Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn 2020-05-16 11:32:58 MÊRDÎN - Ferhat Kurtay yek ji “Çaran” di Girtîgeha Amedê de canê xwe dan ber agir bû. Xwişka Ferhat Rabîa Kurtay, diyar kir ku xeyala wî ya herî mezin perwerdeya bi zimanê kurdî dayîn bû û got: “Her yek ji wan welatek bû. Ferhat ser dida, lê sir ne dida.”   Ferhat Kurtay, Mahmut Zengin, Eşref Anyîk û Necmî Oner li Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê li dijî zilm, muamelên xirab, darvekirin û îşkenceya rêveberiya girtîgehê û Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, di 17'ê Gulana 1982'yan de, bedena xwe dan ber agir û weke “Çaran” navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsandin    Çaran ji hevalên xwe yên ku xwestin agirê wan vemirinên re gotin, “Agir geş bikin, ên ku avê li me bike îxanetkarin. Ev çalakî, divê bigihêje gel. Çalakiya me dewama çalakiya hevalê Mazlume. Em şopdarên Mazlûmin. Divê çalakiya me baş bê fêmkirin. Îxanet dibe teslîmiyetê û ev çalakiyeke li dijî zextan e.”   Xwişka yek ji Çaran Ferhat Kurtay Rabîa Kurtay, derbarê wê demê de û hevdîtina herî dawî ya bi birayê xwe re kiribû ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot.   BÊMAFÎ QEBÛ NEDIKIR    Xwişka Ferhat Rabîa Kurtay, diyar kir ku têkiliyek xurt di navbera wê û birayê wê de hebû û wiha axivî: “Ferhat mirovek pir dirust bî. Ji hevalên xwe re hevaltiyek pir xweş dikir. Di xebitî û meaşê xwe bi hevalên xwe re parve dikir. Hevalên wî tim li dûra wî kom dibûn. Bi hevalên xwe re têkiliyek xurt datîna. Dema ku ew û hevalên xwe li ser cadeya Rihayê meşiyan, cade tije bû. Ferhat ser dida lê sir ne dida. Bêmafî qet qebûl nedikir. Hevalê maf û rastiyê bû. Ji bo rastiyê ew canê xwe yê şirîn da ber agir. Heya ku em bimirin jî emê wan şitilan di bîranînên xwe de bidin jiyîn. Di wê demê de heya saet 12 şevê ceyran didan. Ferhat qet ne radiza, tim dixebitî. Wê demê, weke niha dersxane tune bûn. Lê wî tim dixwend. Kesek pir zîrek bû. Piştî ku ceyran qût dibûn jî li ber roniya findê xebata xwe dewam dikir. Dayik û bavê min radizan, tenê ez û ew diman. Me pirî caran diaxivî û sohbet dikir.”   ‘HEMÛ ZAROKÊN KURDISTANÊ YÊN ME NE’   Kurtay, bal kişand ser jiyana Kurtay û wiha got: “Kurtay berî bê girtin zewicîbû û zarokek wî hebû. Zaroka wî mir. Dema ku zaroka wî mir dayika min digiriya. Ferhat jê pirsa, ‘Dayê tu çima digirî?’ kir. Dayika min jî jê re got, ‘Ji ber ku neviyê min miriye ez digirîm.’ Ferhat cardin lê vegeriya û got, ‘hemû zarokên Kurdistanê yên me ne.’ Ew gotûbêja wan ji aqlê em qet derneketiye.”   HEVALÊN WÎ JÊ RE DIGOTIN ‘KARADENÎZÎ’   Kurtay, anî ziman ku xeyalê Kurtay ê herî mezin li Qoserê, perwerdeya bi zimanê kurdî dayîn bû û wiha bilêv kir: “Ferhat gelek tişt dinivîsandin. Heya demek dirêj nivîsên wî li gel min bûn. Dûre hinek kes hatin gel me û ji me xwestin. Ji me re gotin ewê dîsan paşve bînin. Ew nivîsên wî ji me girtin û carek din neanîn. Zimanê kurdî nîşanî me dikir. Hemû kesî ji wî re digot ‘ tu tirkî.’ Wî jî digot ‘Ez kürdim, hûn çima j imin re wisan dibêjin.’ Hevalên wî tim jê re digotin ‘Karadenîzî.’”   HEVDÎTINÊN GIRTÎGEHÊ   Kurtay, bal kişan ser hevdîtinên xwe yên girtîgehê û wiha rêz kir: “Em her tim diçûn ziyareta wî. Ji ber ku me bi tirkî nedizanî, me tenê yek hevok bi kar di anî. Hîna me ne digot hûn çawanin hevdîtin bi dawî dibû. Pir zor bû. Zimanê kurdî qedexe bû. Me jî bi tirkî ne dizanî. Me ji Ferhat pirsa ‘tu çawanî dikir.’ Wî jî bi kurdî di got ‘ez başim.’ Dema bi kurdî diaxivî jî, tavilê êrîşî wî dikirin. Her ku em diçûn ji me re digotin neyin. Ji ber ku her ku em diçûn hevdîtinê, piştî me îşkence li wan dikirin. Lê me ne dikarî em xwe bigirin û em dîsa diçûn.”   HER YEK JI WAN WELATEK BÛ   Xwişka Ferhat Kurtay, têkildarî dadgehkirina Ferhat jî wiha got: “Apê min û xaltiya min diçin dadgeha Ferhat. Hayrî Dûrmûş radibe û di axive. Wisan dikirin ku kesê li kêleka Dûrmûş rûniyeş Ferhat. Bi vê yekê pir keyfxweş dibin. Lê bele Ferhat wê demê jiyana xwe ji dest da bû. Dema vegeriyan malê, ji me re gotin ‘Ferhat ne axivî.’ Lê piştî dadgehê li wan re gotibûn ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piştî 12 rojan bavê min diçe Dîlokê. Me bi hêviya ku wê Ferhat derbikeve, paqijiya biharê dikir. Dayika min jî nan amede dikir. Di wê navberê de polîsek hat mala me. Ji bo ku ji dayika min re nebêjin hat mala me. Wî polîsî got Ferhat jiyana xwe ji dest daye. Jinbira min êrîşî wî kir û got ewê wî bikuje. Apê mine w polîs bi zorê ji nava deste me xelas kir. Xwedê vê rewşê neynê sere tu kesî. Em tenê dixwazin kesên ev yek anîn serê me, ew jî heman rewşê bijîn. Em çûn cenazayê Ferhat bigirin. Kesekê ji bavê min re ne got Ferhat jiyana xwe ji dest daye. Lê ji ber qerebalixtiya li ber malê zanîbû Ferhat wefat kiriye. Dema ku me cezayê Ferhat anî malê, bavê min nû dest bi feryadê kir. Me Ferhat li kêleka birayê wî defin kir. Di oxirê de me qurban dan. Her yek ji wan welatek bûn. Hemû kesên di vê oxirê de canê xwe de, wisanin.”   MA / Ahmet Kanbal