STENBOL - Di çalakiya Dayikên Şemiyê de Tuncer Bakirhan axivî û diyar kir ku rûbirûbûn yek ji esasên aştiya civakî ye. Pervîn Bûldan diyar kir ku eger winda neyên dîtin wê aştî nîvco bimîne.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan di çalakiya Dayikên Şemiyê de bersiv dan pirsên rojnamevanan. Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bal kişand ku ji bo aştiyeke civakî pêk were divê daxwazên malbatên windayan bên bicihanîn û wiha got: "Ev mijar birîna xwînê ya welêt e. Daxwazên malbatên windayan jî daxwazên me ne. Bi salan em her tim di nava hevgirtinê de bûn û bi hev re têkoşiyan. Heta ku di vê mijarê de rûbirûbûneke rasteqîn rû nede û rastî derkevin holê, em ê li kêleka Dayikên/Mirovên Şemiyê têkoşînê bidomînin."
BANGA RÛBIRÛBÛNÊ
Bakirhan da xuyakirin ku yek ji hêmanên jêneveger ên aştiya civakî daxwazên Dayikên Şemiyê ne û wiha got: "Eger wê aştiyek civakî pêk were, divê Tirkiye bi vê re rûbirû bimîne. Divê ew odeyên arşîvên tarî vekin û rastiyan bi raya giştî re parve bikin. Divê ne zêde be ku mirov li zarokên xwe bigerin, kevirekî gorê bixwazin, navê xwe li ser nivîsandî bin an jî duabikin. Banga Civaka Demokratîk jî referansa vê yekê ye. Ji bo wê yekê ye ku êdî windahî û kuştinên kiryar nediyar pêk neyên û careke din bûyerên bi heman rengî li ser van xakan pêk neyên Eger em bi karibin bi awayekî serketî xwe bigihînin vê pêvajoyê, em di wê baweriyê de ne ku em dikarin daxwazên mafdar ên dayikên xwe jî bi cih bînin. Ne tenê li Meclîsê, li kolan û her qadê bi hemû hevalên xwe re em ê ji bo rastiyan eşkere bikin û rûbirû bibin, têbikoşin."
'AN WÊ AŞTÎ NÎVCO BIMÎNE'
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder û hemû windayan bi bîr anî. Pervîn Bûldan da zanîn ku ew bi salane li vê meydanê têkoşîna edaletê dimeşîne û wiha got: "Têkoşîna bi salan e ji bo winda neyên dîtin, kuştinên bêdaraz neyên kirin û fail bên darizandin tê meşandin. Mixabin, yên ku vî welatî bi rê ve dibin, berê xwe nedane van daxwazan; dengê malbatên windayan nebihîstine. Lê belê niha em behsa serdemeke nû, pêvajoyeke nû, pêvajoyeke aştiyê dikin. Eger bi rastî jî aştiyeke bi rûmet pêk were girêdayî dîtina van windayan û darizandina kiryaran e. Naxwe wê aştî nîvco bimîne. Em hemû dixwazin di dilê xwe de bi temamî tecrube bikin û aştiyê hîs bikin. Her malbateke windayan daxwazek wan heye. Kevirekî gorê dixwazin. Daxwazeke din nîne. Divê ev zêde neyê hesibandin; ji bo ku aştî pêk were divê zûtirîn dem ev daxwaz werin bicihanîn.''