di çeperan de ne. Em jinên êzidî di heman demê de dixwazin ku roleke aşitîyê jî bilîzin û em wê rolê jî dilîzin. Hegerji me hat xwestin ku em çekê hilgirin, em ê hilgirin. Em ê bi her awayî bi gelê xwe re bin."
 
'HEYA JINÊN ÊZIDÎ HEBIN WÊ ENCAM NEGIRIN' 
 
Heco, bi lêv kir ku planên li ser Şengalê tên kirin wê bi berxwedana jinên êzidî têk biçin û ev tişt got: "Ev şer berdewamiya fermanê ye. Îro hikûmeta Iraqê rola PDK'ê û Tirkiyeyê dilîze. Îro yek ji merheleya şerê PDK'ê û Tirkiyeyê hikûmeta Iraqê ye. Dixwaze ku êzidiyan bê îrade bike. Dixwaze hêzên ku li Şengalê parastina civaka êzidî dikin ji holê rabikin. Jixwe dema ku ev planên xwe pêk anîn wê di serî de artêşa Iraqê hilweşe û dewleta tirk bikeve Şengalê. Ev êriş bi merhele merhele pêk tê. Di 9'ê Cotmehê de peymana Şengalê hat îmzekirin. Dema ku peymana 9'ê Cotmehê encam negirt vê carê serî li êrişeke çekdarî dan. Lê belê ev plana wan jî vala derket. Bi berxwedana ku hatiye dayîn û tê dayin wê vala derbikevin. Lê careke din ev plana dagirkirina Şengalê vala derket. Ew polîtîkayên PDK'ê yên şerê taybet careke din têk çûn. Bi sekinandina pêvçûnan re êzidiyên ku çûn Başûr dîsa vedigerin. Di vala derxistina vê planê de jinên êzidî roleke girîng listîn. Heya berxwedana jinên êzidî hebe wê hesabên wan ên qirej ên li ser Şengalê encam negirin. Wê berxwedana jinên êzidî rê nede dagirkeriyê."