Di rojên şewbê de wateya hestên zarokan 2020-04-23 09:03:06   ENQERE - Pispora Xebatên Zarok û Ciwanan Ceren Sûntekîn, di rojên coronayê de bal kişand ser eleqeya ji bo zarokan û got, fêmkirina hestên zarokan girîng e.    Pispora Xebatên Zarok û Ciwanan Ceren Sûntekîn, di rojên karantînayê de bal kişand ser eleqeya ji bo zarokan û hin pêşniyarî kirin. Sûntekîn, diyar kir ku di dema karantînayê de zarok nikarin dema xw ebi hevalên xwe re derbas bikin û pev re bilîzin û got: "Zarok vê pêvajoya nediyar şênber nekirin. Niha ev fikare bi wan re çêbûye. Dûrketina wan a ji perwerdehiyê û ji mamosteyên xwe, xirabbûna tiştên rûtîn baş pêk nayên. Belkîî mezin dikarin bi rêya telefonê bi derdora xwe re diaxifin, lê gava zarok bitengijin nikarin tiştekî wiha bikin."    Sûntekîn, anî ziman ku di vê pêvajoyê de pêgirtîbûna zarokan a ji bo înternetê zêde bûye û mezinan jî ev yek sist kirine û got: "Di vê pêvajoyê de divê mezin hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe tiştên rûtîn biafirînin, li gor rojê bernameyên kêrhatî çêbikin. Di van rojan de bi awayekî krêhatî derbaskirina wextê û kirina tiştên kêrhatî û bikêf pir girîng e. Lê belê dibe ku tim û tim kirina tiştên kêrhatî bi xwe re zextiyê jî bîne."    DÛRKETINA JI MEDYAYA CIVAKIYΠ   Sûntekîn, bal kişand ser wextderbaskirina mezinan jî û got: "Heger em mezin em egzersizan bikin, pirtûkan bixwînin û ji bo başkirina xwe tiştinê ku em pê mijûl dibin peyda bikin, li xewa xwe û xwarina xwe miqate bin, wê zarok jî me model bigirin. Lê heger em serê xwe ji ser medyaya civakiyî ranekin, wê tembîhkirina xwendina pirtûkan a ji bo zarokan pir bi kêr neyê."    Sûntekîn, diyar kir ku gava mezin nûçeyên der barê vîrûsê de temaşe bikin, divê zarok ne li cem wan bin û got: "Gava zarok der barê vê yekê de pirsina bike, divê em bi awayekî sakîn ji wan re vebêjin û wan baş guhdar bikin. Çimkî fikara zarokan ne wekî ya mezina ye."    HESTÊN ZAROKAN    Sûntekîn, destnîşan kir ku dibe ku li gor mezinan fikare zarokan tenê nedîtina hevalên wan be û got: "Helbet dibe ku zarok ne xemgîn û bifikar bin. Lê di vê pêvajoyê de guhdarîkirina zarokan, raçavkirina wan û têgihiştina ji bo pêdiviyên wan girîng e. Em hemû di vê pêvajoyê de li dijî stersê têdikoşin. Divê em bi heman awayî nêzî zarokan jî bibin. Divê em hestên xwe bi zimanekî ku fam bike ji wan re vebêjin û guh bidin hestên wan."    Sûntekîn, anî ziman ku di rojên şewbê de polîtîkayên hikûmetê jiyana zarokan jî zehmet kiriye. Sûntekîn, diyar kir ku xetereya hin kesên sûd ji qanûna înfazê ya nû girtine li ser zarokan ddiome û got: "Dewlet, pergalên xwe li gor zarokan ênakin. Ev, helbet bi bîrbiriya mezinan a ji bo zarokan re eleqedar e. An bi çavê veberhênaniyê li zarokan tê nerîn an jî wekî tiştine cirxweşik. Daxilî nav mekanîzmayên biryargirtinê nayên kirin. Yanî wekî ferdekî nayên hesibandin. Yanî zarok piştî malbatên xwe daxilî biryarên der barê wan de dibin. Helbet desteka mezinên wan şert e, lê bêyî ku fikra wan esas bê girtin û bêyî ku bên guhdarkirin hin tişt tên kirin. Ev feraset, bi taybetî di rojên wiha de bêtir xwe nîşan dide.    MA / Eylem Akdag