46 rêxistinên Kurdan: Bêdengiya li dijî êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kirin 2020-04-17 13:35:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û rêxistinên Kurdan êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kirin û diyar kirin ku bêdengî hêz û cesaretê dide Tirkiyeyê ku êrişên xwe bidomîne. Saziyan nerazîbûn nîşanî hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dan. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgehên Kurdan, derbarê êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser kampa Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û êrîş şermezar kirin.    Daxuyaniya hat dayîn wiha ye:    "Li hemû cîhanê mirovahî li hemberî pandemiya vîrûsa koronayê hewl dide ku xwe biparêze, hewl dide ku pêşiya vê pandemiyê bigre. Rêveberiyên welatan hewl didin ku gelê xwe ji vê felaketê biparêzin. Lê belê dema ku hemû cîhan bi vê felaketê re mijûl e, dewleta Tirkiyeyê pandemiya vîrûsa koronayê ji bo xwe wek firsed dibîne û êrişên ku li ser gelê Kurd dimeşîne hê jî zêdetir dike.   Ji ber êrişên dewleta Tirkiyê yê hewayî li ser Wargeha Mexmûrê, doh sê jinên ku ji bo dotina pezên xwe çûbûn nav pez, hatin qetilkirin. Wek partiyên siyasî û rêxistinên medenî yên ku navên wana li jêr hatiye nivîsandin, em vê êrişê bi tundî şermezar dikin.   Li hemberî vê qetlîamê di serî de hikumeta Herêma Kurdistanê, hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî heta vê seetê jî bêdeng in. Ev bêdengî cesaret daye ku dewleta Tirk van êrişên xwe heta niha her tim berdewam kiriye. Em vê bêdengiyê bi hîç awayekî qebûl nakin. Bi taybetî bêdengiya Serokatî û hikumeta Herêma Kurdistanê, di nav gelê Kurd de sedemê nerazîbûneke pir mezin e. Li gel êrişên li ser Wargeha Mexmûrê, heman demê li herêma Zînî Wertê, di navbera pêşmergeyên PDK'ê û ê YNK'ê aloziyeke mezin rû da. Xeterî heye ku ev bibe sedema şerekî navxweyî. Ev rewş jî bi hîç awayekî nayê qebûlkirin. Şerekî di nav hêzên partiyên Kurd de rû bide, tenê daxwaz û xizmeta dewletên dagirker û taybetî jî di vê pêvajoyê de xizmeta dewleta Tirk dike.   Em di serî de bang li Serokatî û hikumeta Herêma Kurdistanê dikin; Bêdengî û bêhelwestbûna li hemberî êrişên dewleta Tirk, ji bo gelê Kurd pir giran e û bi hîç awayekî nayê qebûlkirin. Pêwîst e di vê mijarê de nerazîbûn û helwest bê nîşankirin û hesara li ser gelê Wargeha Mexmûrê jî bê rakirin, ji ber ku ev hesar ji bo gelê Kurd êdî gihîştiye asta şermê.   Banga me ji bo gelê Kurdistanê ye; Êriş û neyartiya dewleta Tirk ne tenê li ser Wargeha Mexmûrê ye, êriş li ser hebûna gelê Kurdistanê ye. Cîhan li hember felaketa vîrûsa koronaya hewl dide ku xwe biparêze, lê belê dewleta Tirk di vê demê de jî neyartiya Kurda berdewam dike û bi hemû hêza xwe dixwaze destkeftên gelê Kurd têk bibe. Pêwist e gelê me li hemberî êrişên dewleta Tirk wek gelên çar parçeyên Kurdistanê bi hev re; wek partiyên siyasî, rêxistinên medenî, rewşenbîr, hunermend, medya Kurdî hemû bi yek deng bin. Dost û dijmin bibîne ku gelên Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta dagirker a Tirk bi hevra îttîfaq in. Hetta ku em bi hevre nebin yek, em him nikarin li hember êrişên dewleta dagirker gelê xwe biparêzin hem jî li hemberî dîrokê em nikarin xwe biparêzin. Em bang li Neteweyên Yekgirtî û hikmeta Iraqê dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin, bêdengî hevkariya dewleta Tirk e, ji bo parastina gelê Wargeha Mexmûrê pêwîst e berpirsyariyên xwe pêk bînin.”   Navê partî û saziyên beşdarî daxuyaniyê bûn wiha ne:      *YNK (Yektiya Niştimanî Kurdistan) * Tevgêra GORAN * KCDK-E (Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewrupa) * TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewrupa) *Partiya ŞÛÎ Kurdistan Basur * Partiya Zahmetkêşan - Başûr * PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya) * Tevgêrê Azadî * PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat) *P.D.K.S (Partiya demoqtat a kurdi ya sûrî) *Partiya Çep a Kurd li Sûrî. *Tevgera nûjen ya kurdistanî-sûrya. *Partiya demokrata kurd li sûriya( el partî). *Partıya Çepa Demoqrat A Kurd le Sûrıya. * Partiya rêkeftin a kurd li sûrya. *Partiya çaksaziya kurd li sûriya. * Partiya kesk a Kurdistanî li sûriya. *Partiya demokrata Kurdistanî li sûrya. *Partiya komanist a Kurdistanî li sûriya. *PÎK (Partiya islamiya Kurdistan) *KKP ( Partiya Kominista Kurdistan) *Tevgera Kawa *PJAK(Partiya Jiyana Azada Kurdistan) *Yakyatî şorşgêrî kurdistan *KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelate Kurdistan) * KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan) *Platforma Horam * Plattform Zagros *Plattform Yarsan * Yarî Kurd *Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V * FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan) *NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya) *Kurdische Zentrum Berlin * CIK ( Civaka Islamiya Kurdistan) * Enstituta Kurdî – Almanaya * Enstituta Kurdî – Bruksel *MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat) * YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan) *YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri) * Kurdisch Gemeinde Brandenburg - Berlîn *Dachverband der Êzidischen Frauenräte *DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden * Kongreya Gel a Mezopotamyayê. *Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê. *Kurdistan human rights Association