AMED - 3'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê bi merasîma xelatdayînê bidawî bû. Endama Komîteya Amadekar Lîsa Çalan, di merasîmê de axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoya aştiyê ya ku derfet daye festîvalê û got: "Hezar silav li mîmarê pêvajoya aştiyê!"
3'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzasyona Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê di 7'ê Kanûnê de bi dirûşma "Dinya bi çîrokan tê ba hev" hate lidarxistin. Heta îro 84 fîlm û belgefîlm di çarçoveya festîvalê de ji bo temaşevanan hatin nişandan û gelek kargeh hatin lidarxistin. Di roja dawî ya festîvalê de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê merasîma xelatdayînê hat lidarxistin. Sînemahez, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Berî ragihandina xelatan resepsiyon hat lidarxistin. Piştî resepsiyonê, hêwan tijî bû û gelek kes neçar man ku merasîma xelatdayînê li ser piyan temaşe bikin.
Bernameya xelatdayînê bi sînevîzyonekê ku kurteya festîvalê ya di navbera 7-14'ê Kanûnê de eleqeyek mezin dîtibû, dest pê kir. Piştre, Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Lîsa Çalan, li ser navê komîteyê axaftina destpêkê kir û diyar kir ku piştî 8 roj û şevan bi fîlm û kargehan, gihiştine dawiya festîvalê e tişt got: "Me xwe û beşek ji xwe di her çîrokê de dît. Me dît ku çîrokên me ne cuda ne. Dibe ku zimanên me, axaftina me cuda be, lê êşên me yek bûn. Fîlmên tên çêkirin an tên qedexekirin an jî ji ber sansûrê nikarin salonan bibînin. Ew festîval, wan fîlman digihînin gel. Ji ber vê em girîngiyê didin festîvalan. Festîvala Amedê ji vê aliyê ve girîng bû. Ev çîrok dê bi aştiyê geş bin. Hezar silav li mîmarê vê pêvajoya aştiyê! Bijî sînemaya azad û şoreşgerî!"
SIRRI SUREYYA ONDER NEHAT JI BÎRKIRIN
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî û ev tişt got: "Ez dixwazim sînemakarê hêja Sirri Sureyya Onder bi bîr bînim. Eger îro sax bûya, bêguman wê li vir bûya, me kêfxweş bikira, me bikenanda. Aliyekî me ji ber nebûna wî kêm e. Ez dizanim ku 8 rojan ruh, çav û ramana wî li vir bû û bû îlham ji bo hemû sînemakarên ciwan. Wî gotibû: 'Kurd bêyî ku ji bo xwe tiştekî bixwazin, bi israr aştî û demokrasî dixwazin.' Dîsa gotibû: 'Romanên ku hîn nehatine nivîsandin, fîlmên ku hîn nehatine kişandin, helbestên ku hîn nehatine gotin di sedsala 21'an de dê Kurd bikişînin.' Ez bawer dikim ku ev xeyala wî dê pêk were."
XELATA FÎLMÊ DIYARIYÊ DÎLAN KAHRAMANÊ HAT KIRIN
Piştre hat ragihandin ku Fona Projeyê ya Sinebîrê ya ku ji aliyê jûriyê ve hatiye hilbijartin, dê bê aşkerakirin. Li vir, Berfîn Emektar li ser navê jûriyê axivî û spasiya kesên ku di festîvalê de ked dane, kir. Berfîn Emektarê diyar kir ku îsal 64 fîlm û belgefîlm ji bo Xelata Projeyê ya Sinebîrê hatine şandin û 15 ji wan ketine dengdanê û got: "Me di her kategoriyê de xelatek da projeyekê. Li vir em destnîşan dikin; tu projeyekî ku me temaşe kiriye ne kêm an jî bêqîmet e. Her derhêner û senarîstek dixwaze di kolektîfa gelê Kurd de şopek bihêle. Projeyên ku îro hatine xelatkirin, tenê yên îsal derketine holê bûn. Ji bo me hemû proje hêja ne. Xwesteka me hemûyan e ku em van projeyan di salên bê de li festîvalan temaşe bikin. Rêya we vekirî be."
Xelatên ku di çarçoveya Fona Projeyê ya Sinebîrê de hatin dayîn hatin aşkerakirin. Di beşa kurtefîlman de xelat ji Raber Îbrahîm re ji bo projeya wî ya bi navê "Tarî û Ronahî" hat dayîn. Îbrahîm, piştî ku xelata xwe ji destê Ardîn Dîren wergirt, diyar kir ku ew ji Helebceyê ye û wiha axivî: "Em bi Festîvala Fîlman a Amedê re careke din dijîn."
Xelata projeya belgefîlmê jî ji Zelal Sadakê re ji bo projeya wê ya bi navê "Hucre, takekes-laş, civat" hat dayîn. Xelata ku ji ber nexweşiya Zelal Sadak nekarî beşdar bibe, diyariyê Dayikên Aştiyê hat kirin.
Di beşa fîlmên metrajdirêj de jî xelata projeyê ji bo fîlmê bi navê "Dîroka Wenda" yê Alî Kemal Çinar re hat dayîn. Çinar li vir axaftinek kurt kir û got: "Ez kêfxweş im ku min ev xelat girtiye. Em ê hevalên xwe jî ji bîr nekin. Ez xelata xwe diyariyê Dîlan Kahramanê dikim ."
JI BO 3 FÎLMAN XELAT HATIN DAYÎN
Piştre, xelatên tematîk ji bo fîlmên ku di çarçoveya festîvalê de hatibûn nîşandan, hatin dayîn. Paşê, Seroka Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş a ku ji bo dayîna Xelata Mansiyonê ya Zîlan Hemo hat vexwendin ser dikê, xelata Jino Hadî Hesen a ji bo fîlmê wê yê bi navê "Sêgoşe" da. Xelata ku Jino Hadî Hesen beşdar nebibû, ji aliyê Derhêner Zanyar Muhammadîneko ve hat wergirtin.
Piştre Xelata Taybet a Jûriyê hat ragihandin. Xelat ji bo fîlmê bi navê "Garan" ji Mahsûm Taşkin re hat dayîn. Taşkîn li vir axivî û got: "Ez bawer dikim ku ev festîval bêyî sînordarkirin dê her dem berdewam dike. Ev festîval hêviyê dide me."
Xelata Mensûr Kerîmyan hat dayîn. Xelat ji bo fîlmê bi navê "Kawyar" ji Salem Salavatî re hat dayîn. Hevalekî Kerîmyan ku ji bo dayîna xelatê derket ser dikê, ev tişt got: "Welatê mirov warê wî ye. Şehadeta Mensûr sînorên çêkirî bêwate kirin. Festîvala Amedê bibîranîna wî ew nemir kir. Em wekî gelê Rojhilat spasiya gelê Bakur dikin ku xwedî li Mensûr derketin."
JI BO 2 BELGEFÎLMAN XELAT HATIN DAYÎN
Di dawiyê de xelat ji bo belgefîlman hatin dayîn. Xelata Taybet a Jûriyê ji bo fîlmê bi navê "All The Mountains Give" ji Arash Raksha re hat dayîn.
Xelata Taha Karîmî jî ji bo fîlmê "Xalko" ji Sami Mermer û Hind Benchekroun re hat dayîn.
DI BEŞA FÎLMA METRAJDIRÊJ DE 6 XELAT HATIN DAYÎN
Di fîlmên metrajdirêj de jî 6 xelat hatin dayîn. Xelata Dîmenêsaziya Afirîner ji Stephane Kuthy re ji bo fîlmê wî yê "Cîran" hat dayîn. Xelata Senaryoyê ya Sirri Sureyya Onder jî ji Shawkat Amîn Korkî re ji bo fîlmê wî yê bi navê "Ezmûn" hat dayîn. Xelata Kadraja Çeleng jî ji Alî Kemal Çinar re ji bo fîlmê wî yê bi navê "Beriya Şevê" hat dayîn. Bi vî awayî Çinar xelata xwe ya duyemîn wergirt. Xelata Kezîyên Serhildêr jî ji Binevşa Bêrîvanê re ji bo fîlmê wê yê bi navê "The Virgín and Child" hat dayîn. Xelat ji aliyê Berfîn Emektar ve li ser navê derhêner hat wergirtin, û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" di hêwanê de berz bû. Xelata Taybet a Jûriyê ji Arsalan Amîrî re ji bo fîlmê wî yê bi navê "Zalava" hat dayîn. Xelata Berxwedêr a Yilmaz Guney jî ji Kurdwîn Eyûb re ji bo fîlmê wê yê bi navê "Sonne" hat dayîn.
Piştî xelatdayînê endamên Komîteya Amadekar a Festîvalê hatin vexwendin ser dikê. Bername bi kişandina wêneyên komî bi dawî bû.
