MÊRSÎN - Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan di 53’yemîn salvegera darvekirina xwe de li Mêrsînê hatin bibîranîn.
Ji pêşengên şoreşger ên Nifşê 68’an Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan di 6’ê Gulana 1972’yan de hatin darvekirin û bi ser darvekirina wan re 53 sal derbas bûn. Komeleya 68’iyan a Mêrsînê ji bo bîranîna her sê pêşengên şoreşger bi bîr anî. Merasîma bîranînê li Daristana 68’iyan a Mêrsînê ku bîrdariya her sê şoreşgeran lê ye hate lidarxistin. Siyastemdarên DEM Partiyî û gelek kes tev li bîranînê bûn.
Beriya bîranînê, li têketina daristanê stand hate danîn. Polîsan, bi hinceta “biryara komkirinê” dest danîn ser hejmara 49’an a Kovara Demokratîk Modernîteyê desteser kirin.
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Komeleya 68’iyan a Mêrsînê Hasan Kapikiran di bîranînê de axivî û got ku mercên siyasî yên îro dişibin yên serdema 68’an. Kapikiran, got: “Rejîma yekzilamî, yekpartîtiyê mîna salên 68’an. Fêmkirin û bibîranîna 68’ê û Denîzan, têkoşîna hevpar a hemû kesên demokrasîxwaz, wekhevîxwaz û azadîxwazan pêwîst dike.”
Di bîranînê de peyama Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî hate xwendin. Mahmût Karabulut peyama Demîrtaş xwend. Demîrtaş, di peyama xwe de got ku gelên li ber xwe didin tu caran nasekinin.
Çalakiya bîranînê bi guhdarîkirina stranan bi dawî bû.