ENQERE - Fîlozofa Fransayî Catherine Malabou û fîlozofa feminîst a Awûsturyayî Elizabeth Grosz ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê şandin.
Piştgiriya bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê ya di asta navneteweyî de her ku diçe zêdetir dibe. Fîlozofa femînîst a Fransayî Catherine Malabou û teorîsyena femînîst û fîlozofa Awûstralyayî Elizabeth Grosz jî bi peyamên cuda piştgirî dan.
Peyama Catherine Malabou wiha ye: “PKK'ê bi hêviya ku pêşengiyê ji avabûna demokrasiya tevlîkar a rasteqîn re bike ya ku femînîzm, ekolojî û hurmeta li mafên mirovan a li Tirkiyeyê diparêze, biryara xwe fesixkirinê da ku vê yekê bi rêya diyalogê û amûrên siyasî bike. Ev biryara PKK'ê hewldaneke xwedî berpirsyariyê ye ku hêjayî pesindayin û piştgiriyeke mezin e... Aştî teqez hebûneyeke herî hêja ya siyasî ye û qenciyeke li pêş çavan e ku dawî li têkoşîna çekdarî tîne ku bû sedema mirina bi hezaran kesî... Ev hurmeta mezin a ku gelê Kurd li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê di nava êşa rondikên çavan de afirand, ji ber wêrekiya wan e... Hêvîdar im ev yek wê bibe wesîleya şêweyekî jiyanê yê nû yê bi hev re, her wiha rewşeke welê ku îradeya Kurdan êdî sûc neyê dîtin û bê naskirin.”
ELIZABETH GROSZ: EZ BI KELEVAN Û BI HÊVÎ ME
Elizabeth Grosz jî di peyama xwe de wiha got: “Ez bi kelecan û hêvî me, ji ber ku hikumeta Tirkiyeyê li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi gelê Kurd re danûstandinan dike... Ez mafê herkesî Yê ji bo naskirin, bihîstin, veguherîna civakeke aştiyane, pir çandî, demokratîk û cihê hurmetê silav dikim, jê re li çepikan dixim.”