DÎLOK - Walîtiya Dîlokê, ragihand ku bi 137 wesayîtan û 14 otobusan mirov birine Girê Spî.
Walîtiya Dîlokê, derbarê kesên ji Cerablûsê birin Girê Spî de daxuyanî da. Walîtiyê di daxuyaniya da de wiha got: "Kesên ji Cerablûsê çûn Girê Spî ji vî bajarî bûn. Ji ber vîrûsa koronayê ev kes di kontrola tenduristiyê de hatin derbas kirin û li ser sînorê welat kesek nehatiye bicih kirin. Di 20'ê Nîsana 2020'an de me bi 137 wesayîtan û 14 otobusan mirov birin Girê Spî."