Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin

  • rojane
  • 09:14 29 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL - Derket holê ku di nava 261 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê anîn ATK'ê ya Stenbolê li peyarêya Goristana Kilyosê definkirin de, cenazeyên ruhasata definkirina wan heye jî hene. Xwişka Rojbin Arslanargun, diyar kir ku cihê cenaze lê hatine definkirin cihê çop û sergoyê ye.

 
Derket holê ku li peyarêya Goristana Kîlyosê cenazeyên ku ruhsata wan hene jî hatine definkirin. Eskeran di 19'ê Kanûna 2017'an de 282 cenaze bi fermana dozgerê komarê yê Tetwanê, ji Goristana Xerzanê ya Oleka Jorîn derxistin. Eskeran bêyî agahiya malbatan bidin cenaze biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî cenaze derxistin 13 roj şûnde di 2'ê Çileya 2018'an de malbat û raya giştî agahdar kirin. Li gorî agahiyên çapemeniyê cenaze heta demekê li Saziya Tipa Edlî hatine rawestandin û piştre li Goristana Kilyosê li ser peyarê hatine definkirin. Li peyarêyê ji bo 18 goran qat hatiye kolandin. Li vê qadê ji 1’ê heta 18'an hatiye nûmarekirin û 261 cenaze li ser hev hatine definkirin. Li nêzî peyarêya ku ji bo cenzayan hatiye kolandin berê xebatên kanalizasyonê hatibûn kirin. Devê boriyan hatiye vekirin û derdor di nava pîsîyê de maye. Tevî ku 2.5 sal derbas bû hêj piraniya malbatan cenazeyên zarokên xwe negirtine. Heta niha tenê 21 cenaze teslîmî malbatan kirine û hêj 261 cenaze teslîmî malbatan nehatiye kirin. Heta niha 63 malbatan li Stenbolê ji bo testa DNA mînaka xwînê dane. Lê heta niha encama testa DNA diyar nebûye. Malbat 2 sal û 6 mehin ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin serî li hemû saziyên dewletê dan. Lê hemû derî li malbatan hatin girtin. 
 
RUHSAT HEYE LÊ LI GORISTANA BÊKESAN DEFIN KIRIN
 
Dozgerê Komarê yê Tetwana Bedlisê îdîa kiribû ku Goristana Xerzan ne goristan e û cenazeyên li wir hatine definkirin ne diyar e aydî kê ne. Lê gelek malbatên ku cenazeyên zarokên xwe li Goristana Xerzanê defirkiribûn ruhsata definkirinê stendibûn. Yek ji van malbatên ku ruhsata cenazeyê kurê xwe girtine malbata Serhat Arslanargun e. Serhat Arslanargun, di Kanûna 2014'an de li dijî êrîşên DAIŞ'ê li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Serhat Arslanargun di kanûnê de jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî anîn navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Malbatê piştî karê otopsiyê ya Saziya Tipa Edlî ya Rihayê, cenaze li gel belgeya “Ji bo definkirin û heqilkirinê tu astengî tune ye." dan malbatê. Malbatê jî cenazeyê Serhat anîn li Goristana Xerzanê ya Bedlisê defin kirin. 
 
2 SAL BORÎN LÊ HÊJ DESTA DNA DIYAR NEBÛYE
 
Malbata Arslanargun ku ruhsata definkirina cenaze girtibûn û li Xerzanê defin kiribûn, 2 sal zêde bû bi hinceta testa DNA'yê hêj bi encam nebûye nikarin cenazeyê kurê xwe bigirin. Rayedar bi hinceta hêj testa DNA diyar nebûye cenazeyê Serhat Aslanargun li Peyarêya Goristana Kilyosê defin kirin. Piştî dayik û bavê Serhat jiyana xwe ji dest dan, niha xwişka Serhat Rojbin Arslanargun bi kar û barê stendina cenaze eleqeder dibe. Rojbîn Aslanargun, anî ziman ku li gel di destê wê de belgeya destûra definkirinê ya cenaze heye jî cenaze nadin wê û li Peyarêya Goristana Kîlsoyê defin kirine. Rojbîn Arslanargun, anî ziman ku 2 sal derbas bûn hêj testa DNA zelal nekirine û wiha got: "Me belge û rûhsata definkirin û neqilkirina cenaze ji Saziya Tipa Edlîya Rihayê girtin. Li gel ku em vê belgeyê pêşkêşî ATK ya Stenbolê û Dozgorê Komarê ye Tetwanê dikin jî tu fêdeya wê tune ye. " 
 
Arslanargun, anî ziman ku rayedaran xwestine ku gora dayik û bavê wê vekin û mînaka xwînê bistînin û wiha got: "Ji bo em rapora otopsiyê bistînin, me serî li  Serdozgeriya Komarê ya Rihayê da. Lê 8 meh derbas bûn hêj tu bersîv nedane me. Ji ber ku em encam negirt, me serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da û me xwest gora dayik û bavê min vekin û mînaka DNA bigirin. Lê mixabin heta niha Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî tu bersîv nedaye me. Cenazeyê me ne bêkes in. Birayê min ne bêkes e. Cenazeyê wî 2 salan li Goristana Xerzanê ma û piştre me bihîst ku xoristan xera kirine û cenaze revandine em carek din pir êşiyan. Dema em çûn Bedlisê me nizanîbû ku cenaze birine ku. Demek dirêj em ketin pey şopa cenaze. Piştre em fêr bûn ku cenaze birine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Ji bo em dîsa cenaze bigirin me mînaka xwînê da. Em van tiştên ku tînin serê cenazeyan qebûl nakin. Dewlet dixwaze hafize û koka me tune bike. Ji ber vê yekê êrîşî gor û goristanan dikin. Em heta mirinê jî vê yekê ji bîr nakin." 
 
Aslanargun, da zanîn ku piştî fêr bûn cenaze li Peyarêyê ya Goristana Bêkesan a Kilyosê defin kirine carek din pir xemgîn bûn û ji ser hişê xwe çûn û wiha got: "Cihê ku cenaze lê defin kirine ne goristan e. Cihekî sergo û çop e. Li wê peyarêyê tenê hestiyek bimîne jî em ê heta dawî têbikoşin. Heta hestiyek jî li wir be emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta ku hurmetê ji miriyên mirovan re nîşan nedin, jiyana bi hevre zor e. Heta ku cewherê demokrasiyê fêm nekin aştî jî zor e. 
 
MA / Erdogan Alayumat

Sernavên din

29/05/2020
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:13 Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:08 Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir
12:53 Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî
12:33 'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
12:13 Li Qersê Xeta Mor vebû
12:13 Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin
12:05 Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be
11:42 Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin
11:06 Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin
10:49 Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?
10:41 Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir
10:03 Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e
10:02 Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang
09:57 Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de
09:27 Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye
09:26 Tûrsûn: Sedama tundiya polîsan ne cezakirine
09:25 Wê giliyê kesên goran xera dikin bikin
09:24 'Berxwedan her didome'
09:24 Vê carê ji bajêr berê xwe dan gund
09:23 Yildiz: Şideta polîsan nayê lêpirsînkirin
09:23 Girtiyê nexweş salek e bi tena serê xwe di odeyekê de ye
09:10 Dêra ku di nav çopê de maye bê kes û kûs maye
09:06 Dixwazin bi 'pêşbaziya resman' santralên nukleerê rewa bikin
09:04 2 girtiyên extiyar û nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:02 Rojnamevanên girtî: Sûcê esil veşartina rastiyan e
09:00 Can Atalay: Îqtidar hê jî ji Geziyê ditirse
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2020'AN
27/05/2020
20:41 34 kesên din jî ji ber şewba Cvîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 'AKP bi girtin û binçavkirina dixwaze jinan bitepisîne'
17:02 'Qatilê Sabrî Kaya îqtîdar bi xwe ye’
17:01 Mismarî: Erdogan dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin
16:39 Malzemeyên parastina şexsî hêj pirsgirêk e
16:12 Rapora girtîgehên Wanê: Bila şandeyên serbixwe biçin girtîgehan
16:01 ‘Heke bergirî bihata girtin Huseyîn nedimir’
15:52 Di dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin
15:24 Li Licê cezayê pereyan li welatiyan tê birîn
14:59 94 rewşenbîran rizgarkirina Efrînê xwestin
14:23 Sendîkayên karkeran îttîraza projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê astengiya polisan nas nekir û qurnefil danîn Galatasarayê
13:48 Li Amedê tundiya polîs û bekçiyan
13:16 Ciwanên HDP'ê karne da AKP'ê
Edalet, demokrasî = 0
Tundiya Polisan = 100
12:56 TTB: Divê daneyên nexweşên ku Hîdroksîklorokîn bi kar tînin bên parvekirin
12:00 DAD: Çorûm komkujiyeke di bin kontrola dewletê de ye
11:55 ‘Di pêvajoya koronayê de dermankirina girtiyên nexweş hat astengkirin’
11:29 Ustun: Erdogan ji bo ku AKP belav nebe xwe avêtiye bextê Bahçelî
10:48 Bi angaşta endambûna “nefermî” ya komeleya jinê hatine girtin
10:14 Herêma Derya Reş bi projeyên cuda tê talankirin
09:19 Ji bo Mûsa Anter xebata pirtûkê tê destpêkirin
09:16 Berxwedana Gezî 7 sal li pey xwe hişt: Ruhê Gezî her tim zindî ye
09:15 Dogan: Rizgarî bi şoreşeke çandî pêkan e
09:14 ‘A hatiye kirin mudaxilekirina li têkoşîna jinê ye'
09:14 Ji ber şewbê êdî karê wan jî nabe
09:13 Di pêvajoya pandemiyê de dîsa jin bûye dengê jinê
09:12 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatin veşartin dê li NY û DMME'yê gilî bikin
09:12 ‘Em bibin yek, li goristana xwedî derkevin’
09:11 25 sal in heman daxwazê dikin: Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2020'AN
26/05/2020
20:44 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 397
16:40 25 maşîneyên zirxî yên TSK'ê derbasî Idlibê bûn
16:29 SOHR: Tirkiye û Rûsya komên çekdar dişîne Libyayê
16:14 Li Sêrtê kesê di qerantînayê de bû mir