Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin

  • rojane
  • 09:09 30 Gulan 2020
  • |
img

HEWLÊR - Hevseroka Meclîsa Kampa Mexmûrê Çîçek Cengîz, diyar kir ku bi ambargo û êrîşên ku 10 meh in didomin hedef jiyan û rêxistinbûyîna li kampê ye û got, gel birçî jî bimîne wê xwe muhtacî kesî neke.

Ambargoya li ser Kampa Mexmûrê 10 meh in didomin. Her wiha carina Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) jî ji hewayê ve êrîşî kampê dike. Hevseroka Meclîsa Kampê Çîçek Cengîz, bal kişand ser zor û zehmetiyên ku kamp bi wan re rû bi rû dimînin û jiyana li kampê.
 
AWAYÊ JIYANA LI KAMPÊ
 
Cengîz, bal kişand ser erdnîgariya kampê û diyar kir ku cihê ku niha kamp lê ye girêdayî Hikûmeta Navendî ya Iraqê ye, lê belê ji Hikûmeta Kurdistana Federe ne serbixwe ye. Cengîz, got: "Gelê li kampê di çaçroveya bîrdoziyekê de hat vê merheleyê. Xwe li ser asasê Konfederalîzma Demokratîk birêxistin kiriye. rêveberiyeke komunî û meclîsî heye. Pergaleke li ser asasên meclîsan heye. Komun hene. Pergala heyî ji jêrê ber bi jor ve ye. Ên biryarê digirin gel e Biryarên tên girtin dû re berpêşî meclîsan tên kirin. Her meclîsek berdevkeke wê ya jin û mêr heye. Hevalê mêr girêdayî xebatên giştî ye. Ên hevalên jin jî du mîsyonên wan hene. Hem xebatan hemûyan bi rê ve dibe hem jî di rêveberiya xweser de cih digire. pergaleke li ser asasê hevserokatiyê heye. Ev rewş ji bo komunan jî derbasdar e. Ji hêla aborî û civakiyî ve mînak e. Gelek kes dixwazin serdana wê bkin. Dixwazin mînaka li vira li devera ku lê dijîn pk bînin."
 
Cengîz, anî ziman ku perwerdehiya li kampê jî bi kurdî ye û got, ev yek bi berxwedanê çêbûye.
 
DAIŞ JI 2014'AN DE ÊRÎŞ DIKE
 
Cengîz, da zanîn ku nêzî 12 hezar kes li kampê dijîn û ji vana 5-6 hezar jê zarok in û got, hê jî kamp di xetereya DAIŞ û Tirkiyeyê de ye. Cengîz, got: "Mirovên li kampê ji ber êrîşên DAIŞ û Tirkiyeyê nerihet in. DAIŞ, ji sala 2014'an ve bênavber êrîş dike. Di sala 2014'an de xwestin wekî Şengalê li vira jî komkujiyekê pêk bînin. Lê belê ji ber ku gel baş xwe bi rêxistin kiriye bi ser neketin. Heger tiştek bê serê Mexmûrê wê bê serê herêmê gişî. Ev rastiyek e û nayê înkarkirin. Her wiha erdan dişewitînin. Ji bo jiyana li vira asteng bikin ambargoyê pêk tînin. Tim û tim erdan dişewitînin ku gel nikaribe çandiniyê bike. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser kampê tên zanîn. Êrîşên DAIŞ û Tirkiyeyê heman êrîş in. Ji sala 2017'an ve tim û tim ji hewayê ve êrîş dikin. Mirovên li kampê dikujin. Li gorî qanûnên navneteweyî êrîşên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin. Tirkiye çawa dikare kampeke penaberan a li nav sînroên welatekî din bombe bike? Ma qey kes nabîne? Ma qey kes nabîne Tirkiye qanûnên navneteweyî bin pê dike?"
 
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'
 
Cengîz, bibîr xist ku ambargoya li ser kampê 10 meh in didome û got, ev jî piştî êrîşa li Konsulxaneya Tirk dest pê kiriye. Cengîz, bilêv kir ku hîmê vê ambargoyê berê hatiye amadekirin û got, piştî êrîşî konsulxaneyê hatiye kirin ev plansazî jî ketiye dewrê. Cengîz, got: "Armanca wan ew e ku Mexmûr paş de gav bavêje, dev ji jiyana ku ava kiriye berde. Armanceke din jî belavkirina rêxistinbûyîna li vira ye. Bi birçîbûnê gefan dixwazin. Gelê me rojên zehmet derbas kirine. Birçî jî bimînin wê xwe muhtacî PDK'ê nekin. Vîna xw eteslîm nakin. 10 meh in gel hem li dijî êrîşên PDK û Tirkiyeyê têdikoşe. Bifikirin 10 meh in ambargo û êrîş pêk tên, lê nikaribûne vîna kesekî jî teslîm bigirin. Gavek jî paşde nehatiye avêtin. Ev gel ji sala 1993'yan ve li ber xwe didoe. Li tu deverî berxwedaneke bi vî rengî tuneye."
 
Cengîz, destnîşan kir ku berpirsiyarê ambargoyê Hikûmeta Navendî ya Iraq, YNK, PDK û Tirkiye ye û got: "Sedema êrîş, ambargo, mirina zarok û jinên ducanî, nepeydakirina dermanan hwd. hêzên girêdayî vê pergalê ne. Her wiha yek ji berpirsiyarên din jî Neteweyên yekbûyî ye. Çimkî kamp kampeke siyasî ye. Lê hê jî Neteweyên yekbûyî deng ji xwe neaniye. Bêdengî nîşan dide ku PDK, YNK, Hikûmeta Iraqê, Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî hevkarê hev in. Lê divê neyê jibîrkirin; ne dîroka mirovahiyê ne jî dîroka gelê kurd wê vê yekê efû neke."
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

01/06/2020
13:14 Bi deh hezaran muzîsyen tevlî kampanya ji bo Ocalan bûn
13:11 Gelo bi copê tecawizî M.E.C. kirin?
13:01 Heman îşkence û heman wêne!
12:51 Ji bo gora komî Kerboranê daxwaza lêkolînê hat kirin
12:27 Ji bo cenazeyên li Kîlyosê bang li Meclîsê kir
12:01 Di 82 rojan de tundî li 83 kesan hat kirin
11:50 Piştî emeliyata mejî paşve şandin girtîgehê
11:34 Îşkenceya li qereqolê li gorî midûriyeta polîsan 'Hêza bi kontrol e'
11:25 Xwepêşandanên li Amerîka gihîştan Qesra Spî
11:10 Di 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
11:01 Muslim: Pêngava diyalogê wê di demek nêz de dest pê bike
10:35 Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne
10:34 Polîsan cenazeyê Kartal ê girtiyê nexweş revandin û definkirin
10:15 Serokê ATO Bulut: Dê nexweşên Covît-19 zêde bibin
09:43 Keskîn: Êrişkirina goristanan binpêkirina Peymana Cenevre ye
09:24 Li Şirnexê bikaranîna rûpoş bû mecbûrî
09:21 Psychology Kurdî bi hejmarek taybet derket
09:19 Bûn bêhna zaravayeke li ber xeterê
09:18 Şertên girtîgehê bandorekê çawan li zarokan dikin?
09:17 Kesê 2 meh berê emeliyata dil bûbû hat girtin
09:16 Amed bi rêjeya hejmara nexweşên xwe yên herî zêde ket pêvajoya asayîbûnê
09:15 Li Kanîreşê dem dema bihar û zozanan e
09:14 Li dijî Santralên Nukleerê seri li şûreya dewletê dan
09:13 ‘Şerê taybet li ser malbatan didin meşandin’
09:13 Li Edeneyê binçavkirina Qorsan
09:12 Kujerê siyasetmedarê Kurd Melik 26 salin hêj mechûl e
09:00 ROJEVA 01'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Ciwane li muzîka Kurdî guhdar kir kuştin
31/05/2020
22:09 Kesê ku gef li Weqfa Hrant Dînk xwar hat girtin
21:13 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 4 hezaz û 540 kesî
19:33 Ji şêwirmendê parlamenterê MHP'ê wêneyên îşkenceya li emniyetê
16:35 37 kesên din li Êlihê bi şewba Covît-19 ketin
16:02 Osman: Kurd bi yekîtiya neteweyî dê bi ser bikevin
15:17 Polîsan bi lêdanê binçav kirin
14:48 Walî derketina derve li 19 gundên Bedlisê qedexe kir
14:42 Îdîaya polîs û zabiteyan tundî li firoşkarên seyyar kirin
13:59 Dê cenazeyê Kardal li Manîsayê defin bikin
13:41 Rêxistinên jinan xwest Tirkiye ji Efrînê derxin û bersûcan darizanînin
13:07 Di bûyera êrîşa li dijî polîsan de hejmara kesin hatin binçavkirin derket 3’yan
12:51 Welatiyên hatibûn îşkencekirin, cardin hatin binçavkirin
12:41 TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin
12:31 HDK: Berxwedana Gezî pir zimanî fêr kir
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin