MÊRDÎN - Di lêpirsîna der heqê polîsê heqaretên zayendperest li rojnameger Oznûr Degerê kiribû de biryara “neşopandinê” hate dayin.
Dema Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê rojnameger Oznûr Degerê di 19’ê Kanûna 2024’an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê meşa jinan dişopand, rastî heqaretên zayendperest ên polîsan hatibû. Oznûr Degerê jî di 23'yê Kanûnê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dabû û giliyê polîsên heqaret kiribû û kesên li ser medyaya dijîtal heqaret kiribûn, kir.
Serdozgeriya Komarê ya Midyadê jî bi îdiaya “ji bo doza cemaweriyê were vekirin gumanên heyî têr nakin” biryara neşopandinê da. Di çarçoveya lêpirsînê de qeydên vîdeoyê yên têkildarî bûyerê û li ser hesabên platforma medyaya dîjîtal a X’ê yên "@dgroznur" û "@PerspectifNews" hatine parvekirin, hatin lêkolînkirin. Di rapora lêkolîna CD’yê de hat îdiakirin ku heqaretên zayendperest ên ji aliyê polîsan ve tên kirin, di dîmenan de nînin.
Di biryarê de hate îdiakirin ku tiştên Oznûr Degerê di serlêdana xwe de destnîşan kiriye bi delîlên şênber nayên tespîtkirin, di dîmenên vîdyoyê de tu têkilî û îfadeya ku giliyê tesdîq dike nayê dîtin û têra şik û gumana ku ji bo doza cemaweriyê were vekrin, tune ye.