‘Şerê taybet li ser malbatan didin meşandin’ 2020-06-01 09:13:47 AMED - Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, diyar kir ku piştî 18 salan çû ser gora hevjînê xwe û got: “Dewlet şerê taybet li ser malbatan dide meşandin. Bila malbat xwedî li goristanên xwe derkevin.”   Li heremê di salên 90’î de, gel bi şewitandina gundan, kuştinên kiryar nediyar, koça bi zorê, girtin û îşkenceyan rû bi rû ma. Polîtîkayên ji salên 90’î ve dewam dikin, dîsa bi êrîşkirina goristanan di rojevê de ye. Herî dawî li dijî Goristana Gundê Sîsê ya navçeya Licê êrîş pêk hat. Gora Ramazan Polat ê PKK’î ku di 24’ê Cotmeha 1995’an de li Gundê Zengê yê navçeya Licê jiyana xwe ji dest da bû li Goristana Sîsê ye. Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas a ku piştî 18 salan çû ser gora hevjînê xwe tiştên di salên 90’î de bi serê wan hat vegotin û êrîşên goristanan şermezar kir.    ZEXT, ZOR Û ÎŞKENCE    Dayika zarokekê Almas a ku di 15 saliya xwe de zewicî, ji Gundê Pîrik ê Licê ye, diyar kir ku hevjînê wê Ramazan Polat di sala 1989’an de hat binçavkirin û wiha axivî: “Piştî ku 13 rojan dibin çavan de ma hat girtin. Di hevdîtina me ya ewil de ji ber îşkenceya lê hatibû kirin nedihat naskirin. Piştî ku 8 mehan di girtîgehê de ma hat berdan. Dema hat berdan ew zilm, zordarî û îşkenceya lê hatibû kirin, bû kîn. Îşkenceyek ewqas zêde lê kiribû ku bandor li tenduristiya wî kir û bû nexweşî. Wek dildarî xebatên partiyê dimeşandin. Ji ber ku ev xebat dimeşandin bi dehan caran êrîşî gund û mala me kirin. Leşkeran li navçeyên Licê, Karaz û Hezroyê ser gundan de digirtin. Dixwestin hevjînê min bigirin. Hevjînê min ji ber vê di sala 1993’yan de tevlî PKK’ê bû.  Dema esker dihatin li ser mala me de digirtin îşkence li me dikirin. Xezûrê min li ber çavê min îşkence kirin. Jê re digotin ‘lawê xwe tu çima nayînî? Li ku derê ye?’ Yek bi yek îşkence li me dikirin. Eskeran digot ‘divê hûn wî bidin destê me.’ Bi vî awayî pir ser me de hatin. Gelek caran em bûn şahid şewitandina gundan. Dema ew diçûn dîsa me xaniyên xwe avadikirin. Me digot ‘em ê gundê xwe terk nekin.’ Carna me gov aliyek ji heywanan re di veqetand aliyek jî ji xwe re weke xanî lê dikir ji bo ku em tê de bijîn. Herî dawî hate asteke wisa ku tevî gundî ji gund derxistin. Bi zorê em ji gund derxistin.”   ‘JI BER ZEXTAN 15 MAL GUHERTIN’   Almas, anî ziman ku piştî sala 95’an de koçî Amedê kirin û wiha got: “Li vîr jî zext li me hatin kirin. Dema em hatin Amedê, polîsan her şev bi ser mala me de digirtin. Ji ber vê me li Amedê 15 mal guhertin. Me dûre serê sala 1997’an koçî Stenbolê kir. Em 4 salan li wir man. Ji ber ku me xeribiya welat dikir, em sala 2001’ê dîsa vegeriyan Amedê. Zarokê min biçûk bû, her şev em li mala mirovekî xwe yan jî li malbatekê diman. Min lê nêrî ku jiyana min bi vî awayî nameşe. Ez bi bavê xwe re axivîm. Bavê min bû alîkar û xaniyek ji min re girt. Min gelek zor û zehmetî dîtin.”   ’18 SALAN HER ŞEVÊ MIN DI XEW DE DIDÎT’   Almas, da zanîn ku piştî hevjînê wê ji girtîgehê derket di nava xebatan de bû û wiha berdewam kir: “Hevjînê min li gund û herêma derdorê dixebitî.  Rojekê ew û hevalên wî li Gundê Zengê xistin kemînê birîndar dibe jiyana xwe ji dest dide rojekê li erdê dimîne. Gundiyan li gund defin kirin. 18 sala gora wî li wî gund ma. Pişt re di Tîrmeha 2013’an de cenazeyê wî bi alîkariya Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirî (MEYA-DER) li Goristana Gundê Sîsê yê navçeya Licê hat definkirin. 7 sal in cenazeyê hevjîna wê li Goristana Liceye. 18 salan her şevê min ew di xewna xwe de didît. Piştî ku cenazeyê wî anîn şehîdgehê veşartin êdî rehet bûm.”   ‘EM Ê LI NIRXÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN’   Almas, êrîşên li ser Goristana Sîsê bibîr xist û wiha rêz kir: “Çend caran di operasyonên hatin lidarxistin de, êrîşî goristanê kirin. Di salên 90’î de jî cenaze li pêş çavên gundiyan perçe û teşhîr dikirin. Ji bo ku tirs û xof bikeve dilê gundiya.  Ji salên 90’î ve êrîşî goristanan dewam dikin. Goristanên me nirxên me ne. Dizanin ku xeta me ya sor in. ji ber vê êrîş dikin. Niha bi polîtîkayeke nû gefê li malbatan dixwin û ji malbata dixwazin ku gorê xwe bişkînin. Lê heta dilopa xwîna xwe ya dawî emê li nirxên xwe xwedî derdikevin û wan diparêzin.”   ‘ÊRÎŞ QELSBÛNA WAN DIDE NÎŞANDAN’   Almas, destnîşan kir ku beriya du rojan bi şandeyekê re çûn Goristana Sîsê ziyaret kirin û wiha bilêv kir: “Mirov bi dilekî xweş dixwaze goristanên xwe ziyaret bike. Li Goristana Sîsê mîna hovan êrîşî goran kirine. Dema dest pê kê em çûn wê derê mizgeft, cihê destnimêjê û kanî hebû. Me pirtûk danîbûn mizgeftê. Lê di bombe baranan de ewil mizgeft xerab kirin. Pirtûkên pîroz jî tê de bûn. Dema mirov wan goristanan wisa dibîne dilê mirov diêşe. Ew kesên dibin em mirovin, nikarin êrîşeke wiha pêk bînin. Ev qelsbûna wan dide nîşandan. Goristan perçe perçe kirine. Kêlên wan nehiştine ku mirov bizane kîjan gor ê kiye. Di cîhanê de tu mînakên wiha tune ye. Dewlet şerê taybet li ser malbatan dide meşandin. Dixwaze dilê malbatan bişewitîne.”   JI MALBATA RE BANG   Almas, di dawiya axaftina xwe de bang li malbatan kir û wiha got: “Tu goristanên me bê xwedî nîn in. Malbat bila hinek xwe berpirsiyar bibînin û xwedî li goristanên xwe derkevin. Me pêvajoya hiqûqî daye dest pê kirin. bila werin serî li saziyên berpirsiyar bidin. Em ê ji malbatan re bibin alîkar. Parêzerên me gilî kirin. Derbarê goristanan de çi pêwîst be divê em bikin.”   MA / Fahrettin Kiliç / Ayşe Surme