ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî dê 23'yê Kanûnê de bi Serokê Meclîse Nûman Kurtulmuş û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re bicive.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlmenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol pêk tê, di çerçoveya hevdîtinên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dê di 23'yê Kanûnê de bi Serokê Meclise Nûman Kurtulmuş û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re bicive.
Şande dê di seat 10.30'an de serdana Yilmaz Tunç bike û di seat 12.30'an de jî serdana Nûman Kurtulmuş bike.
