Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne

  • jin
  • 09:45 31 Adar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Dayika girtiyê nexweş Reşît Ûyar, Kudret Ûyar a ku emrê wê 100 salî ye, 3 salin kurê xwe neditiye. Yekane daxwaza Ûyar a rewşa wê ya tendûristiyê jî nebaşe ew e ku cara dawî jî be kurê xwe bibîne. 
 
Li Tirkiyeyê hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Girtiyên ku ji mafê xwe yê herî însanî bêpar tên hiştin di bin şert û mercên herî giran de têdikoşin. Bavê Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar a ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 4’ê Çileya 2016’an de di qedexeya derketina derve de tevî Endama Meclisa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir hatibû qetilkirin, girtiyê nexweş Reşît Ûyar (60), ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzon tê ragirtin, teşhîsa penceşêra prostatê lê hatiye kirin, rewşa wî giran dibe û nayê dermankirin. Dayika Ûyar ê ku di sala 2012’an de bi hêceta “Endamtiya rêxistinê” hatiye girtin, Kudret Ûyar heta niha tenê 3 caran kurê xwe ditiye û ev 3 salin jî kurê xwe nabîne. Yekane daxwaza Ûyar a rewşa wê ya tendûristiyê jî nebaşe ew e ku hêj nemirî careke din kurê xwe bibîne. 
 
3 SAL IN KURÊ XWE NABÎNE
 
Dayik Ûyar, bi lêv kir ku ew bi hesreta kurê xwe dijî û wiha got: “Kurê min ev 10 sal in di girtîgehê de ye. Ev 3 sal in min kurê xwe neditiye. Ez gelek mereqa kurê xwe dikim. Ji bo ku kurê min bînin cihekî nêz me gelek daxwazname dan. Ez bi hesreta wî dijîm. Ji zirarê pêvetir tiştek nagihe min. Ez nizanim ku rewşa kurê min çi ye. Hefteyê carekî bi telefonê min digere. Ew jî tenê 10 deqîqe ne. Heta ku bi zarokên xwe re diaxive wext namîne ku ez pê re biaxivim. Em dikin nakin kurê min nayînin ciheke nêzik ku carekî jî be ez biçim bibînim. Zilmê û neheqiyê li me dikin. Di vî emrê xwe de ez nikarim dûr biçim. Ez nexweşim û pir hesreta kurê xwe dikêşim. Ez hema carekî jî bibînim, tişteke din naxwazim.”
 
‘DUA DIKIM KU CAREKÎ KURÊ XWE BIBÎNIM’ 
 
Ûyar, anî ziman ku birina girtiyan a girtîgehan dûr ne tişteke wijdaniye û wiha axivî: “Hema anîbûna Amedê jî min qebûl bû. Min kurê xwe vê carê jî bidita çavê min vekirî nediçûm. Min careke bidita hindik be jî dibe ku ev êşa min kêm bibûya. Gopal nebe nikarim bimeşim. Îsal ji ber hesreta kurê xwe rewşa min girantir bû. Bi zehmetî nimêjên xwe dikim. Şev û roj dua dikim ku kurê xwe carekî bibînim. Tenê daxwaziyeke min heye ew jî careke ditina kurê min e.”
 
MA / Zeynep Dûrgût