AMED - Wezareta Dadê, tevî dîmenan jî îşkenceya li dijî girtî Omer Cuma Salih înkar kir. OHD’ê, bi dîmenan bersiv da wezaretê û got: “Dev ji parastina faîlên îşkenceyê berdin.”
Di dema lêgerîna 7’ê Tîrmehê ya li Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê de gardiyanan îşkence li girtiyê bi navê Omer Salih Cuma ê ji bajarê Mibicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Parêzeran jî têkildarî îşkenceyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê dan. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê, nûçeya me ya bi sernavê “Dîmenên îşkenceya li dijî girtî derketin holê, pisporan rapora îşkenceyê amade kirin” derewand. Di serlêdanê de li dijî vê derewandinê hate gotin ku qeyda îşkenceyê, delîla herî şênber a îşkence û sûcên din e. Di gilînameyê de hate destnîşakirin ku pisporan di rapora xwe de bal kişandiye ser dîmenê ji 14 deqe û 7 saniyeyan pêk tê û qenaeta xwe ji bo miameleya xerab destnîşan kirine. Bi domdarî hate gotin ku di saniyeya 30’an a deqeya 9’an de jî dengê çoyan tê bihîstin lêbelê pisporan ev di rapora xwe de nenivîsandine û hate gotin ku ev nayê qebûlkirin.
DAXWAZ
Di daxwaznameyê de kêliyên îşkence û miameleya xerab saniye bi saniye hatin teşhîrknirin û ev daxwaz hatin rêzkirin:
“* Ji ber binpêkirina mafê jiyanê yê girtî û hikûmxwaran, divê der heqê serekmemûr de lêpirsîn were destpêkirin û ji peywirê were dûrxistin.
* Divê nasnameya xebatkarên zirar dane mal yekser bên tespîtkirin û îfadeyên wan bên girtin.
* Divê der heqê pisporên di rapora xwe de dengê ço, şopên di encama îşkenceyê de li ser rûyê girtî çêbûn û xisûsên din veşartine de ji ber sûcê peywira xwe xerab bi kar anîne kirarî bên destpêkirin.
* Kameravan ji hêla hemû sûcan ve faîl e. Tevek jî bi zanebûn veşartiye. Di vê çarçoveyê de hewceye der heqê kameraman de kirariyên pêwîst bên destpêkirin.”
OHD’Ê DAXUYANÎ DA
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî mijarê li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyeke berfireh da. Di daxuyaniyê de OHD’ê bal kişand ser daxuyaniya Wezareta Dadê ya têkildarî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku bûyer derxistibû holê û got “Wezaretê hewl daye faîlan biparêze.” Bi domdarî hate gotin ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan di daxuyaniya xwe de li şûna ku rastiyê derxîne holê, ketiye nava hewldana parastina faîlan û hewl daye îşkenceyê rewa nîşan bide. OHD’ê, got ku midûriyeta giştî li şûna ku binpêkirinan ji holê rake, hewl daye “rastiyan veşêre.” Di berdewamê de OHD’ê anî ziman ku tevî weşandina dîmenên îşkenceya li dijî Salih jî Wezareta Dadê der heqê memûrên îşkence kirine de tu kirariyek nedaye destpêkirin û biryara wê ya “Hewcehî bi lêpirsîna disiplînê nîne” helwesta “parastina îşkenceyê” û polîtîkaya necezakirinê ye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wezareta Dadê li şûna ku îşkenceyê înkar bike, divê der heqê berpirsyaran de tavilê tevdîrên îdarî bigire.”
Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Qeyda vîdeoyê ya di dosyaya Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê de cih digire, delîla herî şênber a îşkenceyê ye. Di destpêka dîmen de li ser rûyê girtî tu şopên derbkirinê nayên dîtin lê di berdewamiya qeydê de dengê qêriyan tê, di vê kêliyê de rûyê wî sor dibe û tê dîtin ku rastî îşkenceyê hatiye. Bi taybet jî di saniyeya 30’an a deqeya 9’emîn de dengê lêdana bi çoyan tê lêbelê wezaret xwestiye van dengan nebihîse. Her çend wezaret îdia bike ku tu mudaxileyeke fîzîkî nehatiye kirin jî, ev daxuyanî nîşaneya herî şênber a polîtîkaya necezakirinê ye. Ji ber ku dema qeydên kamerayê tên lêkolînkirin, di kêliyên derbkirin û îşkenceyê de kamera bi zanebûn deverên vala dikişîne, dîwar û cihên girtî ne li wir e dikişîne, heta ji bo rûyê girtî xuya neke, zelaliya dîmen bi zanebûn tê xerakirin. Ev rewş nîşan dide ku îşkence hatiye kirin, delîl bi zanebûn hatine veşartin.”
TESPÎTÊN TÊKILDARÎ DÎMENAN
Di daxuyaniyê de têkildarî qeydên dîmenê ev tespît hatin kirin:
“* Vîdeoya behsa xeberê bi giştî ji 14 deqe û 7 saniyeyan pêk tê.
*Di saniyeya 23’yan a dîmen de serekmemûr, ji bo girtiyan dibêje ‘Dema ez dibînim tu nikarî vê derê mehekê kom bikî û dê we tevan tune bikim’ û bi van gotinan gefê dixwe. Di saniyeya 50’an de û di saniyeyên 19-20’ê yên deqeya yekemîn de bi aşkerayî tê dîtin ku li ser rûyê girtî Omer Cuma Salih tu şopên derbkirinê nînin. Lêbelê di berdewamê de tê dîtin ku hatiye derbkirin.
* Di saniyeya 45’an a deqeya 2’yemîn de memûrekî girtîgehê dibêje ‘Ka tu were jor were’ û ji qada kamerayê derdixîne. Di berdewamiya dîmenan de tê xuyakirin ku memûrên girtîgehê pêhnan li alav-amûran dixin û zirarê didin wan, di saniyeya 50’an a deqeya 3’yan de jî êdî lêgerîn ji rewşa asayî derdikeve û tê dîtin ku vediguhere texrîbateke keyfî.
* Di saniyeya 5’an a deqeya 5’an de serekmemûr ji dûr ve dike qareqar û dibêje ‘Len kê ew girt’ û bi awayekî hemwext dengê şimaqê tê bihîstin. Di berdewamê de li gel qareqara serekmemûr a ‘binê xwarê bînge xwarê bibe jêr’ her wiha dengê qîriyan û derbkirinê didome û berê kamerayê bi zanebûn dane cihekî din. Di saniyeya 38’an a deqeya 5’an û di saniyeya 26’an a deqeya 6’an de jî girtî diqîre û dibêje ‘LI MIN NEXE’ û ev deng bi zelalî tê bihîstin.
* Di deqeya 7’an de girtî dibin qata jor, kamera bi taybet jî cihên cuda dikişîne, ji bo rûyê girtî xuya neke jî zelaliya dîmen hatiye xerakirin. Di deqeya 8’an de tê dîtin ku zirar dane derman, alav û amûrên girtiyan, di saniyeya 16’an a deqeya 9’an de maseya xwarinê didin ber pêhnan û dişikînin. Di saniyeya 30’an a deqeya 9’an de jî dengê lêxistina ço yan, dengê îşkenceyê tê bihîstin û di vê navberê de dîsa berê kamerayê didin cihekî din û piştre jî bi gotina ‘şşş’ hewl didin dengê girtiyê tê îşkencekirin qut bikin.
* Di saniyeya 26’an a deqeya 12’an de dengê şimaqekê tê bihîstin; di saniyeyên 46-47 ên deqeya 12’an de li ser rûyê girtî şopên îşkenceyê bi aşkerayî tên dîtin. Di destpêka deqeya 13’an de jî serekmemûr ji girtiyan re dibêje ‘Tu kesên ji sicûqa ker têr nebin nînin’ û bi vî awayî gefan dixwe û heqaretan dike. Di saniyeyên 31-32 ên deqeya 13’an de jî bi aşkerayî tê dîtin ku li singê girtî tê xistin.”
‘HELWESTA WEZARETÊ YA JI BO PARASTINA FAÎLAN NAYÊ QEBÛLKIRIN’
OHD’ê, di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Tevî van delîlên şênber û ji nîqaşê re girtî jî wezaretê hewl da faîlan biparêze û ev helwesta wê nayê qebûlkirin. Divê tevahiya memûrên îşkence û miameleya xerab kirine, yên zirar dane mal, yên delîl veşartin û hewl dane sûcê heyî veşêrin divê ji peywirê bên dûrxistin. Her wiha, divê der heqê kesên tevî van dîmenan jî biryara ‘îşkence tune ye’ dane û di vê çarçoveyê de lêpirsîn domandin de jî demek beriya demekî ji ber sûcê ‘peywira xwe xerab bi kar anîne’ û hemû sûcên din tavilê kirarî bên destpêkirin.”
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ VÊ PERGALÊ BIDOME’
OHD’ê, daxuyaniya xwe wiha qedand: “Mixabin em di gelek bûyeran de dibînin ku qedexeya îşkence û miameleya xerab, ji hêla wezaret, rêveberiyên girtîgehan û xebatkaran ve bi awayekî keyfî û derhiqûqî bi awayekî fiîlî ji holê hatiye rakirin. Xebatkarên girtîgehê, peywira xwe xerab bi kar tînin, vediguherînin amûra zext û tundiyê û vê jî eleqeya yekser bi polîtîkaya necezakirinê heye. Aşkeranekirina berpirsyaran û necezakirina wan, teşwîqkirin û domandina van sûca ye. Mîna di her qadê de, polîtîkaya necezakirinê herî zêde di qada girtîgehê de tê hîskirin. Bi rêzdarî ji raya giştî re radigînin ku dê têkoşîna me ya hiqûqî û civakî ya li dijî vê pergala necezakirinê, li dijî polîtîkayên tunekirin û tepisandinê bidome.”
