Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe

  • rojane
  • 11:03 16 Gulan 2020
  • |
img
STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, bal kişand ser gotina Ocalan a Hevsengiya Rojhilata Navîn li ser “Bêstatuya Kurd" hatiye avakirin û wiha got: "Brêz Ocalan dixweze siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyê hemû gelan biguherîne pêş dixe. Ocalan bi hişmendiya çîroka dîrokî ya 'Tu dê destûr nede ku li ermeniyan bixin' tev digere." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. Di 21 zalan de tenê carekê mafê axaftina bi telefonê dan Ocalan. Ocalan piştî 21 salên girtî  yekem car di 27'ê nisanê de bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Di axaftina telefonê de bal kişand ser êrîşên li herêma Zînî Wertê, Sekna PDK-YNK, Geşedanên li Rojhilat û Bakurê Suriyeyê û xebatên HDP'ê û xwest Kurd bibin yek. Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Endamê Lijneya Navendî ya HDP'ê Cengîz Çîçek, bal kişand ser peyamên Ocalan û polîtîkayên dewletê yên li dijî Ocalan. 
 
Çîçek, ewil anî ziman ku mirov nikare tecrîdê bêyî polîtîkayên hêzên pergala hegemon a kapitalist (DYA, YE, Rûsya) yên li ser Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bifikire û wiha got: "Di serdema şerê sar de polîtîkayên li dijî Rojhilata Navîn bi komploya li dijî Ocalan dest pê kir. Bi vî şerê sar tecrida mutlak dest pê kir. Li gorî gotina Ocalan, armanca wan ew bû ku siyaseta tevgera azadiya Kurd a ku lîstik û planên wan ên li herêmê xera dike, tasfiye bike bû. Li hemberî vê perçekirinê Tirkiye dê ji bo polîtîkayên herêmê taşeronî kiribûya. Vê polîtîkayê bi Ecevit dest pê kir û îro bi Erdogan didome. " 
 
Çîçek, diyar kir ku hiqûqa korsan a li dijî Îmraliyê nêzîkatiyên siyasî yên li dijî Ocalan reng û rastiya li dijî gelê Kurd û têkoşîna demokratîk nîşan dide û wiha got: "Tecrîda di şexsê Ocalan a li Îmraliyê de, tecrîda hêzên demokartîk a Tirkiyeyê û hêzên azadiya Rojhilata Navîn e. Her tecrîd û îzolasyona li gravê raste rast bandora xwe li herêmê û welat dike. Tecrîda li îmraliyê dibe şer, xwînk, hêsir û vedigere. Bi xwe re çareseriyê bêtir dixetimîne. Li gorî vê yekê têkoşîna ji bo hiqûqa demokratîk a li Îmraliyê û parastina hiqûqa demokratîk, di heman demê de têkoşîna li dijî bêhiqûqîya li Tirkiyeyê ye." 
 
SEKNA LI DIJÎ SEPANTINÊN LI ÎMRALIYE SEKNA LI DIJÎ SEPANTINÊN LI TIRKIYE Û ROJHİLATA NAVÎN E
 
Çîçek, bal kişand ser têkoşîna hêzên demokratîk a li dijî tecrîdê û wiha berdewam kir: "Helwesta demokratîk a herî kêm a li hemberî polîtîkayên Îmraliyê, helwest û sekna  ji bo pêşeroja demokartîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn nîşan dide. Li gorî hewcedarî û rastiya polîtîkaya Îmraliyê, her maseya muzakereyê ku bê avakirin, divê di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd esas bigire. Divê rê li pêş şer, berberî û biger. Divê rê li pêş siyaseta demokratîk û aştiyane veke. Ji ber vê yekê maseya muzakereyan a bê avakirin dê rê li pêş asayîbûn û siyaseta aştiyane veke. Ev cerebeya 21 salan a Îmraliyê nîşanî me dide. Ji ber vê yekê helwesta herî kêm ya demokratîk dê li dijî polîtîkayên 21 salan ên NATO/Nijadî yên li Îmraliyê têne meşandin, pêşeroja demokratîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn diyar bike." 
 
ASAYÎ DÎTINA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DIBE SEDEM KU PERGALA WEKÎ VÎRÛSÊ LI HIMÛ WELAT BELAV BIBE
 
Çîçek, anî ziman ku Ocalan piştî 21 salan yekem car ji mafê telefonê sûdê digire û wiha axivî: "Axaftina Ocalan a telefonê bi awayekî xwezayî geşedanên siyasî yên di rojevê de ne. Cemaweriya demokratîk sûdnegirtina telefonê ya Ocalan a 21 salan wekî meseya têkoşîna demokratîk nagire dest. Êdî qada Îmraliyê ya ‘li dijî hiqûqê' qebûl kirine. Hêzên muxalîf ên demokratîk, çiqas pêkanînên li dijî hiqûqê asayî bibînin û qebûl bike, ew qas rejîma li dijî hiqûqê vê pergala li dijî hiqûqê wekî vîrûsekê belav dike û hêzên demokratîk nikarin rê li pêş wê bigirin. Ev hevnegirtina sepantina tecrîda li Îmraliyê jî bi xwe re kaoz û xapandinê belav dike."  
 
LI ÎMRALIYÊ PERGALA JI BÎRKIRIN Û RIZANDINA LI DEMÊ HATIYE BELAVKIRIN HEYE 
 
Çîçek, bal kişand ser pergala li Îmraliyê tê meşandin û wiha lê zêde kir: "Li Îmraliyê pegala ji bîrkirin û rizandinê ku di li demê hatiye belavkirin heye. Kuştinek hêdî hêdî heye. Siyaseta tunekirinê hêdî hêdî dixin meriyetê. Têkiliya vê siyasetê û tayînqikirina qeyûman, goristanên gerîlla, êrişên siyasî, birdozî û eskerî yên li dijî Bakurê Kurdistanê û Rojava bi hevre heye. Divê mirov van têkilan rast bibîne. Polîtikayên îqtîdara peyî, polîtîkayên şikandina bîrdozî, şikandina nirxan, şikadina ekolojî, şikadina hiqûq, şikadina fahîza û komkujiyê ye. Yek ji hedefa van êrîşên Îmralî ye. Ji ber ku Îmralî navenda bîrdozî, politik-psikoloji, hafiza civakî, nirxên civakî, çand û huqûqê ye. Ji ber vê yekê wekî Ocalan jî gotiye "Tu dê destûr nede li ermeniyan bixin" Ev çîrokek wê ya dîrokî heye. 
 
'DIVÊ HDP XWE MEZIN BIKE' 
 
Cengîz Çîçek, bal kişand ser peyama Ocalan a "Divê HDP xwe mezin bike bibe hêz" û wiha got; "Ocalan bal dikişîne ser aliyê bi rîsk û vala. Hem sazumankarê fikre ye, hem jî ji serdema xwendekariya xwe ya nava tevgerên sosyalîst, heta 40 salên dawî yên têkoşîna azadiya Kurd de, her tim li ser yekîtî, sîwan, eniyê rawestiya. HDP berhema vê fikrê ye. Fikra ji bo HDP’ê pir bi qîmet e. Wekî xwediyê vê hafizayê, dixwaze hêzên demokratîk û muxalîf ên li Tirkiye û Kurdistanê qezenç bike. Ev tê famkirin. Bi vî aliyê xwe, HDP divê li gel kêmasî û nebesiyên xwe, wekî partiya rexnedayina dîrokî xwe ava bike û bibe aktorê sereke yê têkoşina azadî û demokrasiyê. HDP ji roja hatiye avakirin heta niha bû hêvî. Lê ev ne bes e. Ji xwe Ocalan jî balê dikişîne ser vê yekê. Divê li gel hemû êrîş û astengiyan HDP ji nirxên xwe yên siyaseta demokratîk û berxwedê tawîzan nede. Ocalan dema dibêje “Divê HDP xwe mezin bike û bike hêz' Aliye vala yê iskanê digire dest. Balê dikişîne ser rîskê. Divê mirov banga Ocalan wekî rêbaza têkoşînê û hem jî li gorî dîrok û rojaneyê bike yek û nêzîkatiyek siyasî derxe holê. 
 
Ocalan, ji roja HDK û HDP ava bû heta niha li dijî qara zêd ya kapitalizma kurevî, talankirin û wêrankirina li ser xweza, jin û kedê, polîtikayên netew dewleta Tirk a yekperest rawestiya. Hêza HDK û HDP, wekî hêza li djiî hişmendiya netew dewlet ya ku di qada çand, bawerî, civak, ekolojî, ked, jin û ciwanan de civaka demokratîk û bi rêxistin ava dike girt dest. Hişyariyên Ocalan li dijî olperesît, nijadperestî, kevnepernestî, berberî û îqtîdarê avakirina hêza gel e. Nîşan dide ku ev yek jî divê bi HDP’ê pêk bê. Ji ber vê yekê Ocalan dixwaze li gel hemû êrîşan HDP bi hêz be. 
 
Çîçek, anî ziman ku Ocalan herî zêde bal kişand ser rêxistinbûna gel demokratik û civakbûna siyasê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bal kişand ser yekitiyen hêzên demokratîk. Xwest van toran bi rêxistin bikin. Ji ber vê yekê rexneyên li hemberî HDP'ê û partiyên din, erka ku komisyon, komun, meclîs, kooperatif û torên piştevaniyê ava bikin û wan tev li têkoşîna polîtik bikin bê dîtin. Çiqas HDP girîngiyê bide rêxistina civakî û civakê bi rêxistin bike dê ew qas karibe di çareseriya pirsgirêka Kurd de bêtir bibe muxatab û zorê li îqtîdarê bike."
 
'OCALAN JI BO  PÊŞEROJA TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN SIYASETÊ PÊŞ DIXE' 
 
Çîçek, bal kişand ser rexneya Ocalan a têkildarî bêsatuya Kurd û wiha got: "Ocalan diyar dike ku Hevsengiya Rojhilata Navîn li ser bêstatuya  Kurd tê avakirin. Ocalan bi siyaseta xwe ne tenê pêşeroja gelê Kurd pêşeroja hemû gelê Rojhilata Navîn siyasetê dike û pêş dixe. Ocalan diyar dike ku polîtîkayên dewlet netewiyên Pers, Ereb, Tirkanan li ser înkara Kurdan hatiye avakirin û ji ber vê yekê Ocalan dixwaze hemû gelê Kurd û partiyên kurd ji dîroka xwe dersan derxin û bibin yek. Balê dikişîne ser protokola 82'an a yekîtiya neteweya Kurd. Em dikarin vê protokolê wekî peymana meclîsê bigirin dest. Dixwaze her kurdê ku dilê wî ji bo yekîtiya Kurdan hil dibe, vê yekê ji bo xwe erk û berpirsiyarî bigire dest. Dixwaze her kurd yekîneyên sivîl ava bike û înîsiyatifê pêş bixe." 
 
'HÊZÊN DESTHILATDAR JI AŞTÎ Û YEKÎTIYA GELAN Û BAWERIYAN DITIRSIN'
 
Cengîz bal kiand ser peyama Ocalan a ji bo Şoreşa Rojava û wiha bi dawî kir: "Nêzîkatiya Ocalan a ji bo HDP'ê û yekitiya neteweya Kurd ji bo Rojava jî derbasdar e. Li Rojhilata Navîn hêzên serdest ji du tuştan ditirsin. Ya ewil ji yekitî û aştiya baweriya gelan ditirse. Ya din jî aştî û xweşbînîna nava gelan û baweriyan e. Yekitî û aştiya nava gelan û baweriyan ji bo kapitalista netew jahr e. Ji ber vê yekê dixwaze bi şopa politîkayên biçûk nekevin. Diroka Rojhilata Navîn bi van mînakan tijî ye. Peyama Ocalan ji bo hemû mirovahiyê pêşniyara jiyana nû ye. Nirxên moral li ser piyan dihêle. 
 
MA / Ferhat Çelik
 

Sernavên din

17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir