Jinan bertek nîşanî înfazê dan

  • rojane
  • 14:55 29 Nîsan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇAYAN – Bi pêşengtiya Meclîsa Jinê ya HDP’ê li gelek bajaran bertek ji bo Qanûna Înfazê ya weke “Efoya sergirtî” tê nirxandin hat dayîn û wiha hat gotin: “Em Qanîna Înfazê ya dijminê jinê qebûl nakin. Em di înfazê de wekheviyê dixwazin. Hemû girtiyan serbest berdin.”

Bi pêşengtiya Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajaran, bertek ji  bo Qanûna Înfazê ya ali yê AKP û MHP’ê ve hatibû qebûlkirin hat dayîn. Jinan di daxuyaniyên dan de, diyar kirin ku ewê pêşnûmeya înfazê ya dijmînê jinane bûl nekin. Aktîvîstên TJA’yê, jinên HDK û HDP’î ligel astengiyên polîsan jî li ber Girtîgeha Bakirkoyê Qanûna Înfazê şermezar kirin û xwestin bi qanûneke nû hemû girtî serbest bên berdan. 
 
ŞIRNEX
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Şirnexê, TJA ji bo balê bikşînin ser zagona înfazê û rewşa li girtîgehan li Şirnexê û navçeyên wê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê Nûran Îmir, Hevseoka Şaredariya Cizîrê Guler Tunç, xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniya li avahiya HDP'ê hat dayin, bûn. Metna hevpar ji aliyê Guler Tunç ve hat xwendin. 
 
Daxuyaniya hevpar a jinan wiha ye:
 
"Li hemû cîhanê li dijî Vîrusa Koronayê tedbîr tên girtin li AKP-MHP zagonên ku di serdemên dinê de nikaribû bike meriyetê niha pandemiyê dike firsed û zagonan ji meclîsê derbas dike. Em zagona ku em wekî zagona mirinê pênase dikin dema hat amadekirin fikrên partiyên muxalefet, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan, raya giştî ya demokratîk nehat guhdarkirin. Li welat her cura mafên demokratîk nayê hiştin ku bên bikaranînin. Aygitên muxalefeta civakî di bin zextan tên hiştin û zagon bûye mîna darê îktidarê. Li Îmraliyê û li hemû girtîgehan tecrîd hatiye belavkirin. Tecrîd li hemû girtîgehan hatiye belavkirin. Em jin dizanin ku bi vê zagonê girtî terkî mirinê hatin hiştin. Mafya û kesên li dijî jinan û zarokan sûc kirine serbest hatin  berdan. Loma ev zagona zagona wehşetê ye. Ev zagona Figen, Sebahat, Gultan, Selmayan ên têkoşîna jinê dimeşînin bi talûkeya mirinê rû bi rû dihêle. Em li vir banga xwe dîsa nû dikin û dibêjin bila girtîgeh bên valakirin û li dijî bersûcên tundiyê tevdîr bên girtin. Em zagona înfazê ya dijminê jinê qebûl nakin. Bijî piştevaniya jinê."
 
AMED 
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Amedê, TJA, MEBYA-DER, TUAYDER, TUHAD-FED Rêxistina bajêr û navçeyan a HDP-DBP'ê xwestin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê daxuyaniyê bide. Polîsan daxuyaniya li ber girtîgehê asteng kirin. 
 
Piştre li ber Avahiya HDP'ê ya Rezanê daxuyanî hat dayin. Parlamentera HDP'ê Semra Guzel daxuyanî xwend û got ew ê têkoşîna li dijî zagona înfazê ya dijminê jinê bi dawî nebe.
 
WAN 
 
Daxuyaniya hevpar li avahiya HDP'ê hat kirin. Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Wanê, Aktivîstên TJA'yê beşdar bûn. Hevseroka HDP'ê ya Tuşbayê Edibe Babur daxuyanî xwend.
 
COLEMÊRG 
 
Li Colemêrgê jî bi tevlîbûna Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Sîpan Turan, Hevşaredara HDP'ê ya Colemêrgê ya ku cihê wê qeyûm hatî tayînkirin, endamên meclîsa şaredariyê li avahiya HDP'ê ya bajêr têkîldarî qanûna înfazê de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP'ê a Colemêrgê Sîpan Turan ve hat xwendin. Daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê li dijî zagonên ku jinan tune dihesibinin têbikoşin.
 
SÊRT 
 
Li Sêrtê bi tevlîbûna Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik û Endamên Meclîsa Jinên HDP'ê li avahiya Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya ku ji aliyê aktivîsta TJA'yê Leyla Sevgîn ve hatiye xwendin,hate diyar kirin ku ew ê zagona ku bi dijminahiya jinan ve hatî çêkirin wê qebûl nekin û hat gotin ku ew ê heta dawiyê li dijiî van polîtîkayan tebikoşin.
 
ÊLIH
 
Li Êlîhê bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Êlîhê Feleknas Uca, Hevseroka HDP'ê ya Êlîhê Fatma Albay, hevşaredara Êlîhê Songûl Korkmaz a ku şûna wê qeyûm hatî tayînkirin, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa jinên HDP'ê li avahiya avahiya HDP'ê têkîdarî qanûna înfazê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Êlîhê Fatma Albay ve hate xwendin.
 
STENBOL 
 
Meclîsên Jinan ên HDP û HDK'ê yên Stenbolê li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê hatin gel hevdu. Hevberdevka HDK'ê Îdil Ugurlu, Parlmentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut beşdar bûn. Li ser astengiya polîsan jinan xwestin li ser Rêya E5'ê daxuyaniyê bidin. Pankarta ku hat vekirin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Piştre daxuyanî ji aliyê Huda Kaya ve hat xwendin. Piştî daxuyaniyê jinan qad terk kirin. 
 
EDENE
 
Bi beşdarbûna Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogulari, Aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Edeneyê li avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Edeneyê Saniye Seçkin daxuyanî xwend. 
 
Piştî daxuyaniyê Tulay Hatimogulari axivî û got:"Bi erêkirina zagona infazê ya bi destên AKP-MHP'ê siberoja zarokan ji ber kujer, çete û dijminên jinê yên hatin berdan, ketiye talûkeyê. Divê ji bo girtiyên di girtîgehan de tevdîr bê girtin."
 
Li Mêrdîn, Meletî, Dîlok, Çewlig, Mêrsîn, Hatay, Îzmîr û Aydinê jî jinan bi heman armancê daxuyanî dan û xwestin qanûneke nû ya înfazê bê derxistin û hemû girtî serbest bên berdan. 
 

Sernavên din

01/05/2020
15:40 Li 15 rêveberên DÎSK'ê 47 Hezar û 730 tl ceza birîn
15:13 Dayîkên Şengalê ji rêxistinên Kurdan xwestin peyama Ocalan rast binirxînin
14:42 Rojeva Cîhanê 1’ê Gulanê ye
14:32 Li Mexmûrê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
14:14 Qada Îstasyonê îsal vale ma
14:14 Rêveberiya Xweser a Sûrî 1’ê Gulanê pîroz kir
13:23 Li Wanê 14 kes hatin binçavkirin
13:15 Li Amedê 2 avahî xistin qerantînayê
13:00 Çelenga zerar dît gîhandin Bîrdariya Taksimê
12:59 Li Enqereyê bang kirin: Em li her derê ne
12:49 Ziyaretên girtîgehan heta 15 rojên din taloq kirin
12:33 Sancar: Tifaqa li dijî desthilatê bêyî HDP’ê nabe
11:52 Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan
11:32 Li Qada Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
11:31 Stêrk TV, li ser satalayta DVB-S2 dest bi weşanê kir
11:18 Tevî qedexeya derketina derve jî ji bo mafên xwe derketin derve
11:13 CNN Turkê 3 rojnameger ji kar avêtin
11:04 KCD'ê bi 3 zimanan 1'ê Gulanê pîroz kir
11:03 Kose li dijî qarantînaya siyasî rêya sêyemîn pêşniyar kir
10:49 3 kesên xwestin bimeşin Taksimê hatin binçavkirin
10:32 Li Taksîmê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin
09:32 Nexweşê Şewbê vegot: Heta nîşane neyên dîtin test nayên kirin
09:31 Di 7 mehan de 320 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin
09:29 Di binçavan de gefa ‘Em ê hestiyên we bi postayê bişînin’
09:03 Ne dikare ji nava cihan rabe û ne jî dikare raze
09:02 3 girtiyên jin di karantînayê de ne: Nîşaneyên şewbê hene, lê test tunene
09:02 Xwîşka Aktaş: Li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye
09:01 Li Hatayê fikare ji bo penaberan
09:01 Weqfa Baran Tûrsûn: Erka 'berdanê' ya polîsan betal bikin
09:01 Kamaç: Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin