MÊRSÎN - Cîgirê Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat Mehmet Îhsan Taş, diyar kir ku ew ji Abdullah Ocalan bawerin û ji bo tevkariya pêvajoyê amade ne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştre jî PKK’ê ragihand ku wan xebatên xwe bi dawî kirine. Gelek derdorên cuda piştgirî dan bang û biryarê ku weke “destpêka serdemeke nû” tê dîtin.
Serokê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Bajar û Navçeyên Êlihê ya Mêrsînê Mehmet Îhsan Taş diyar kir ku divê pêvajo civakî bibe. Taş, ku di heman demê de Cîgirê Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilatê (DGD) û Berdevkê Partiyên Siyasî ye, got ku divê hemû rêxistinên civaka sivîl jî piştgiriyê bidin pêvajoyê.
'HEWCEYE MAF BÊN MISOGERKIRIN’
Taş, banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji bo avakirina komîsyonê li Meclisê bi bîr xist û got: “Weke rêxistinên civaka sivîl em amade ne tişta dikeve ser milê xwe bicih bînin. Bi avakirina komîsyonê re divê yhekser girtiyên siyasî bên berdan. Divê mercên birêz Ocalan bên guherandin an jî were berdan. Nabe ku qasidê aştiyê di nava çar dîwaran de be. Divê pêvajo bi gel re bê domandin. Di serî de zimanê dayikê, divê hemû mafên gelê Kurd di destûra bingehîn de bên misogerkirin. Divê komîsyon karên xwe pêbawer bimeşîne.”
'EM JI OCALAN BAWERIN’
Taş, destnîşan kir ku di şerê zêdetirî 40 salan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û got: “Birêz Ocalan her tim qala xwişk-biratiya Kurd û Tirkan dike. Em hem ji birêz Ocalan hem jî kesên vê meseleyê birêve dibin bawerin. Hêvîdarim bi aştiyê tacîdar bibe. Divê em Sirri Sureyya Onder jî ji bîr nekin. Em bejna xwe li ber têkoşîna wî ditewînin. Divê Kurd û Tirk vê meseleyê bi aştiyê tacîdar bikin. Her du aliyan jî gelek êş kişandin.”
'DIVÊ RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL PIŞTGIRIYÊ BIDIN’
Taş, got ku piştgirîdayina pêvajoyê berpirsyartiyeke dîrokî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Malbatên ku bedel dayin hene. Bila ji rêbertiya xwe bawer bin. Bila li gel vê kevoka aştiyê bin. Meseleya aştiyê ne meseleyeke hêsan e. Şer her tim hêsan e lê aştî ne hêsan e. Ya herî zehmet, aştî ye. Tevkarî, peywira we jî ye. Hûn xwediyên vê meseleyê ne. Divê hûn piştgiriyê bidin. Weke rêxistinên civaka sivîl çi ji destê me were em ê bikkin. Bedela wê çi jî be em amade ne. Em bang li hemû rêxistinên civaka sivîl dikin ku xwedî li vê meseleyê derkevin.”
MA / Abdulkadîr Ayten