TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist

  • jin
  • 14:52 1 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Baskê Jinên Bijîşk û Tenduristiya Jinan a TTB’ê ku ji du salan carek civata xwe li dar dixe îsal bi mijara krîza ekolojiyê û tenduristiya jinan konferans li Amedê li dar xist. Ekolojîst Beyza Ustun di civatê de axivî û diyar kir ku pergala kapîtalîzmê krîzan diafirîne û got: "Çareserî civaka polîtîkbûyîn e.” 
 
Baskê Jinên Bijîşk û Tenduristiya Jinan a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), ji du salan carek Kongreya Bijîjkên Jin û Tenduristiya Jinan li der dixe. Îsal jî bi mijara "Krîza ekolojiyê, jin û tenduristiya jinan" li hotêlek navçeya Sûra Amedê cıvata 7'emîn li der xist. Gelek jin beşdarî civatê bûn. Civat dê heta 3'ê nîsanê bi kargehên wek "Çavdêriya Krîza Ekolojiyê ",  “Di bin siya pandemiyê de zayendiya civakê û tundî", "Krîza ekolojiyê  û tenduristiya jinan", "Bandora krîza ekolojiyê ya li ser jiyana jinan", "Dengê tevgera jinan", "Lêgerîna çareseriya krîza ekolojiyê” bê birêvebirin. Di kargehan de dê ev mijar bi çalakiyan bên lidarxistin. Piştî kargehan encamname dê were eşkerekirin. 
 
Di destpêka civata îro de armanca kongreyê û kargehan hat vegotin. 
 
'JIN LI HER DERÊ LI BER XWE DIDIN'
 
Pişt re Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran axivî. Turan diyar kir ku newekhevî herî pir bandorê li ser jinan dike û got: "Tevî vê newekheviyê jî jinan dest ji berxwedana xwe berneda. Jin li her qadê li her derê dijîn li dijî hişmendiya qeyûman, dijî tundiyê û qirkirinê li ber xwe didin. Di kevana zerîn de qala ekolojiyê kirin jî tiştekî bi wate ye. Em jin li her derê hêza xwe bikin yek û em ê li her derê bin.” 
 
'PERGALA KAPÎTALÎZMÊ KRÎZAN DIAFIRÎNE'
 
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê ekolojîst Beyza Ustun jî axivî. Ustun, da zanîn ku pergala kapîtalizmê her tim krîzan diafirîne û ji ber vê yekê jî salên 70'î ve krîza  ekolojiyê heye û wiha got: "Krîza ku pergala kapîtalizmê diafirîne her ku diçe kûrtir dibe. Covid-19 jî girêdayî krîza ekolojiyê ye. Kapîtalîzm krîzan çareser nake û her car krîzek nû diafirîne. Çareseriya krîzan civaka polîtîkbûyîn e û parastina xwezaye ye. Krîza siyasî û kapîtalîzmê her tim her derdixîne. Me vê yekê li Sûr, Cizîr û Rojhilata Navîn dît.” 
 
Piştî axaftinan civat ji çapameniyê re girtî berdewam berdewam kir.