Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê

  • jin
  • 13:07 22 Nîsan 2021
  • |
img
QERS - Li navçeya Qaqizmanê hat zanîn ku Hanîfe Demîr a bi tundiya malbat û dergistiyê xwe re rûbirû maye bi awayek gumanbar mirî hatiye dîtin. 
 
Li gundê Qerebaxê yê girêdayî navçeya Qaqizmana Qersê Hanîfe Demîr a 18 salî bi awayek gumanbar mirî hat dîtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Demîr 4 meh berê bi darê zorê li kesê bi navê Tayfûn destgirtî kirine. Hat zanîn ku Demîr hem bi tundiya malbata xwe û hem jî ya Tayfûn û xizmên wî re rûbirû maye. Hat îdiakirin ku Demîr li malê întîhar kiriye. 
 
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.