AMED - Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê dê konferansa “Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok” li dar bixe.
Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 29’ê Hezîranê de li Amedê konferansa “Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok” li dar bixe. Konferans, dê li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bê lidarxistin. Di konferansê de li ser mijarên “Bandora şer û pevçûnan a li ser zarokan” û “Di avakirina aştiyê de zarok” bê axaftin. Her wiha dê di konferansê de beşa forumê jî were lidarxistin.
Beriya konferansê dê komîsyon biçe serdana saziyên civaka sivîl ên bajar û banga beşdariya konferansê bike. Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin, bal kişand ser girîngî û hewcedariya bi konferansê û banga tevlibûnê kir.