‘Şerê taybet li ser malbatan didin meşandin’

  • rojane
  • 09:13 1 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, diyar kir ku piştî 18 salan çû ser gora hevjînê xwe û got: “Dewlet şerê taybet li ser malbatan dide meşandin. Bila malbat xwedî li goristanên xwe derkevin.”

 
Li heremê di salên 90’î de, gel bi şewitandina gundan, kuştinên kiryar nediyar, koça bi zorê, girtin û îşkenceyan rû bi rû ma. Polîtîkayên ji salên 90’î ve dewam dikin, dîsa bi êrîşkirina goristanan di rojevê de ye. Herî dawî li dijî Goristana Gundê Sîsê ya navçeya Licê êrîş pêk hat. Gora Ramazan Polat ê PKK’î ku di 24’ê Cotmeha 1995’an de li Gundê Zengê yê navçeya Licê jiyana xwe ji dest da bû li Goristana Sîsê ye. Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas a ku piştî 18 salan çû ser gora hevjînê xwe tiştên di salên 90’î de bi serê wan hat vegotin û êrîşên goristanan şermezar kir. 
 
ZEXT, ZOR Û ÎŞKENCE 
 
Dayika zarokekê Almas a ku di 15 saliya xwe de zewicî, ji Gundê Pîrik ê Licê ye, diyar kir ku hevjînê wê Ramazan Polat di sala 1989’an de hat binçavkirin û wiha axivî: “Piştî ku 13 rojan dibin çavan de ma hat girtin. Di hevdîtina me ya ewil de ji ber îşkenceya lê hatibû kirin nedihat naskirin. Piştî ku 8 mehan di girtîgehê de ma hat berdan. Dema hat berdan ew zilm, zordarî û îşkenceya lê hatibû kirin, bû kîn. Îşkenceyek ewqas zêde lê kiribû ku bandor li tenduristiya wî kir û bû nexweşî. Wek dildarî xebatên partiyê dimeşandin. Ji ber ku ev xebat dimeşandin bi dehan caran êrîşî gund û mala me kirin. Leşkeran li navçeyên Licê, Karaz û Hezroyê ser gundan de digirtin. Dixwestin hevjînê min bigirin. Hevjînê min ji ber vê di sala 1993’yan de tevlî PKK’ê bû.  Dema esker dihatin li ser mala me de digirtin îşkence li me dikirin. Xezûrê min li ber çavê min îşkence kirin. Jê re digotin ‘lawê xwe tu çima nayînî? Li ku derê ye?’ Yek bi yek îşkence li me dikirin. Eskeran digot ‘divê hûn wî bidin destê me.’ Bi vî awayî pir ser me de hatin. Gelek caran em bûn şahid şewitandina gundan. Dema ew diçûn dîsa me xaniyên xwe avadikirin. Me digot ‘em ê gundê xwe terk nekin.’ Carna me gov aliyek ji heywanan re di veqetand aliyek jî ji xwe re weke xanî lê dikir ji bo ku em tê de bijîn. Herî dawî hate asteke wisa ku tevî gundî ji gund derxistin. Bi zorê em ji gund derxistin.”
 
‘JI BER ZEXTAN 15 MAL GUHERTIN’
 
Almas, anî ziman ku piştî sala 95’an de koçî Amedê kirin û wiha got: “Li vîr jî zext li me hatin kirin. Dema em hatin Amedê, polîsan her şev bi ser mala me de digirtin. Ji ber vê me li Amedê 15 mal guhertin. Me dûre serê sala 1997’an koçî Stenbolê kir. Em 4 salan li wir man. Ji ber ku me xeribiya welat dikir, em sala 2001’ê dîsa vegeriyan Amedê. Zarokê min biçûk bû, her şev em li mala mirovekî xwe yan jî li malbatekê diman. Min lê nêrî ku jiyana min bi vî awayî nameşe. Ez bi bavê xwe re axivîm. Bavê min bû alîkar û xaniyek ji min re girt. Min gelek zor û zehmetî dîtin.”
 
’18 SALAN HER ŞEVÊ MIN DI XEW DE DIDÎT’
 
Almas, da zanîn ku piştî hevjînê wê ji girtîgehê derket di nava xebatan de bû û wiha berdewam kir: “Hevjînê min li gund û herêma derdorê dixebitî.  Rojekê ew û hevalên wî li Gundê Zengê xistin kemînê birîndar dibe jiyana xwe ji dest dide rojekê li erdê dimîne. Gundiyan li gund defin kirin. 18 sala gora wî li wî gund ma. Pişt re di Tîrmeha 2013’an de cenazeyê wî bi alîkariya Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirî (MEYA-DER) li Goristana Gundê Sîsê yê navçeya Licê hat definkirin. 7 sal in cenazeyê hevjîna wê li Goristana Liceye. 18 salan her şevê min ew di xewna xwe de didît. Piştî ku cenazeyê wî anîn şehîdgehê veşartin êdî rehet bûm.”
 
‘EM Ê LI NIRXÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN’
 
Almas, êrîşên li ser Goristana Sîsê bibîr xist û wiha rêz kir: “Çend caran di operasyonên hatin lidarxistin de, êrîşî goristanê kirin. Di salên 90’î de jî cenaze li pêş çavên gundiyan perçe û teşhîr dikirin. Ji bo ku tirs û xof bikeve dilê gundiya.  Ji salên 90’î ve êrîşî goristanan dewam dikin. Goristanên me nirxên me ne. Dizanin ku xeta me ya sor in. ji ber vê êrîş dikin. Niha bi polîtîkayeke nû gefê li malbatan dixwin û ji malbata dixwazin ku gorê xwe bişkînin. Lê heta dilopa xwîna xwe ya dawî emê li nirxên xwe xwedî derdikevin û wan diparêzin.”
 
‘ÊRÎŞ QELSBÛNA WAN DIDE NÎŞANDAN’
 
Almas, destnîşan kir ku beriya du rojan bi şandeyekê re çûn Goristana Sîsê ziyaret kirin û wiha bilêv kir: “Mirov bi dilekî xweş dixwaze goristanên xwe ziyaret bike. Li Goristana Sîsê mîna hovan êrîşî goran kirine. Dema dest pê kê em çûn wê derê mizgeft, cihê destnimêjê û kanî hebû. Me pirtûk danîbûn mizgeftê. Lê di bombe baranan de ewil mizgeft xerab kirin. Pirtûkên pîroz jî tê de bûn. Dema mirov wan goristanan wisa dibîne dilê mirov diêşe. Ew kesên dibin em mirovin, nikarin êrîşeke wiha pêk bînin. Ev qelsbûna wan dide nîşandan. Goristan perçe perçe kirine. Kêlên wan nehiştine ku mirov bizane kîjan gor ê kiye. Di cîhanê de tu mînakên wiha tune ye. Dewlet şerê taybet li ser malbatan dide meşandin. Dixwaze dilê malbatan bişewitîne.”
 
JI MALBATA RE BANG
 
Almas, di dawiya axaftina xwe de bang li malbatan kir û wiha got: “Tu goristanên me bê xwedî nîn in. Malbat bila hinek xwe berpirsiyar bibînin û xwedî li goristanên xwe derkevin. Me pêvajoya hiqûqî daye dest pê kirin. bila werin serî li saziyên berpirsiyar bidin. Em ê ji malbatan re bibin alîkar. Parêzerên me gilî kirin. Derbarê goristanan de çi pêwîst be divê em bikin.”
 
MA / Fahrettin Kiliç / Ayşe Surme
 

Sernavên din

01/06/2020
13:14 Bi deh hezaran muzîsyen tevlî kampanya ji bo Ocalan bûn
13:11 Gelo bi copê tecawizî M.E.C. kirin?
13:01 Heman îşkence û heman wêne!
12:51 Ji bo gora komî Kerboranê daxwaza lêkolînê hat kirin
12:27 Ji bo cenazeyên li Kîlyosê bang li Meclîsê kir
12:01 Di 82 rojan de tundî li 83 kesan hat kirin
11:50 Piştî emeliyata mejî paşve şandin girtîgehê
11:34 Îşkenceya li qereqolê li gorî midûriyeta polîsan 'Hêza bi kontrol e'
11:25 Xwepêşandanên li Amerîka gihîştan Qesra Spî
11:10 Di 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
11:01 Muslim: Pêngava diyalogê wê di demek nêz de dest pê bike
10:35 Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne
10:34 Polîsan cenazeyê Kartal ê girtiyê nexweş revandin û definkirin
10:15 Serokê ATO Bulut: Dê nexweşên Covît-19 zêde bibin
09:43 Keskîn: Êrişkirina goristanan binpêkirina Peymana Cenevre ye
09:24 Li Şirnexê bikaranîna rûpoş bû mecbûrî
09:21 Psychology Kurdî bi hejmarek taybet derket
09:19 Bûn bêhna zaravayeke li ber xeterê
09:18 Şertên girtîgehê bandorekê çawan li zarokan dikin?
09:17 Kesê 2 meh berê emeliyata dil bûbû hat girtin
09:16 Amed bi rêjeya hejmara nexweşên xwe yên herî zêde ket pêvajoya asayîbûnê
09:15 Li Kanîreşê dem dema bihar û zozanan e
09:14 Li dijî Santralên Nukleerê seri li şûreya dewletê dan
09:13 ‘Şerê taybet li ser malbatan didin meşandin’
09:13 Li Edeneyê binçavkirina Qorsan
09:12 Kujerê siyasetmedarê Kurd Melik 26 salin hêj mechûl e
09:00 ROJEVA 01'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Ciwane li muzîka Kurdî guhdar kir kuştin
31/05/2020
22:09 Kesê ku gef li Weqfa Hrant Dînk xwar hat girtin
21:13 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 4 hezaz û 540 kesî
19:33 Ji şêwirmendê parlamenterê MHP'ê wêneyên îşkenceya li emniyetê
16:35 37 kesên din li Êlihê bi şewba Covît-19 ketin
16:02 Osman: Kurd bi yekîtiya neteweyî dê bi ser bikevin
15:17 Polîsan bi lêdanê binçav kirin
14:48 Walî derketina derve li 19 gundên Bedlisê qedexe kir
14:42 Îdîaya polîs û zabiteyan tundî li firoşkarên seyyar kirin
13:59 Dê cenazeyê Kardal li Manîsayê defin bikin
13:41 Rêxistinên jinan xwest Tirkiye ji Efrînê derxin û bersûcan darizanînin
13:07 Di bûyera êrîşa li dijî polîsan de hejmara kesin hatin binçavkirin derket 3’yan
12:51 Welatiyên hatibûn îşkencekirin, cardin hatin binçavkirin
12:41 TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin
12:31 HDK: Berxwedana Gezî pir zimanî fêr kir
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin