WAN - Hevşaredarê Rêya Armûşê Cevdet Altindag, ji ber pirsgirêka xwe ya tenduristiyê ji wezîfeya xwe îstîfa kir.
Hevşaredarê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Cevdet Altindag, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, ji erka xwe îstîfa kir. Altindag ê ku piştî hilbijartinê bi nexweşiyeke giran ketibû, diyar kir ku dê nikaribe erka xwe bi cih bîne û rewşa xwe ji bo Lijneya Rêveberiya Hêrêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê ragihand. Lijneyê îstîfaya Altindag qebûl kir û bi daxuyaniyekê aşkera kir.
JI DEM PARTIYÊ DAXUYANÎ
DEM Partiyê, têkildarî mijarê ev daxuyanî da: "Partiya me di 31’ê Adarê de di hilbijartinên herêmî de li Rêya Armûşê ji bo pergala hevserokatiyê beşdarî hilbijartinê bûye û hevalên me Cevdet Altindag û Canan Ûzûnay wek hevşaredar hatine hilbijartin. Rexmê texrîbatên li ser Şaredariya Rêya Armûşê jî ev salek e hevşaredar û endamên meclisa me kedeke mezin dan. Hevserokê me Cevdet Altindag, nexweşiyek lê peyda bûye û li gorî nirxandinên bişîşkan dê pêvajoya tedawiye wî demeke dirêj bigre. Em weke lijne di encama biryar û nirxandinan de me îstîfaya hevalê xwe yê biqedr qebûl kir."
DÊ HEVŞAREDARÊ NÛ BÊ HILBIJARTIN
Di daxuyaniyê ev tişt hate destnîşankirin: “Dê pêvajoya hilbijartina hevşaredarên me li gorî Qanûnên Şaredariya bi hejmara 5393'an bê kirin. Ev pêvajo dê ji aliyê lijneya me û komîsyonên partiya me ve bê şopandin. Em weke DEM Partî careke din şîfaya xêrê ji Hevşaredarê Rêya Armûşê Cevdet Altindag re dixwazin."