MÊRDÎN - Li gundê Şexelî yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê şewat bi daristanê ket. Piştî mudaxileyê, şewat hate kontrolkirin.
Li gundê Şexelî yê li herêma Sirgucî ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê, ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Ji ber bayê şewat belav bû. Piştî agahdarkirina welatiyan, komên Gerînendeya Daristanê û agirkujiyê hatin cihê şewatê û mudaxile kirin. Bi mudaxileyê bi motorên avê û hewayî ve şewat hate kontrolkirin. Li herêmê xebatên ji bo sarkirinê didomin. Ji ber şewatê gelek dar şewitîn.