Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn

  • rojane
  • 11:32 16 Gulan 2020
  • |
img

MÊRDÎN - Ferhat Kurtay yek ji “Çaran” di Girtîgeha Amedê de canê xwe dan ber agir bû. Xwişka Ferhat Rabîa Kurtay, diyar kir ku xeyala wî ya herî mezin perwerdeya bi zimanê kurdî dayîn bû û got: “Her yek ji wan welatek bû. Ferhat ser dida, lê sir ne dida.”

 
Ferhat Kurtay, Mahmut Zengin, Eşref Anyîk û Necmî Oner li Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê li dijî zilm, muamelên xirab, darvekirin û îşkenceya rêveberiya girtîgehê û Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, di 17'ê Gulana 1982'yan de, bedena xwe dan ber agir û weke “Çaran” navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsandin 
 
Çaran ji hevalên xwe yên ku xwestin agirê wan vemirinên re gotin, “Agir geş bikin, ên ku avê li me bike îxanetkarin. Ev çalakî, divê bigihêje gel. Çalakiya me dewama çalakiya hevalê Mazlume. Em şopdarên Mazlûmin. Divê çalakiya me baş bê fêmkirin. Îxanet dibe teslîmiyetê û ev çalakiyeke li dijî zextan e.”
 
Xwişka yek ji Çaran Ferhat Kurtay Rabîa Kurtay, derbarê wê demê de û hevdîtina herî dawî ya bi birayê xwe re kiribû ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot.
 
BÊMAFÎ QEBÛ NEDIKIR 
 
Xwişka Ferhat Rabîa Kurtay, diyar kir ku têkiliyek xurt di navbera wê û birayê wê de hebû û wiha axivî: “Ferhat mirovek pir dirust bî. Ji hevalên xwe re hevaltiyek pir xweş dikir. Di xebitî û meaşê xwe bi hevalên xwe re parve dikir. Hevalên wî tim li dûra wî kom dibûn. Bi hevalên xwe re têkiliyek xurt datîna. Dema ku ew û hevalên xwe li ser cadeya Rihayê meşiyan, cade tije bû. Ferhat ser dida lê sir ne dida. Bêmafî qet qebûl nedikir. Hevalê maf û rastiyê bû. Ji bo rastiyê ew canê xwe yê şirîn da ber agir. Heya ku em bimirin jî emê wan şitilan di bîranînên xwe de bidin jiyîn. Di wê demê de heya saet 12 şevê ceyran didan. Ferhat qet ne radiza, tim dixebitî. Wê demê, weke niha dersxane tune bûn. Lê wî tim dixwend. Kesek pir zîrek bû. Piştî ku ceyran qût dibûn jî li ber roniya findê xebata xwe dewam dikir. Dayik û bavê min radizan, tenê ez û ew diman. Me pirî caran diaxivî û sohbet dikir.”
 
‘HEMÛ ZAROKÊN KURDISTANÊ YÊN ME NE’
 
Kurtay, bal kişand ser jiyana Kurtay û wiha got: “Kurtay berî bê girtin zewicîbû û zarokek wî hebû. Zaroka wî mir. Dema ku zaroka wî mir dayika min digiriya. Ferhat jê pirsa, ‘Dayê tu çima digirî?’ kir. Dayika min jî jê re got, ‘Ji ber ku neviyê min miriye ez digirîm.’ Ferhat cardin lê vegeriya û got, ‘hemû zarokên Kurdistanê yên me ne.’ Ew gotûbêja wan ji aqlê em qet derneketiye.”
 
HEVALÊN WÎ JÊ RE DIGOTIN ‘KARADENÎZÎ’
 
Kurtay, anî ziman ku xeyalê Kurtay ê herî mezin li Qoserê, perwerdeya bi zimanê kurdî dayîn bû û wiha bilêv kir: “Ferhat gelek tişt dinivîsandin. Heya demek dirêj nivîsên wî li gel min bûn. Dûre hinek kes hatin gel me û ji me xwestin. Ji me re gotin ewê dîsan paşve bînin. Ew nivîsên wî ji me girtin û carek din neanîn. Zimanê kurdî nîşanî me dikir. Hemû kesî ji wî re digot ‘ tu tirkî.’ Wî jî digot ‘Ez kürdim, hûn çima j imin re wisan dibêjin.’ Hevalên wî tim jê re digotin ‘Karadenîzî.’”
 
HEVDÎTINÊN GIRTÎGEHÊ
 
Kurtay, bal kişan ser hevdîtinên xwe yên girtîgehê û wiha rêz kir: “Em her tim diçûn ziyareta wî. Ji ber ku me bi tirkî nedizanî, me tenê yek hevok bi kar di anî. Hîna me ne digot hûn çawanin hevdîtin bi dawî dibû. Pir zor bû. Zimanê kurdî qedexe bû. Me jî bi tirkî ne dizanî. Me ji Ferhat pirsa ‘tu çawanî dikir.’ Wî jî bi kurdî di got ‘ez başim.’ Dema bi kurdî diaxivî jî, tavilê êrîşî wî dikirin. Her ku em diçûn ji me re digotin neyin. Ji ber ku her ku em diçûn hevdîtinê, piştî me îşkence li wan dikirin. Lê me ne dikarî em xwe bigirin û em dîsa diçûn.”
 
HER YEK JI WAN WELATEK BÛ
 
Xwişka Ferhat Kurtay, têkildarî dadgehkirina Ferhat jî wiha got: “Apê min û xaltiya min diçin dadgeha Ferhat. Hayrî Dûrmûş radibe û di axive. Wisan dikirin ku kesê li kêleka Dûrmûş rûniyeş Ferhat. Bi vê yekê pir keyfxweş dibin. Lê bele Ferhat wê demê jiyana xwe ji dest da bû. Dema vegeriyan malê, ji me re gotin ‘Ferhat ne axivî.’ Lê piştî dadgehê li wan re gotibûn ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piştî 12 rojan bavê min diçe Dîlokê. Me bi hêviya ku wê Ferhat derbikeve, paqijiya biharê dikir. Dayika min jî nan amede dikir. Di wê navberê de polîsek hat mala me. Ji bo ku ji dayika min re nebêjin hat mala me. Wî polîsî got Ferhat jiyana xwe ji dest daye. Jinbira min êrîşî wî kir û got ewê wî bikuje. Apê mine w polîs bi zorê ji nava deste me xelas kir. Xwedê vê rewşê neynê sere tu kesî. Em tenê dixwazin kesên ev yek anîn serê me, ew jî heman rewşê bijîn. Em çûn cenazayê Ferhat bigirin. Kesekê ji bavê min re ne got Ferhat jiyana xwe ji dest daye. Lê ji ber qerebalixtiya li ber malê zanîbû Ferhat wefat kiriye. Dema ku me cezayê Ferhat anî malê, bavê min nû dest bi feryadê kir. Me Ferhat li kêleka birayê wî defin kir. Di oxirê de me qurban dan. Her yek ji wan welatek bûn. Hemû kesên di vê oxirê de canê xwe de, wisanin.”
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir