Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin 2020-06-10 10:29:24   AMED – Li navçeyên Amedê çar welatî hatin binçavkirin.    Polîsan li navçeyên Çinar, Sûr û Yenîşehîrê yên Amedê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina gundê Elewendiyê ya girêdayî navçeya Çinarê de Îbrahîm Temîz (63), li gundê Çarikli yê Sûrê Huseyîn Temîz û Mehmet Temîz, li navçeya Yenîşehîrê jî Haşîm Temîz hatin binçavkirin.    Her çar welatî xizmên hev in û sedema binçavkirina wan nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.