Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin

  • jin
  • 09:07 16 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Jinên li Baxçeyên Hewselê dixebitin, rojane 90 lîre qezenc dikin. Jinan diyar kir ku ji serê sibê heta êvarê pişta wan dişikê lê pereyê keda xwe hindik distînin û xwestin keda wan bê dîtin. 

Jin tenê ne bi tundiyê û kuştinê re rûbirû ne, her wiha jin bi xizanî û kedxwariyê re jî rûbirû ne. Jinên ku hem li malê hem jî li derve ked didin û dixebitin dixwazin keda wan bê dîtin. Jinên karê çandiniyê dikin di nava şert û mercên dijwar de dixebitin. Jin li nava zeviyan bi saetan dixebitin lê heqê keda xwe nastînin. Jinên ku bênavber bi kedek helal û paqij dixebitin dixwazin heqê keda xwe bistînin. 
 
Jinên ku li nav zeviyên Baxçeyên Hewselê yên Amedê dixebitin jî behsa keda xwe û zehmetiyên ew pê re rûbirû mane kirin. 
 
DEST JI DIBISTANÊ BERDA YE Û DIXEBITE 
 
Esma Albay (21) a ku li nav baxçeyê marola rojane 10 saet dixebite diyar kir ku li gel ewqas saet dixebite jî tenê rojane 90 lîre qezenc dike û ew ji serê sibehê heta êvarê tevrikê dike. Albay da zanîn ku wê ji ber sedemên aborî dest ji dibistanê berda ye û ji ber krîza aborî jî şert û mercên debarê zehmet bûne. Albay got tevî ku bavê wê nexweşe jî lê ji bo debarê ji neçarî dixebite û ji ber vê krîzê hemû ferdên malbatê neçarin ku bixebitin. Albay destnîşan kir ku bihayê marolê bûye 45 lîre lê ew hêj li zeviyan bi 100 lîreyî dixebitin û got: “Ev tişta tê kirin ne heq e. Em dixwazin heqê me çi be wê bidin me. Bi vî pereyê em distînin jî tiştek pê nayê kirîn.” 
 
BI VÎ PEREYÎ DEBARA 9 FERDAN DIKE 
 
Berfîn Ozsonmez (20) jî anî ziman ku ji ber tengasiyên aboriyê di pola dawî ya lîseyê de dest ji dibistanê berda ye û di nav 9 ferdên malbatê de ew bi tenê dixebite û ji bo debara malbatê dest ji dibistanê berda ye. Ozsonmez anî ziman ku tevî ku ew di di îsraheta nîvro de dixebitin jî dîsa jî keda heqê xwe nastînin. Ozsonmez da zanîn ku heqê keda ew didin divê bi ser 150 lîreyî re be û lê rojane ew 90 lîreyî distînin lê belê êdî tîşortek jî bûye 90 lîre û ji berk eda wan tê xwarin ew karek bi ewlekarî û mîsogerî dixwaze. 
 
JI SERÊ SIBÊ HETA ÊVARÊ PIŞTA WAN DIŞIKÊ 
 
Bêrîvan Oktay (20) a ku hem li nav zeviyean dixebite hem jî xwe ji bo zanîngehê amade dike jî destnîşan kir ku heqê keda wan tê xwarin û 7 roj bêyî roja bêhnvedanê dixebite. Oktay got ew ji neçarî di nava zeviyên çandiniyê de dixebite. Oktay anî ziman ku divê roja wan ne 90 lîre be û ew çi heq dikin wê bistînin yanî divê rojane 160-170 lîre bistînin û yê ku pişta wan dişkê û diwestin karker in lê yên ku qezenc dikin xwediyên kar in. Oktay da zanîn ku ji serê sibê heta êvarê pişta wan di ber wan de dişkê lê belê ji neçarî karê tevirkê dike. 
 
MA / Eylem Akdag