46 rêxistinên Kurdan: Bêdengiya li dijî êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kirin

  • rojane
  • 13:35 17 Nîsan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û rêxistinên Kurdan êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kirin û diyar kirin ku bêdengî hêz û cesaretê dide Tirkiyeyê ku êrişên xwe bidomîne. Saziyan nerazîbûn nîşanî hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dan.

Gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgehên Kurdan, derbarê êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser kampa Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û êrîş şermezar kirin. 
 
Daxuyaniya hat dayîn wiha ye: 
 
"Li hemû cîhanê mirovahî li hemberî pandemiya vîrûsa koronayê hewl dide ku xwe biparêze, hewl dide ku pêşiya vê pandemiyê bigre. Rêveberiyên welatan hewl didin ku gelê xwe ji vê felaketê biparêzin. Lê belê dema ku hemû cîhan bi vê felaketê re mijûl e, dewleta Tirkiyeyê pandemiya vîrûsa koronayê ji bo xwe wek firsed dibîne û êrişên ku li ser gelê Kurd dimeşîne hê jî zêdetir dike.
 
Ji ber êrişên dewleta Tirkiyê yê hewayî li ser Wargeha Mexmûrê, doh sê jinên ku ji bo dotina pezên xwe çûbûn nav pez, hatin qetilkirin. Wek partiyên siyasî û rêxistinên medenî yên ku navên wana li jêr hatiye nivîsandin, em vê êrişê bi tundî şermezar dikin.
 
Li hemberî vê qetlîamê di serî de hikumeta Herêma Kurdistanê, hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî heta vê seetê jî bêdeng in. Ev bêdengî cesaret daye ku dewleta Tirk van êrişên xwe heta niha her tim berdewam kiriye. Em vê bêdengiyê bi hîç awayekî qebûl nakin. Bi taybetî bêdengiya Serokatî û hikumeta Herêma Kurdistanê, di nav gelê Kurd de sedemê nerazîbûneke pir mezin e. Li gel êrişên li ser Wargeha Mexmûrê, heman demê li herêma Zînî Wertê, di navbera pêşmergeyên PDK'ê û ê YNK'ê aloziyeke mezin rû da. Xeterî heye ku ev bibe sedema şerekî navxweyî. Ev rewş jî bi hîç awayekî nayê qebûlkirin. Şerekî di nav hêzên partiyên Kurd de rû bide, tenê daxwaz û xizmeta dewletên dagirker û taybetî jî di vê pêvajoyê de xizmeta dewleta Tirk dike.
 
Em di serî de bang li Serokatî û hikumeta Herêma Kurdistanê dikin; Bêdengî û bêhelwestbûna li hemberî êrişên dewleta Tirk, ji bo gelê Kurd pir giran e û bi hîç awayekî nayê qebûlkirin. Pêwîst e di vê mijarê de nerazîbûn û helwest bê nîşankirin û hesara li ser gelê Wargeha Mexmûrê jî bê rakirin, ji ber ku ev hesar ji bo gelê Kurd êdî gihîştiye asta şermê.
 
Banga me ji bo gelê Kurdistanê ye; Êriş û neyartiya dewleta Tirk ne tenê li ser Wargeha Mexmûrê ye, êriş li ser hebûna gelê Kurdistanê ye. Cîhan li hember felaketa vîrûsa koronaya hewl dide ku xwe biparêze, lê belê dewleta Tirk di vê demê de jî neyartiya Kurda berdewam dike û bi hemû hêza xwe dixwaze destkeftên gelê Kurd têk bibe. Pêwist e gelê me li hemberî êrişên dewleta Tirk wek gelên çar parçeyên Kurdistanê bi hev re; wek partiyên siyasî, rêxistinên medenî, rewşenbîr, hunermend, medya Kurdî hemû bi yek deng bin. Dost û dijmin bibîne ku gelên Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta dagirker a Tirk bi hevra îttîfaq in. Hetta ku em bi hevre nebin yek, em him nikarin li hember êrişên dewleta dagirker gelê xwe biparêzin hem jî li hemberî dîrokê em nikarin xwe biparêzin. Em bang li Neteweyên Yekgirtî û hikmeta Iraqê dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin, bêdengî hevkariya dewleta Tirk e, ji bo parastina gelê Wargeha Mexmûrê pêwîst e berpirsyariyên xwe pêk bînin.”
 
Navê partî û saziyên beşdarî daxuyaniyê bûn wiha ne:   
 
*YNK (Yektiya Niştimanî Kurdistan)
* Tevgêra GORAN
* KCDK-E (Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewrupa)
* TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewrupa)
*Partiya ŞÛÎ Kurdistan Basur
* Partiya Zahmetkêşan - Başûr
* PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)
* Tevgêrê Azadî
* PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)
*P.D.K.S (Partiya demoqtat a kurdi ya sûrî)
*Partiya Çep a Kurd li Sûrî.
*Tevgera nûjen ya kurdistanî-sûrya.
*Partiya demokrata kurd li sûriya( el partî).
*Partıya Çepa Demoqrat A Kurd le Sûrıya.
* Partiya rêkeftin a kurd li sûrya.
*Partiya çaksaziya kurd li sûriya.
* Partiya kesk a Kurdistanî li sûriya.
*Partiya demokrata Kurdistanî li sûrya.
*Partiya komanist a Kurdistanî li sûriya.
*PÎK (Partiya islamiya Kurdistan)
*KKP ( Partiya Kominista Kurdistan)
*Tevgera Kawa
*PJAK(Partiya Jiyana Azada Kurdistan)
*Yakyatî şorşgêrî kurdistan
*KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelate Kurdistan)
* KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)
*Platforma Horam
* Plattform Zagros
*Plattform Yarsan
* Yarî Kurd
*Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
* FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan)
*NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)
*Kurdische Zentrum Berlin
* CIK ( Civaka Islamiya Kurdistan)
* Enstituta Kurdî – Almanaya
* Enstituta Kurdî – Bruksel
*MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)
* YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)
*YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)
* Kurdisch Gemeinde Brandenburg - Berlîn
*Dachverband der Êzidischen Frauenräte
*DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden
* Kongreya Gel a Mezopotamyayê.
*Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê.
*Kurdistan human rights Association
 

Sernavên din

19/04/2020
09:00 Şertê 'qeyda sabiqeyê' danîne ber şivanan
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2020'AN
07:05 Girtiyê edlî çawa ji girtîgehê derket kesek kuşt
18/04/2020
20:09 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû hezar û 890
17:12 KCD: Şewba heyî ne xwezayî ye, çavkaniya bêtenduristiyê kapîtalîzm e
16:26 Kalê 80 salî bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye binçav kirin
16:07 Berdana girtiyê nexweş Tekîn Donmez xwestin
16:05 Komeleya Rosa: Ji sedî 96'ê jinan di nava qayrana aborî de dijîn
15:49 Îtîraza girtina Yuksekdag bi ‘biryara teqez’ hat redkirin
15:30 Karkeran bi dîmen bersiv da Cengîz Holdîngê
15:06 Dayikên Şemiyê zarokên dibin çavan de hatin windakirin pirsîn
15:05 Nexweşiya Ebedin Abî ya dil giran dibe
14:27 ‘Beriya Zeliha bê kuştin em dengê wê bibhîzin'
14:08 Li Amedê kuçe vala ne lê helîkopter bê navber difirin
14:05 Çîroka Ertaş ê Torosê ew revandibû vegotin
14:03 HDP: Em Komkujiya Meletiyê lanet dikin
13:19 Daxwaza tehliyekirina Demîrtaş hat redkirin
13:00 DTO: Li Amedê 30 xizmetkarên tenduristiyê bi Covît-19 ketine
11:53 Dozger bi hinceta heqaret li Albayrak kiriye doz li rojnameger vekir
11:14 70 karkerên di înşeata girtîgehê de dixebitin li wargehê hatin bicihkirin
11:03 Li pêş çavê malbatan kevirên goran şikandin
10:40 MED TUHAD-FED: Daxwazên Neteweyên Yekbûyî bi cih bînin
10:28 ÎHD dê bi partiyan re hevdîtinê bike: Di 10 xalan de cudakarî heye
09:48 Piştî hat berdan maske û lepik dan wî
09:33 Dema li meclîsê zagon niqaş dikirin ji kar derxistin
09:24 Testa serbijîşk, bijîşk û sekreter pozîtîf derket
09:22 Wasiyê Ocalan Dînç: Civak bifikar e, demildest divê hevdîtin pêk bê
09:21 Jina ku felç ma: Qanûna înfazê ji bo jinan heqarete
09:04 Atolyeya xweparastinê ya onlîne ya Piştevaniya Morê
09:03 Girtiyê di hucreyê de mehek e di greva birçîbûnê de ye
09:03 6 karkerên jin bi şewba coronayê ketin
09:02 Xêzkarê girtî bi xêzên xwe bal kişand ser şideta li ser jinê
09:02 'Bila her kes li cihê ku lê ye hilberînê bike'
09:02 'Gava behsa Cûma Kûrt tê kirin hevrêtî tê bîra mirov'
09:01 Derûnînas Aşlamaci: Jehrkuja tirsê, piştevanî ye
09:01 Gef li girtiyan xwarin: Dua bikin ku navbera civakî heye
09:00 Li Mêrdînê 584 malbat bûn xwîşk û bira
09:00 Bayindir: Bi vê zagonê dê dizî, xezp, îstîsmar û cînayet bibe kabûs
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2020'AN
17/04/2020
18:09 126 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan, hejmara miriyan bû 1769
15:37 3 partiyên Kurd êrîşa li dijî Mexmûr û herêmê şermezar kirin
15:30 Li wanê konseptek nû: Ewil goristan dûre malbat
14:55 Parlamenterên Swêd û Danîmarkayê êrişa li dijî Mexmûrê şermezar kirin
14:41 Malbat û parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:41 Li Stenbolê 2 hezar û 279 karker bi koronayê ketine
13:55 'Heta em li karê xwe vegerin dê çalakî bidome'
13:54 Li Şakranê di gardiyenan de korona derket
13:47 Keleha Zerzevanê di Lîsteya UNESCO’yê de ye
13:35 46 rêxistinên Kurdan: Bêdengiya li dijî êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kirin
13:33 ÎSÎG: 52 karker bi vîrûsê mirin
13:23 Deynê Tirkiye yê derve 168,5 mîlyar dolar e
12:49 Bi îstatîstîkan rewşa zarokan: Temenê xebatê daketiye 5 salî
12:43 KCD: Hemû rêxistinên ji bo mafan têdikoşin, ji bo zagonek bi edalet hestiyar tev bigerin
12:10 TTB: Emê tundiya di tenduristiyê de ji holê rakin
12:07 Li ser dezgehan dem dema rêvazan e
12:07 'Cîhaza PET-BT çima li Êlihê tune?'
11:47 Gunay: Êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî bikin
11:19 Tirkiye di hejmara weqayan de nêzî Çîn û Îranê dibe
10:39 Baroya Îzmirê: Bi dehan rojnameger ji ber nûçeyên rast çêdikin hêj girtî ne
09:51 Kedkarên tenduristiyê yên têne dermankirin hêj 14 roj naqede wan dîsa dişînin kar
09:43 Li Enqerê 53 malbatên xwişk û bira gehiştin hev
09:35 Unsaldi: Divê kampanya û piştevaniyên li dijî yên îqtîdarê berbelav bibin
09:34 Beko yê CHP’î: Ji ber şewbê 5 mîlyon û nîv kesî karê xwe winda kirin
09:34 ‘Îqtidar bi feraseta çi dibe bila bibe lê divê hilberîn bidome tev digere'
09:33 Girtiyê ku 2 caran spazma dilî derbas kiriye: Ji bo vîrûsê tevdîr nayên girtin
09:33 Baroya Amedê: Bêhiqûqî kirin qanûn
09:32 'Jêdera kêmaniyê kapîtalîzm e'
09:31 Cengîz Aktar: Pêdiviya YE'yê bi pergaleke hevpar a tenduristiyê heye
09:29 Algedîk: Pere divê ji bo gel û xwezayê bê xerckirin
09:27 Tevna Çand û Zimanê Kurdî dest bi weşana zindî kir
09:18 Ji karkerên demsalî re dibêjin 'Bimirin'
09:18 Încîn: Daneyên wezîr Gul ne zelal û şênber in
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2020'AN
08:47 Li Wanê jinek hat kuştin
08:02 Çakici ji Bahçelî û Erdogan re spasî kir
16/04/2020
20:03 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 1643
19:40 Ji bo testa DNA'yê nexweşxane bi nexweşxane ew dan gerandin!
16:28 Hevserokê HDP'ê yê berê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:00 Ku ev ne hiqûqa dijminantiyê be wê demê çiye?
15:59 ANYAKAY-DER: Bila berpirsiyarên cenazeyê Egît Îpek werin darizandin
15:32 Soro: Dê kaos kûr bibe, divê Kurd baldar bin
14:59 Başaran: Ji kuştina jinan AKP-MHP berpirsiyar e
14:54 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr tehliye bû
14:36 DÎSK: 4 endamên me jiyana xwe ji dest dan, 257 jê bi vîrûsê ketin
14:17 WHO: Rewş li Ewropa baş e lê li Tirkiyeyê ne baş e
13:48 Dengbêj Kazo û hevjîna wî bi vîrûsa koronayê ketin
13:40 Li nexweşxaneyan ji bo Cûma Kurt rêz hat girtin
13:39 Xelef: Êriş li dijî serweriya Iraqê ye
12:38 Karkerên rêya trênê di çalakiye de ne
12:26 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
12:17 ‘Desthilat çêkirina qanûnên xwe yên serweriya zilam didomîne’
12:16 Dermankirina korona ya 22 rojan dewam kir vegot
12:11 NY: Derziyek bi bandor dikare rewşa dinyayê asayî bike
11:51 Qeyûm kesê ji AKP’ê îstîfa kiribû, kir ‘Nivîsara Taybet a Şaredariyê’!
11:38 'Bêdengiya li dijî êrîşa Mexmûrê zerarê dide yekîtiya neteweyî'
11:15 186 karkerên di înşata girtîgehê de dixebitin xistin karantînayê
10:33 Endamê MK’a TTB’ê Bostan: Hejmara testan û tevdîr kêm in
10:32 HDK’ê banga piştevanî û rêxistinbûnê kir
10:23 ‘Ev zagon li gorî daxwazên Bahçelî hatiye amadekirin'
10:13 Dolar serê sibê bi 6,91 tl dest pê kir