Di rojên şewbê de wateya hestên zarokan

  • rojane
  • 09:03 23 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Pispora Xebatên Zarok û Ciwanan Ceren Sûntekîn, di rojên coronayê de bal kişand ser eleqeya ji bo zarokan û got, fêmkirina hestên zarokan girîng e. 
 
Pispora Xebatên Zarok û Ciwanan Ceren Sûntekîn, di rojên karantînayê de bal kişand ser eleqeya ji bo zarokan û hin pêşniyarî kirin. Sûntekîn, diyar kir ku di dema karantînayê de zarok nikarin dema xw ebi hevalên xwe re derbas bikin û pev re bilîzin û got: "Zarok vê pêvajoya nediyar şênber nekirin. Niha ev fikare bi wan re çêbûye. Dûrketina wan a ji perwerdehiyê û ji mamosteyên xwe, xirabbûna tiştên rûtîn baş pêk nayên. Belkîî mezin dikarin bi rêya telefonê bi derdora xwe re diaxifin, lê gava zarok bitengijin nikarin tiştekî wiha bikin." 
 
Sûntekîn, anî ziman ku di vê pêvajoyê de pêgirtîbûna zarokan a ji bo înternetê zêde bûye û mezinan jî ev yek sist kirine û got: "Di vê pêvajoyê de divê mezin hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe tiştên rûtîn biafirînin, li gor rojê bernameyên kêrhatî çêbikin. Di van rojan de bi awayekî krêhatî derbaskirina wextê û kirina tiştên kêrhatî û bikêf pir girîng e. Lê belê dibe ku tim û tim kirina tiştên kêrhatî bi xwe re zextiyê jî bîne." 
 
DÛRKETINA JI MEDYAYA CIVAKIYΠ
 
Sûntekîn, bal kişand ser wextderbaskirina mezinan jî û got: "Heger em mezin em egzersizan bikin, pirtûkan bixwînin û ji bo başkirina xwe tiştinê ku em pê mijûl dibin peyda bikin, li xewa xwe û xwarina xwe miqate bin, wê zarok jî me model bigirin. Lê heger em serê xwe ji ser medyaya civakiyî ranekin, wê tembîhkirina xwendina pirtûkan a ji bo zarokan pir bi kêr neyê." 
 
Sûntekîn, diyar kir ku gava mezin nûçeyên der barê vîrûsê de temaşe bikin, divê zarok ne li cem wan bin û got: "Gava zarok der barê vê yekê de pirsina bike, divê em bi awayekî sakîn ji wan re vebêjin û wan baş guhdar bikin. Çimkî fikara zarokan ne wekî ya mezina ye." 
 
HESTÊN ZAROKAN 
 
Sûntekîn, destnîşan kir ku dibe ku li gor mezinan fikare zarokan tenê nedîtina hevalên wan be û got: "Helbet dibe ku zarok ne xemgîn û bifikar bin. Lê di vê pêvajoyê de guhdarîkirina zarokan, raçavkirina wan û têgihiştina ji bo pêdiviyên wan girîng e. Em hemû di vê pêvajoyê de li dijî stersê têdikoşin. Divê em bi heman awayî nêzî zarokan jî bibin. Divê em hestên xwe bi zimanekî ku fam bike ji wan re vebêjin û guh bidin hestên wan." 
 
Sûntekîn, anî ziman ku di rojên şewbê de polîtîkayên hikûmetê jiyana zarokan jî zehmet kiriye. Sûntekîn, diyar kir ku xetereya hin kesên sûd ji qanûna înfazê ya nû girtine li ser zarokan ddiome û got: "Dewlet, pergalên xwe li gor zarokan ênakin. Ev, helbet bi bîrbiriya mezinan a ji bo zarokan re eleqedar e. An bi çavê veberhênaniyê li zarokan tê nerîn an jî wekî tiştine cirxweşik. Daxilî nav mekanîzmayên biryargirtinê nayên kirin. Yanî wekî ferdekî nayên hesibandin. Yanî zarok piştî malbatên xwe daxilî biryarên der barê wan de dibin. Helbet desteka mezinên wan şert e, lê bêyî ku fikra wan esas bê girtin û bêyî ku bên guhdarkirin hin tişt tên kirin. Ev feraset, bi taybetî di rojên wiha de bêtir xwe nîşan dide. 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

23/04/2020
14:27 Qeyûmê Amedê alên tirk bi kargehên girtî ve daliqand
13:42 Parlamenterên HDP’ê: Dixwazin Rojavayê Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
13:36 Pirsa 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê ku bi vîrûsê ketine ji wezîr kir
13:32 Masiyê Gola Wane di talûkeyê de ne
13:06 Rojnamegerên Kurdistanî: Nakokiyan demildest ji holê rakin
12:15 Ji bo zarokan daxwaza “parastina bi bandor”
12:14 Rojî hat, welatiyan dest bi deynan kir
11:44 Faîlên tên berdan jinan dikin nav fikaran
11:32 Qirkirina 105 sal berê dîsa dubare dibe
11:11 Fitch Ratings: Aboriya Tirkiye dê teng bibe
10:57 Rapora Girtîgehên Wanê: Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
10:21 Rober Koptaş: Qirikirina Ermeniyan sûcê damezrîner ê Tirkiyeyê ye
10:20 Meclis di sala 100’emîn de ye: Li wekîlê HDP’ê ceza hat birîn
09:48 Ji girtiyê qeyrana dil derbas kir xwestin ku bibe sîxur
09:04 Karaaslan: AKP sûcê qanûna bingehîn dike
09:03 Di rojên şewbê de wateya hestên zarokan
09:02 Maske û lepikên li kuçeyan tên avêtin vegir in
09:02 Pira Malabadê jî nesîb ji pandemiyê girt, niha tena û bêdeng e
09:02 Nerazîbûnên pêşmergeyên berê yên ji bo ambargoya li ser Mexmûrê
09:01 Qereyazi bi xetereya vîrûsê re rû bi rû hatiye hiştin
09:01 Li Dersimê kampanyaya 'bila ocaxa keviran bê girtin'
09:00 Êrîşên li ser Mexmûrê û ambargoya didome girêdayî hev in
09:00 Li Êlihê di rojên coronayê de jî zarok li kuçe û kolanan dixebitin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2020'AN
22/04/2020
21:17 Tifaqa Kurdistanê: Em li destkeftiyên xwe xwedî derkevin
20:15 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 376
16:28 Malbat û parêzeran xwestin biçin Îmraliyê
16:28 Ji bo pira yekitiyê bang kir
16:16 Ser û binê rêza li ber PTT'ê tuneye!
16:12 CHP ji bo betalkirina guhertina înfazê serî li AYM’ê da
16:00 Banka Navendî faîzê daxist
15:54 ‘Wezareta Tenduristiyê cudakariyê dike’
15:07 ‘Em di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe qîr bikin’
14:29 Rêxistinên kedê bernameya 1'ê Gulanê aşkere kirin
14:11 Jina tundî lê hat kirin li pansiyonê dorpêçkirî ma
14:11 Bi 151 wesayîtan mirov birin Girê Spî
13:43 Qerantîna li gundê Endewl û Heramiyê dirêj kirin
13:42 Li cîhanê Covid-19: Dibe ku korona xelayê bîne
12:52 HDP: Kevneşopiya çapemeniya Kurd dîroka rêwîtiyek bi rûmet e
12:31 MED TUHAD-FED: Pêdivîya sereke ya gelê me Yekîtiya Neteweyî ye
12:26 Hîndekara ODTU’yê li Fînlandiyayê asê ma
12:22 TTB: 24 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
12:09 Ûca: Çima agahî nadin parêzerên Ocalan?
11:49 MKGP'ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
11:36 Li Hênê kesek hat girtin
11:12 Rojnameger Turfent ji girtîgehê name şand Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir
10:51 DFG: Rojnamegeriya Kurd Israra Heqîqetê ye
10:25 Bi 64 girtiyan re vîrûsa corona hat dîtin
10:25 Sarisaç xwest zextên li ser çapemeniya kurd bên lêkolînkirin
10:19 Astengî bi malbatên xwişk û bira tên derbaskirin
10:15 Bîlgen: Kesên ji wan tirê em ê paş ve gav bavêjin, ji xwe re xeyalan çêdikin
10:07 Bendava Ilisûyê bihuşta herêmê veguherand dojehê
09:42 KCD: Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye
09:30 Rojnameger Kaya: Plan berfireh e divê Kurd bibin yek
09:29 Turîzm sekinî krîz jî kûrtir bû
09:28 Ji malbata ku 4 kes jê hatin girtin du nexweşên wan di nav cihan de man
09:27 Gelo wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke çawa li civakê bike?
09:26 Hem esnafên bazarê hem jî kirîgerên wê ji rewşa heyî nerazîne
09:26 Yek ji bivê nevêya ser sifreyan: Gihayê Zûzaxê
09:25 Gelo rêbazên lêpirsînên qedexe dîsa tên?
09:24 Tirkiye li ber felaketekê ye
09:23 Mêrsînî: Em bi tevdîrine hişk û cidî dikarin ji vîrûsê xelas bibin
09:07 Qanûna înfazê ya nû perçeyek 'Plana Rûxandinê' ye
09:06 Dîmena Geliyê Botanê mirov heyr û hejmekar dihêle
09:05 ‘Di kevneşopiya me de mafê biratiyê heye’
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2020'AN
21/04/2020
19:28 Li Tirkiyeyê 119 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:25 Ji heman malbatê 3 kes hatin girtin, 2 nexweşên di nav ciyan de bi tenê man
16:59 Malbatên li ber HDP’ê tên sekinandin êrişî jinekê kirin
16:44 Li Amedê kesek ji alyê leşkerên sivîl ve hat binçavkirin
16:23 TJA'yê ji bo Mexmûrê bangî NY'ê kir
15:42 Çerkezoglû: Dawî li cudakariya navbera kedkaran bînin
15:34 Girtiyê nexweşê giran Kaya dîsa şandin girtîgehê
15:26 Li şûna pirsgirêkan vebêjin, spasiya qeyûm kirin
15:07 Li Wanê wesayîtek leşkerî qulipî
14:54 Li Sêrtê erdhej çêbû
14:51 HDP: Ayhan Eren pişta xwe daye gel divê îstifa bike
14:42 HDP'îyên pakêtên piştevaniyê belav dikirin hatin binçavkirin
14:29 ÎHD: Li girtîgehan şertê jiyana mirovane tune ye
14:29 Parlamenterên jin ji jinên Kurdistana Federe re name şandin
14:14 Li taxa di bin qarantînayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Gulum: Divê Meclîs ji bo girtîgehan bi lezgînî bicive
13:41 Li Şirnexê teqînek mezin rû da
13:17 NYT: Tirkiye hêjmara miriyan vedişêrin
13:17 Daxwaza karantînayê ji bo girtiyên tên berdan kir
13:08 Li Stenbolê 2 li Bedlisê jî 6 tax weke “qada bi rîsq” hatin ragihandin
13:02 ‘Bila dest ji Bernameya Veguherandina Tenduristiyê were berdan’
12:46 Ji bo zaroka 1.5 salî hucreya kok pêwîst e
12:24 Li Westanê dema guldexwînan e
12:24 Girtiyê jimartina li ser piya red kir hat derpkirin
12:09 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê raporek ji CPT re şand
12:02 ‘Wezîfedarên girtîgehê dê vîrûsê veguhezînin girtîgehan’
12:02 Avba: Dixwazin plana par a li Xinêre-Xakurkê îsal li Zînî Wertê pêk bînin
11:07 Girtiyê nexweş: Gardiyan bê maske digerin
10:59 Ji ber axaftinên 8 sal berê dozek nû li Demîrtaş hat vekirin
10:45 Ciwanên Wanî êrîşa Zinî Wertê şermezar kirin
10:41 PENa Kurd: Bi hişyarî û hişmendiya netewî tevbigerin
10:35 Parêzerên di rojiya mirinê de gelek kîlo didin
10:34 Ji HAKÎM'an banga venêrtina mafên sewalan
10:14 TTB'ê: Tirkiye miriyan di panela elektronîk a cîhanê de qeyd nake