Jinan bertek nîşanî înfazê dan 2020-04-29 14:55:11 NAVENDA NÛÇAYAN – Bi pêşengtiya Meclîsa Jinê ya HDP’ê li gelek bajaran bertek ji bo Qanûna Înfazê ya weke “Efoya sergirtî” tê nirxandin hat dayîn û wiha hat gotin: “Em Qanîna Înfazê ya dijminê jinê qebûl nakin. Em di înfazê de wekheviyê dixwazin. Hemû girtiyan serbest berdin.” Bi pêşengtiya Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajaran, bertek ji  bo Qanûna Înfazê ya ali yê AKP û MHP’ê ve hatibû qebûlkirin hat dayîn. Jinan di daxuyaniyên dan de, diyar kirin ku ewê pêşnûmeya înfazê ya dijmînê jinane bûl nekin. Aktîvîstên TJA’yê, jinên HDK û HDP’î ligel astengiyên polîsan jî li ber Girtîgeha Bakirkoyê Qanûna Înfazê şermezar kirin û xwestin bi qanûneke nû hemû girtî serbest bên berdan.    ŞIRNEX   Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Şirnexê, TJA ji bo balê bikşînin ser zagona înfazê û rewşa li girtîgehan li Şirnexê û navçeyên wê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê Nûran Îmir, Hevseoka Şaredariya Cizîrê Guler Tunç, xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniya li avahiya HDP'ê hat dayin, bûn. Metna hevpar ji aliyê Guler Tunç ve hat xwendin.    Daxuyaniya hevpar a jinan wiha ye:   "Li hemû cîhanê li dijî Vîrusa Koronayê tedbîr tên girtin li AKP-MHP zagonên ku di serdemên dinê de nikaribû bike meriyetê niha pandemiyê dike firsed û zagonan ji meclîsê derbas dike. Em zagona ku em wekî zagona mirinê pênase dikin dema hat amadekirin fikrên partiyên muxalefet, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan, raya giştî ya demokratîk nehat guhdarkirin. Li welat her cura mafên demokratîk nayê hiştin ku bên bikaranînin. Aygitên muxalefeta civakî di bin zextan tên hiştin û zagon bûye mîna darê îktidarê. Li Îmraliyê û li hemû girtîgehan tecrîd hatiye belavkirin. Tecrîd li hemû girtîgehan hatiye belavkirin. Em jin dizanin ku bi vê zagonê girtî terkî mirinê hatin hiştin. Mafya û kesên li dijî jinan û zarokan sûc kirine serbest hatin  berdan. Loma ev zagona zagona wehşetê ye. Ev zagona Figen, Sebahat, Gultan, Selmayan ên têkoşîna jinê dimeşînin bi talûkeya mirinê rû bi rû dihêle. Em li vir banga xwe dîsa nû dikin û dibêjin bila girtîgeh bên valakirin û li dijî bersûcên tundiyê tevdîr bên girtin. Em zagona înfazê ya dijminê jinê qebûl nakin. Bijî piştevaniya jinê."   AMED    Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Amedê, TJA, MEBYA-DER, TUAYDER, TUHAD-FED Rêxistina bajêr û navçeyan a HDP-DBP'ê xwestin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê daxuyaniyê bide. Polîsan daxuyaniya li ber girtîgehê asteng kirin.    Piştre li ber Avahiya HDP'ê ya Rezanê daxuyanî hat dayin. Parlamentera HDP'ê Semra Guzel daxuyanî xwend û got ew ê têkoşîna li dijî zagona înfazê ya dijminê jinê bi dawî nebe.   WAN    Daxuyaniya hevpar li avahiya HDP'ê hat kirin. Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Wanê, Aktivîstên TJA'yê beşdar bûn. Hevseroka HDP'ê ya Tuşbayê Edibe Babur daxuyanî xwend.   COLEMÊRG    Li Colemêrgê jî bi tevlîbûna Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Sîpan Turan, Hevşaredara HDP'ê ya Colemêrgê ya ku cihê wê qeyûm hatî tayînkirin, endamên meclîsa şaredariyê li avahiya HDP'ê ya bajêr têkîldarî qanûna înfazê de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP'ê a Colemêrgê Sîpan Turan ve hat xwendin. Daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê li dijî zagonên ku jinan tune dihesibinin têbikoşin.   SÊRT    Li Sêrtê bi tevlîbûna Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik û Endamên Meclîsa Jinên HDP'ê li avahiya Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya ku ji aliyê aktivîsta TJA'yê Leyla Sevgîn ve hatiye xwendin,hate diyar kirin ku ew ê zagona ku bi dijminahiya jinan ve hatî çêkirin wê qebûl nekin û hat gotin ku ew ê heta dawiyê li dijiî van polîtîkayan tebikoşin.   ÊLIH   Li Êlîhê bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Êlîhê Feleknas Uca, Hevseroka HDP'ê ya Êlîhê Fatma Albay, hevşaredara Êlîhê Songûl Korkmaz a ku şûna wê qeyûm hatî tayînkirin, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa jinên HDP'ê li avahiya avahiya HDP'ê têkîdarî qanûna înfazê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Êlîhê Fatma Albay ve hate xwendin.   STENBOL    Meclîsên Jinan ên HDP û HDK'ê yên Stenbolê li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê hatin gel hevdu. Hevberdevka HDK'ê Îdil Ugurlu, Parlmentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut beşdar bûn. Li ser astengiya polîsan jinan xwestin li ser Rêya E5'ê daxuyaniyê bidin. Pankarta ku hat vekirin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Piştre daxuyanî ji aliyê Huda Kaya ve hat xwendin. Piştî daxuyaniyê jinan qad terk kirin.    EDENE   Bi beşdarbûna Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogulari, Aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Edeneyê li avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Edeneyê Saniye Seçkin daxuyanî xwend.    Piştî daxuyaniyê Tulay Hatimogulari axivî û got:"Bi erêkirina zagona infazê ya bi destên AKP-MHP'ê siberoja zarokan ji ber kujer, çete û dijminên jinê yên hatin berdan, ketiye talûkeyê. Divê ji bo girtiyên di girtîgehan de tevdîr bê girtin."   Li Mêrdîn, Meletî, Dîlok, Çewlig, Mêrsîn, Hatay, Îzmîr û Aydinê jî jinan bi heman armancê daxuyanî dan û xwestin qanûneke nû ya înfazê bê derxistin û hemû girtî serbest bên berdan.