STENBOL – Rojnameger Gulistan Dûrsûn, ji ber ku beşdarî protestoya qetilkirina hempîşeyên xwe Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn bibû ji bo îfadeyê bangî wê kirin.
Rojnameger Gulistan Dûrsûn, bi hinceta ku beşdarî çalakiya şermezarkirinê ya qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ku di 23’ê Tebaxa 2024’an li bajarê Silêmanî ya Herêma Federal a Kurdistanê bi SÎHA'yên Tirkiyeyê hatibû qetilkirin bûye ji bo îfadeyê bangî wê kirin.
Gulîstan Dûrsûn bi hinceta “propaganda rêxistinê” li Şaxa Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfade da, bi beşdariya ji bo daxuyaniya di 24’ê Tebaxê 2024’an li Qada Şîşhanê ya ku ji aliyê rojnamegeran ve hatibû lidarxsitin ve hate sûcdarkirin.
Gulîstan Dûrsûn di heman deme de di daxuyaniyê de bi hilgirtina pankarta “Em pênûsa Gûrbetellî (Ersoz) a nayê tewandin in” ve hate sûcdarkirin.
‘EM SÛCDARKIRINÊ QEBÛL NAKIN'
Gulistan Dûrsûn, di ifadeye xwe de diyar kir ku ji ber ku rojnameger e haya wê ji çalakiyê çêbûye û wiha got: “Gûrbetellî Ersoz, li Tirkiyiyê wek jin yekemîn Gerînendeya Giştî ya Weşanê bû. Du rojnameger hatin qetilkirin û ji aliyê rêxistinên çapemeniyê ve banga çalakiyê hate kirin. Ez jî hem wek rojnameger û hem jî ji bo protestokirinê beşdar bûm.” Gulistan Dûrsûnê sûcdarkirin red kir û got: “Armanca min a propagandayê tune bû. Wek jineke rojnameger ez beşdarê vê daxuyaniyê bûm. Ev ne sûc e."