Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir

  • jin
  • 16:52 22 Adar 2022
  • |
img
ENQERE - Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Şakranê, qertên ku 8'ê Adarê ku siyasetmedaran ji girtiyan re şandibûn, desteser kir. 
 
Qertên ku Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran ji jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê re şandibûn rêveberiya girtîgehê desteser kir. Rêveberiya girtîgehê, ji bo desteserkirinê weke hincet "propagandaya rêxistinê" û "teşvîqkirina sûc" nîşan da. Başaran, derbarê desteserkirina qertan de ji bo lêkolînê ji Miduriyeta Ceza û Malên Tewqîfê û Komîsyona Lekolînên Mafê Mirovan a Meclisê re daxwazname şand. 
 
HDP'ê jî derbarê mijarê de agahî da û diyar kir ku pêkanîn tecrîdê ji Girtîgeha Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye û wê dev ji têkoşîna xwe bernedin.