Bi 151 wesayîtan mirov birin Girê Spî 2020-04-22 14:11:00 DÎLOK - Walîtiya  Dîlokê, ragihand ku bi 137 wesayîtan û 14 otobusan mirov birine Girê Spî.   Walîtiya Dîlokê, derbarê kesên ji Cerablûsê birin Girê Spî de daxuyanî da. Walîtiyê di daxuyaniya da de wiha got: "Kesên ji Cerablûsê çûn Girê Spî ji vî bajarî bûn. Ji ber vîrûsa koronayê ev kes di kontrola tenduristiyê de hatin derbas kirin û li ser sînorê  welat kesek nehatiye bicih kirin. Di 20'ê Nîsana 2020'an de me bi 137 wesayîtan û 14 otobusan mirov birin Girê Spî."