Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin 2020-05-29 09:14:27 STENBOL - Derket holê ku di nava 261 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê anîn ATK'ê ya Stenbolê li peyarêya Goristana Kilyosê definkirin de, cenazeyên ruhasata definkirina wan heye jî hene. Xwişka Rojbin Arslanargun, diyar kir ku cihê cenaze lê hatine definkirin cihê çop û sergoyê ye.   Derket holê ku li peyarêya Goristana Kîlyosê cenazeyên ku ruhsata wan hene jî hatine definkirin. Eskeran di 19'ê Kanûna 2017'an de 282 cenaze bi fermana dozgerê komarê yê Tetwanê, ji Goristana Xerzanê ya Oleka Jorîn derxistin. Eskeran bêyî agahiya malbatan bidin cenaze biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî cenaze derxistin 13 roj şûnde di 2'ê Çileya 2018'an de malbat û raya giştî agahdar kirin. Li gorî agahiyên çapemeniyê cenaze heta demekê li Saziya Tipa Edlî hatine rawestandin û piştre li Goristana Kilyosê li ser peyarê hatine definkirin. Li peyarêyê ji bo 18 goran qat hatiye kolandin. Li vê qadê ji 1’ê heta 18'an hatiye nûmarekirin û 261 cenaze li ser hev hatine definkirin. Li nêzî peyarêya ku ji bo cenzayan hatiye kolandin berê xebatên kanalizasyonê hatibûn kirin. Devê boriyan hatiye vekirin û derdor di nava pîsîyê de maye. Tevî ku 2.5 sal derbas bû hêj piraniya malbatan cenazeyên zarokên xwe negirtine. Heta niha tenê 21 cenaze teslîmî malbatan kirine û hêj 261 cenaze teslîmî malbatan nehatiye kirin. Heta niha 63 malbatan li Stenbolê ji bo testa DNA mînaka xwînê dane. Lê heta niha encama testa DNA diyar nebûye. Malbat 2 sal û 6 mehin ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin serî li hemû saziyên dewletê dan. Lê hemû derî li malbatan hatin girtin.    RUHSAT HEYE LÊ LI GORISTANA BÊKESAN DEFIN KIRIN   Dozgerê Komarê yê Tetwana Bedlisê îdîa kiribû ku Goristana Xerzan ne goristan e û cenazeyên li wir hatine definkirin ne diyar e aydî kê ne. Lê gelek malbatên ku cenazeyên zarokên xwe li Goristana Xerzanê defirkiribûn ruhsata definkirinê stendibûn. Yek ji van malbatên ku ruhsata cenazeyê kurê xwe girtine malbata Serhat Arslanargun e. Serhat Arslanargun, di Kanûna 2014'an de li dijî êrîşên DAIŞ'ê li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Serhat Arslanargun di kanûnê de jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî anîn navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Malbatê piştî karê otopsiyê ya Saziya Tipa Edlî ya Rihayê, cenaze li gel belgeya “Ji bo definkirin û heqilkirinê tu astengî tune ye." dan malbatê. Malbatê jî cenazeyê Serhat anîn li Goristana Xerzanê ya Bedlisê defin kirin.    2 SAL BORÎN LÊ HÊJ DESTA DNA DIYAR NEBÛYE   Malbata Arslanargun ku ruhsata definkirina cenaze girtibûn û li Xerzanê defin kiribûn, 2 sal zêde bû bi hinceta testa DNA'yê hêj bi encam nebûye nikarin cenazeyê kurê xwe bigirin. Rayedar bi hinceta hêj testa DNA diyar nebûye cenazeyê Serhat Aslanargun li Peyarêya Goristana Kilyosê defin kirin. Piştî dayik û bavê Serhat jiyana xwe ji dest dan, niha xwişka Serhat Rojbin Arslanargun bi kar û barê stendina cenaze eleqeder dibe. Rojbîn Aslanargun, anî ziman ku li gel di destê wê de belgeya destûra definkirinê ya cenaze heye jî cenaze nadin wê û li Peyarêya Goristana Kîlsoyê defin kirine. Rojbîn Arslanargun, anî ziman ku 2 sal derbas bûn hêj testa DNA zelal nekirine û wiha got: "Me belge û rûhsata definkirin û neqilkirina cenaze ji Saziya Tipa Edlîya Rihayê girtin. Li gel ku em vê belgeyê pêşkêşî ATK ya Stenbolê û Dozgorê Komarê ye Tetwanê dikin jî tu fêdeya wê tune ye. "    Arslanargun, anî ziman ku rayedaran xwestine ku gora dayik û bavê wê vekin û mînaka xwînê bistînin û wiha got: "Ji bo em rapora otopsiyê bistînin, me serî li  Serdozgeriya Komarê ya Rihayê da. Lê 8 meh derbas bûn hêj tu bersîv nedane me. Ji ber ku em encam negirt, me serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da û me xwest gora dayik û bavê min vekin û mînaka DNA bigirin. Lê mixabin heta niha Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî tu bersîv nedaye me. Cenazeyê me ne bêkes in. Birayê min ne bêkes e. Cenazeyê wî 2 salan li Goristana Xerzanê ma û piştre me bihîst ku xoristan xera kirine û cenaze revandine em carek din pir êşiyan. Dema em çûn Bedlisê me nizanîbû ku cenaze birine ku. Demek dirêj em ketin pey şopa cenaze. Piştre em fêr bûn ku cenaze birine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Ji bo em dîsa cenaze bigirin me mînaka xwînê da. Em van tiştên ku tînin serê cenazeyan qebûl nakin. Dewlet dixwaze hafize û koka me tune bike. Ji ber vê yekê êrîşî gor û goristanan dikin. Em heta mirinê jî vê yekê ji bîr nakin."    Aslanargun, da zanîn ku piştî fêr bûn cenaze li Peyarêyê ya Goristana Bêkesan a Kilyosê defin kirine carek din pir xemgîn bûn û ji ser hişê xwe çûn û wiha got: "Cihê ku cenaze lê defin kirine ne goristan e. Cihekî sergo û çop e. Li wê peyarêyê tenê hestiyek bimîne jî em ê heta dawî têbikoşin. Heta hestiyek jî li wir be emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta ku hurmetê ji miriyên mirovan re nîşan nedin, jiyana bi hevre zor e. Heta ku cewherê demokrasiyê fêm nekin aştî jî zor e.    MA / Erdogan Alayumat