Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin 2020-05-30 09:09:12 HEWLÊR - Hevseroka Meclîsa Kampa Mexmûrê Çîçek Cengîz, diyar kir ku bi ambargo û êrîşên ku 10 meh in didomin hedef jiyan û rêxistinbûyîna li kampê ye û got, gel birçî jî bimîne wê xwe muhtacî kesî neke. Ambargoya li ser Kampa Mexmûrê 10 meh in didomin. Her wiha carina Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) jî ji hewayê ve êrîşî kampê dike. Hevseroka Meclîsa Kampê Çîçek Cengîz, bal kişand ser zor û zehmetiyên ku kamp bi wan re rû bi rû dimînin û jiyana li kampê.   AWAYÊ JIYANA LI KAMPÊ   Cengîz, bal kişand ser erdnîgariya kampê û diyar kir ku cihê ku niha kamp lê ye girêdayî Hikûmeta Navendî ya Iraqê ye, lê belê ji Hikûmeta Kurdistana Federe ne serbixwe ye. Cengîz, got: "Gelê li kampê di çaçroveya bîrdoziyekê de hat vê merheleyê. Xwe li ser asasê Konfederalîzma Demokratîk birêxistin kiriye. rêveberiyeke komunî û meclîsî heye. Pergaleke li ser asasên meclîsan heye. Komun hene. Pergala heyî ji jêrê ber bi jor ve ye. Ên biryarê digirin gel e Biryarên tên girtin dû re berpêşî meclîsan tên kirin. Her meclîsek berdevkeke wê ya jin û mêr heye. Hevalê mêr girêdayî xebatên giştî ye. Ên hevalên jin jî du mîsyonên wan hene. Hem xebatan hemûyan bi rê ve dibe hem jî di rêveberiya xweser de cih digire. pergaleke li ser asasê hevserokatiyê heye. Ev rewş ji bo komunan jî derbasdar e. Ji hêla aborî û civakiyî ve mînak e. Gelek kes dixwazin serdana wê bkin. Dixwazin mînaka li vira li devera ku lê dijîn pk bînin."   Cengîz, anî ziman ku perwerdehiya li kampê jî bi kurdî ye û got, ev yek bi berxwedanê çêbûye.   DAIŞ JI 2014'AN DE ÊRÎŞ DIKE   Cengîz, da zanîn ku nêzî 12 hezar kes li kampê dijîn û ji vana 5-6 hezar jê zarok in û got, hê jî kamp di xetereya DAIŞ û Tirkiyeyê de ye. Cengîz, got: "Mirovên li kampê ji ber êrîşên DAIŞ û Tirkiyeyê nerihet in. DAIŞ, ji sala 2014'an ve bênavber êrîş dike. Di sala 2014'an de xwestin wekî Şengalê li vira jî komkujiyekê pêk bînin. Lê belê ji ber ku gel baş xwe bi rêxistin kiriye bi ser neketin. Heger tiştek bê serê Mexmûrê wê bê serê herêmê gişî. Ev rastiyek e û nayê înkarkirin. Her wiha erdan dişewitînin. Ji bo jiyana li vira asteng bikin ambargoyê pêk tînin. Tim û tim erdan dişewitînin ku gel nikaribe çandiniyê bike. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser kampê tên zanîn. Êrîşên DAIŞ û Tirkiyeyê heman êrîş in. Ji sala 2017'an ve tim û tim ji hewayê ve êrîş dikin. Mirovên li kampê dikujin. Li gorî qanûnên navneteweyî êrîşên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin. Tirkiye çawa dikare kampeke penaberan a li nav sînroên welatekî din bombe bike? Ma qey kes nabîne? Ma qey kes nabîne Tirkiye qanûnên navneteweyî bin pê dike?"   ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'   Cengîz, bibîr xist ku ambargoya li ser kampê 10 meh in didome û got, ev jî piştî êrîşa li Konsulxaneya Tirk dest pê kiriye. Cengîz, bilêv kir ku hîmê vê ambargoyê berê hatiye amadekirin û got, piştî êrîşî konsulxaneyê hatiye kirin ev plansazî jî ketiye dewrê. Cengîz, got: "Armanca wan ew e ku Mexmûr paş de gav bavêje, dev ji jiyana ku ava kiriye berde. Armanceke din jî belavkirina rêxistinbûyîna li vira ye. Bi birçîbûnê gefan dixwazin. Gelê me rojên zehmet derbas kirine. Birçî jî bimînin wê xwe muhtacî PDK'ê nekin. Vîna xw eteslîm nakin. 10 meh in gel hem li dijî êrîşên PDK û Tirkiyeyê têdikoşe. Bifikirin 10 meh in ambargo û êrîş pêk tên, lê nikaribûne vîna kesekî jî teslîm bigirin. Gavek jî paşde nehatiye avêtin. Ev gel ji sala 1993'yan ve li ber xwe didoe. Li tu deverî berxwedaneke bi vî rengî tuneye."   Cengîz, destnîşan kir ku berpirsiyarê ambargoyê Hikûmeta Navendî ya Iraq, YNK, PDK û Tirkiye ye û got: "Sedema êrîş, ambargo, mirina zarok û jinên ducanî, nepeydakirina dermanan hwd. hêzên girêdayî vê pergalê ne. Her wiha yek ji berpirsiyarên din jî Neteweyên yekbûyî ye. Çimkî kamp kampeke siyasî ye. Lê hê jî Neteweyên yekbûyî deng ji xwe neaniye. Bêdengî nîşan dide ku PDK, YNK, Hikûmeta Iraqê, Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî hevkarê hev in. Lê divê neyê jibîrkirin; ne dîroka mirovahiyê ne jî dîroka gelê kurd wê vê yekê efû neke."   MA / Erdogan Altan