AMED – Li navçeyên Amedê çar welatî hatin binçavkirin.
Polîsan li navçeyên Çinar, Sûr û Yenîşehîrê yên Amedê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina gundê Elewendiyê ya girêdayî navçeya Çinarê de Îbrahîm Temîz (63), li gundê Çarikli yê Sûrê Huseyîn Temîz û Mehmet Temîz, li navçeya Yenîşehîrê jî Haşîm Temîz hatin binçavkirin.
Her çar welatî xizmên hev in û sedema binçavkirina wan nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.