WAN - Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê Halîl Kaya, diyar kir ku li Girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran hene, tehliyeyên girtiyan tên astengkirin û got: “Mixabin hin rêveberiyên girtîgehên hewl didin pêvajoyê têk bibin.”
Di demeke di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de qala verastkirinên qanûnî û gavên destûra bingehîn tên kirin de binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê Halîl Kaya diyar kir ku hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin.
Kaya, got ku her 6 mehan carekê tevî OHD û TUHAY-DER’ê rapora girtîgehan amade dikin û got: “Daneyên tên ber destê me bi awayekî tendurist nayên. Têkildarî hejmara girtiyên nexweş reqemeke zelal nîne. Sedema wê jî ew e ku wezaret tu agahiyan parve nake. Daxwaznameyên me jî bêbersiv dimînin. Ew jî di ferqê de ne ku binpêkirina maf e. Rewşa Hamdî Çîçek û Şehmûs Koç ên di Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê de giran e. Me pê re hevdîtin kir. Nexweşxaneya dewletê ji bo her duyan jî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ daye. Lê ATK bi rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ nahêle bên berdan. Ev, binpêkirineke giran e. Nexweşiyên dil, şekir, tansiyon û nexweşiyên kronîk ên Hamdî Çîçek hene. Bi ser 65 saliyê re re ye û nikare di girtîgehê de bimîne. Şehmûs Koç jî li heman girtîgehê di heman rewşê de ye.”
NIKARIN XWE BIGIHÎNIN MAFÊ TENDURISTIYÊ
Kaya, got kesekî tenduristiya wî baş jî bikeve girtîgehên heyî dê bi nexweşiyên giran bikeve û ev tişt anî ziman: “Ev girtîgeh, dikin ku rewşa girtiyên nexweş girantir bibe. Mercên girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirineke maf a cidî ye. Ragirtina mirovan a li wê derê binpêkirina maf e. Her wiha girtiyên nexweş nikarin biçin revîrê. Di mijara sewqkirina nexweşxaneyan de jî pirsgirêkê dijîn. Girtiyên tên sewqkirin jî bi wesayîta rîngê dibin. Carnan lêgerîna nava dev lê tê ferzkirin ku ev sepanekî dijî rûmeta mirovahiyê ye. Li gorî daneyên ber destê me, di nava 2 salan de gelek girtiyên nexweş ji ber vê sepanê naçin nexweşxaneyê.”
DI DEMA TEDAWIYÊ DE ZEXTA KELEMÇEKIRINA DESTAN
Kaya, da zanîn ku nexweşên KOAH, bêhnkurt û dil carnan ji nişka ve rewşa wan giran dibe lê tevî vê jî di wesayîtên rîngê de dibin nexweşaxneyê û ev binpêkirineke giran e. Kaya, wiha domand: “Dema dibin cem bijîşk jî zextê lê dikin ku destkelemçekirî bên tedawîkirin. Gelek girtî ji ber vê sepanê qebûl nakin bêyî tedawî bibin vedigerin. Her wiha dermanên bijîşkan nivîsandin nayên dayin an jî dereng didin.”
Kaya, bal kişand ser pêvajoya heyî û got ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş, divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Kaya, anî ziman ku ew li bendê bûn bi pêvajoyê re gav bên avêtin lê hinek girtîgeh û rêveberî di nava hewldana têkbirina pêvajoyê de ne û girtiyên nexwşe û yên înfaza wan qediyaye bernadin. Kaya, got ku PKK’ê xwe fesix kiriye û divê hemû girtiyên ji bi hinceta PKK’ê hatine girtin bi verastkirineke qanûnî bên berdan. Kaya, got ku di sazî, mekanîzmayên darazê, ATK û heta gelek cihên din, derdorên naxwazin pêvajo bi ser keve hene.
'DIVÊ DEWLET GAV BIAVÊJE’
Kaya, got ku aliyê Kurd gelek gav avêtine lê dewletê hêj tu gavên şênber neavêtiye û got: “Jixwe heke li gorî qanûnên xwe tevbigerin divê girtiyên nexweş berdin. Ji bo berdana girtiyên siyasî jî divê verastkirinên qanûnî bên kirin. Lê mixabin di van her du mijaran de tu gav nehatine avêtin. Ev jî nîşan dide ku îktîdar micid nêz nabe. Birêz Ocalan di Konferansa Stenbolê de behsa qanûnên hemwelatiya azad, aştî û civaka demokatîk dikir. Divê ev tavilê bên amadekirin. Divê dewlet gavan biavêje.”
MA / Ozlem Yacan
