Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe 2020-05-16 11:03:58   STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, bal kişand ser gotina Ocalan a Hevsengiya Rojhilata Navîn li ser “Bêstatuya Kurd" hatiye avakirin û wiha got: "Brêz Ocalan dixweze siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyê hemû gelan biguherîne pêş dixe. Ocalan bi hişmendiya çîroka dîrokî ya 'Tu dê destûr nede ku li ermeniyan bixin' tev digere."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. Di 21 zalan de tenê carekê mafê axaftina bi telefonê dan Ocalan. Ocalan piştî 21 salên girtî  yekem car di 27'ê nisanê de bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Di axaftina telefonê de bal kişand ser êrîşên li herêma Zînî Wertê, Sekna PDK-YNK, Geşedanên li Rojhilat û Bakurê Suriyeyê û xebatên HDP'ê û xwest Kurd bibin yek. Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Endamê Lijneya Navendî ya HDP'ê Cengîz Çîçek, bal kişand ser peyamên Ocalan û polîtîkayên dewletê yên li dijî Ocalan.    Çîçek, ewil anî ziman ku mirov nikare tecrîdê bêyî polîtîkayên hêzên pergala hegemon a kapitalist (DYA, YE, Rûsya) yên li ser Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bifikire û wiha got: "Di serdema şerê sar de polîtîkayên li dijî Rojhilata Navîn bi komploya li dijî Ocalan dest pê kir. Bi vî şerê sar tecrida mutlak dest pê kir. Li gorî gotina Ocalan, armanca wan ew bû ku siyaseta tevgera azadiya Kurd a ku lîstik û planên wan ên li herêmê xera dike, tasfiye bike bû. Li hemberî vê perçekirinê Tirkiye dê ji bo polîtîkayên herêmê taşeronî kiribûya. Vê polîtîkayê bi Ecevit dest pê kir û îro bi Erdogan didome. "    Çîçek, diyar kir ku hiqûqa korsan a li dijî Îmraliyê nêzîkatiyên siyasî yên li dijî Ocalan reng û rastiya li dijî gelê Kurd û têkoşîna demokratîk nîşan dide û wiha got: "Tecrîda di şexsê Ocalan a li Îmraliyê de, tecrîda hêzên demokartîk a Tirkiyeyê û hêzên azadiya Rojhilata Navîn e. Her tecrîd û îzolasyona li gravê raste rast bandora xwe li herêmê û welat dike. Tecrîda li îmraliyê dibe şer, xwînk, hêsir û vedigere. Bi xwe re çareseriyê bêtir dixetimîne. Li gorî vê yekê têkoşîna ji bo hiqûqa demokratîk a li Îmraliyê û parastina hiqûqa demokratîk, di heman demê de têkoşîna li dijî bêhiqûqîya li Tirkiyeyê ye."    SEKNA LI DIJÎ SEPANTINÊN LI ÎMRALIYE SEKNA LI DIJÎ SEPANTINÊN LI TIRKIYE Û ROJHİLATA NAVÎN E   Çîçek, bal kişand ser têkoşîna hêzên demokratîk a li dijî tecrîdê û wiha berdewam kir: "Helwesta demokratîk a herî kêm a li hemberî polîtîkayên Îmraliyê, helwest û sekna  ji bo pêşeroja demokartîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn nîşan dide. Li gorî hewcedarî û rastiya polîtîkaya Îmraliyê, her maseya muzakereyê ku bê avakirin, divê di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd esas bigire. Divê rê li pêş şer, berberî û biger. Divê rê li pêş siyaseta demokratîk û aştiyane veke. Ji ber vê yekê maseya muzakereyan a bê avakirin dê rê li pêş asayîbûn û siyaseta aştiyane veke. Ev cerebeya 21 salan a Îmraliyê nîşanî me dide. Ji ber vê yekê helwesta herî kêm ya demokratîk dê li dijî polîtîkayên 21 salan ên NATO/Nijadî yên li Îmraliyê têne meşandin, pêşeroja demokratîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn diyar bike."    ASAYÎ DÎTINA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DIBE SEDEM KU PERGALA WEKÎ VÎRÛSÊ LI HIMÛ WELAT BELAV BIBE   Çîçek, anî ziman ku Ocalan piştî 21 salan yekem car ji mafê telefonê sûdê digire û wiha axivî: "Axaftina Ocalan a telefonê bi awayekî xwezayî geşedanên siyasî yên di rojevê de ne. Cemaweriya demokratîk sûdnegirtina telefonê ya Ocalan a 21 salan wekî meseya têkoşîna demokratîk nagire dest. Êdî qada Îmraliyê ya ‘li dijî hiqûqê' qebûl kirine. Hêzên muxalîf ên demokratîk, çiqas pêkanînên li dijî hiqûqê asayî bibînin û qebûl bike, ew qas rejîma li dijî hiqûqê vê pergala li dijî hiqûqê wekî vîrûsekê belav dike û hêzên demokratîk nikarin rê li pêş wê bigirin. Ev hevnegirtina sepantina tecrîda li Îmraliyê jî bi xwe re kaoz û xapandinê belav dike."     LI ÎMRALIYÊ PERGALA JI BÎRKIRIN Û RIZANDINA LI DEMÊ HATIYE BELAVKIRIN HEYE    Çîçek, bal kişand ser pergala li Îmraliyê tê meşandin û wiha lê zêde kir: "Li Îmraliyê pegala ji bîrkirin û rizandinê ku di li demê hatiye belavkirin heye. Kuştinek hêdî hêdî heye. Siyaseta tunekirinê hêdî hêdî dixin meriyetê. Têkiliya vê siyasetê û tayînqikirina qeyûman, goristanên gerîlla, êrişên siyasî, birdozî û eskerî yên li dijî Bakurê Kurdistanê û Rojava bi hevre heye. Divê mirov van têkilan rast bibîne. Polîtikayên îqtîdara peyî, polîtîkayên şikandina bîrdozî, şikandina nirxan, şikadina ekolojî, şikadina hiqûq, şikadina fahîza û komkujiyê ye. Yek ji hedefa van êrîşên Îmralî ye. Ji ber ku Îmralî navenda bîrdozî, politik-psikoloji, hafiza civakî, nirxên civakî, çand û huqûqê ye. Ji ber vê yekê wekî Ocalan jî gotiye "Tu dê destûr nede li ermeniyan bixin" Ev çîrokek wê ya dîrokî heye.    'DIVÊ HDP XWE MEZIN BIKE'    Cengîz Çîçek, bal kişand ser peyama Ocalan a "Divê HDP xwe mezin bike bibe hêz" û wiha got; "Ocalan bal dikişîne ser aliyê bi rîsk û vala. Hem sazumankarê fikre ye, hem jî ji serdema xwendekariya xwe ya nava tevgerên sosyalîst, heta 40 salên dawî yên têkoşîna azadiya Kurd de, her tim li ser yekîtî, sîwan, eniyê rawestiya. HDP berhema vê fikrê ye. Fikra ji bo HDP’ê pir bi qîmet e. Wekî xwediyê vê hafizayê, dixwaze hêzên demokratîk û muxalîf ên li Tirkiye û Kurdistanê qezenç bike. Ev tê famkirin. Bi vî aliyê xwe, HDP divê li gel kêmasî û nebesiyên xwe, wekî partiya rexnedayina dîrokî xwe ava bike û bibe aktorê sereke yê têkoşina azadî û demokrasiyê. HDP ji roja hatiye avakirin heta niha bû hêvî. Lê ev ne bes e. Ji xwe Ocalan jî balê dikişîne ser vê yekê. Divê li gel hemû êrîş û astengiyan HDP ji nirxên xwe yên siyaseta demokratîk û berxwedê tawîzan nede. Ocalan dema dibêje “Divê HDP xwe mezin bike û bike hêz' Aliye vala yê iskanê digire dest. Balê dikişîne ser rîskê. Divê mirov banga Ocalan wekî rêbaza têkoşînê û hem jî li gorî dîrok û rojaneyê bike yek û nêzîkatiyek siyasî derxe holê.    Ocalan, ji roja HDK û HDP ava bû heta niha li dijî qara zêd ya kapitalizma kurevî, talankirin û wêrankirina li ser xweza, jin û kedê, polîtikayên netew dewleta Tirk a yekperest rawestiya. Hêza HDK û HDP, wekî hêza li djiî hişmendiya netew dewlet ya ku di qada çand, bawerî, civak, ekolojî, ked, jin û ciwanan de civaka demokratîk û bi rêxistin ava dike girt dest. Hişyariyên Ocalan li dijî olperesît, nijadperestî, kevnepernestî, berberî û îqtîdarê avakirina hêza gel e. Nîşan dide ku ev yek jî divê bi HDP’ê pêk bê. Ji ber vê yekê Ocalan dixwaze li gel hemû êrîşan HDP bi hêz be.    Çîçek, anî ziman ku Ocalan herî zêde bal kişand ser rêxistinbûna gel demokratik û civakbûna siyasê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bal kişand ser yekitiyen hêzên demokratîk. Xwest van toran bi rêxistin bikin. Ji ber vê yekê rexneyên li hemberî HDP'ê û partiyên din, erka ku komisyon, komun, meclîs, kooperatif û torên piştevaniyê ava bikin û wan tev li têkoşîna polîtik bikin bê dîtin. Çiqas HDP girîngiyê bide rêxistina civakî û civakê bi rêxistin bike dê ew qas karibe di çareseriya pirsgirêka Kurd de bêtir bibe muxatab û zorê li îqtîdarê bike."   'OCALAN JI BO  PÊŞEROJA TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN SIYASETÊ PÊŞ DIXE'    Çîçek, bal kişand ser rexneya Ocalan a têkildarî bêsatuya Kurd û wiha got: "Ocalan diyar dike ku Hevsengiya Rojhilata Navîn li ser bêstatuya  Kurd tê avakirin. Ocalan bi siyaseta xwe ne tenê pêşeroja gelê Kurd pêşeroja hemû gelê Rojhilata Navîn siyasetê dike û pêş dixe. Ocalan diyar dike ku polîtîkayên dewlet netewiyên Pers, Ereb, Tirkanan li ser înkara Kurdan hatiye avakirin û ji ber vê yekê Ocalan dixwaze hemû gelê Kurd û partiyên kurd ji dîroka xwe dersan derxin û bibin yek. Balê dikişîne ser protokola 82'an a yekîtiya neteweya Kurd. Em dikarin vê protokolê wekî peymana meclîsê bigirin dest. Dixwaze her kurdê ku dilê wî ji bo yekîtiya Kurdan hil dibe, vê yekê ji bo xwe erk û berpirsiyarî bigire dest. Dixwaze her kurd yekîneyên sivîl ava bike û înîsiyatifê pêş bixe."    'HÊZÊN DESTHILATDAR JI AŞTÎ Û YEKÎTIYA GELAN Û BAWERIYAN DITIRSIN'   Cengîz bal kiand ser peyama Ocalan a ji bo Şoreşa Rojava û wiha bi dawî kir: "Nêzîkatiya Ocalan a ji bo HDP'ê û yekitiya neteweya Kurd ji bo Rojava jî derbasdar e. Li Rojhilata Navîn hêzên serdest ji du tuştan ditirsin. Ya ewil ji yekitî û aştiya baweriya gelan ditirse. Ya din jî aştî û xweşbînîna nava gelan û baweriyan e. Yekitî û aştiya nava gelan û baweriyan ji bo kapitalista netew jahr e. Ji ber vê yekê dixwaze bi şopa politîkayên biçûk nekevin. Diroka Rojhilata Navîn bi van mînakan tijî ye. Peyama Ocalan ji bo hemû mirovahiyê pêşniyara jiyana nû ye. Nirxên moral li ser piyan dihêle.    MA / Ferhat Çelik