Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê 2021-04-22 13:07:13   QERS - Li navçeya Qaqizmanê hat zanîn ku Hanîfe Demîr a bi tundiya malbat û dergistiyê xwe re rûbirû maye bi awayek gumanbar mirî hatiye dîtin.    Li gundê Qerebaxê yê girêdayî navçeya Qaqizmana Qersê Hanîfe Demîr a 18 salî bi awayek gumanbar mirî hat dîtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Demîr 4 meh berê bi darê zorê li kesê bi navê Tayfûn destgirtî kirine. Hat zanîn ku Demîr hem bi tundiya malbata xwe û hem jî ya Tayfûn û xizmên wî re rûbirû maye. Hat îdiakirin ku Demîr li malê întîhar kiriye.    Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.