Piştî 170 salan jinek bû gerînendeya Reutersê

  • jin
  • 16:43 13 Nîsan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Reutersê di dîroka xwe ya 170 salan de cara yekem e ku jinek wek gerînendeyê weşana giştî diyar kir. 
 
Ajansa Nûçeyan a Reutersê, Alessandra Galloni wek gerînendeya weşana giştî diyar kir. Ajansê di dîroka xwe ya 170 salan de yekem car e ku jinekê wek gerînendeya weşana giştî wezîfedar dike. Alessandra Galloni ji Romayê ye û 47 salî ye û dê wezîfeya Stephen J. Adler ku 10 sal in ajansê bi rê ve dibe û vê mehê teqewît dibe dewr bigire.