NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DBP û DEM Partiyê hevdîtinên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Şandeyê, bi Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re hevdîtin kir.
Şandeya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ji Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Saliha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz, Mehmet Kamaç û Serhat Eren pêk dihat, ji bo beşdarî “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” bibe, duh derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Endamên şandeyê îro li bajarê Qamişloyê çû serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Şande ji aliyê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û endamên daîreyê Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Keskîn Bayindir diyar kir ku ew bi serdana herêmê re keyfxweş in û got: “Em silavên gelê xwe ji we re dişînin.” Bayindir, bal kişand ser girîngiya konferansê û da zanîn ku konferans dê bûyereke dîrokî be û ew ê kêfxweş bibin ku beşdar bibin. Her wiha hêvî kir ku konferans bibe bingeha yekitiya neteweyî ya Kurdistanê. Bayindir destnîşan kir ku şandeya wan geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin.
Bayindir, anî ziman ku eleqeyeke mezin a gelê Kurd ji bo geşedanên li Rojava heye û bi Rêveberiya Xweser bawer e. Bayindir, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku bandora vê bangê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin e.
Îlham Ehmed jî bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û got Rêveberiya Xweser ji bo xizmeta gel amade ye her tiştî pêşkêş bike.