Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin

  • jin
  • 10:30 5 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ku Jinnews her meh diweşîne, di meha adarê de 26 jin hatin kuştin û 17 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî agahiyên ku her meh Jinnews berhev dike, di meha adarê de 26 jin hatine kuştin û 17 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî çeteleya ku Jinnewsê, faîlan hewl dane jinên ku xwestine wan asteng bikin jî bikujin. Dîsa vê mehê mirinên biguman weke ji "şaneşînê ket" ji raya giştî re hatine ragihandin. Di meha adarê de 5 jin an ji şaneşînê yan jî ji bilindahiyê ketine û jiyana xwe ji dest dane. 
 
BAJARÊN JIN LI WAN HATINE KUŞTIN
 
Bajarên ku jin li wan di encama tundiya ku zilaman li wan kiriye hatine kuştin û hejmara wan wiha ye; Stenbol 6, Konya 3, Bûrsa 2, Edene 2, Edîrne 2, Denîzlî 1, Sakarya 1, Kîlîs 1, Qeyserî 1, Antalya 1, Ordû 1, Kirşehîr 1, Isparta 1, Kocaelî 1, Tekîrdag 1, Îzmîr 1. 
 
FAÎL XIZNÊ WAN IN 
 
jİ 26 JİNAN 11 jê ji aliyê hevjînê xwe ve, 4 jê ji aliyê hevalên xwe ve, 2 jê ji aliyê xizmên xwe ve, 2 jê ji aliyê hevalên xwe yên berê ve, 2 jê ji aliyê hevjînê xwe berê ve, yek jê ji aliyê bavê xwe ve, yek jê ji aliyê kurê xwe ve, 2 jê ji aliyê aliyê kesên ku wan nas nekiriye ve, yek jê jî ji aliyê kesê ku hatiye şopandin ve hatiye kuştin. 12 jin bi çekê, 9 jin bi kêrê û 5 jin jî bi rêbazên cuda hatine kuştin. 
 
Li gorî heman daneyan, hewl hatiye dayîn ku 10 jin bên kuştin, tundî li 8 jinan hatiye kirin, jinek hatiye desteserkirin û destdirêjî li 2 jinan hatiye kirin. 
 
3 ZAROK HATINE KUŞTIN
 
Di meha adarê de 3 jin hatine kuştin, 2 zarok bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Tacîz li 5 zarokan hatiye kirin, destdirêjî li 3 zarokan hatiye kirin û li Qursa Quranê tundî li zarokekê hatiye kirin.