Piştî 170 salan jinek bû gerînendeya Reutersê 2021-04-13 16:43:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Reutersê di dîroka xwe ya 170 salan de cara yekem e ku jinek wek gerînendeyê weşana giştî diyar kir.    Ajansa Nûçeyan a Reutersê, Alessandra Galloni wek gerînendeya weşana giştî diyar kir. Ajansê di dîroka xwe ya 170 salan de yekem car e ku jinekê wek gerînendeya weşana giştî wezîfedar dike. Alessandra Galloni ji Romayê ye û 47 salî ye û dê wezîfeya Stephen J. Adler ku 10 sal in ajansê bi rê ve dibe û vê mehê teqewît dibe dewr bigire.