RIHA - Jinên Elewî yên li Sûriyeyê di bin gefa komkujiyê de dijîn, diyar kirin ku ew têkoşîna jiyanê didin û gotin: “Rêveberiya Xweser dikare ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê bibe rêya xelasî û hêviyê.”
Welatiyên Elewî yên li Sûriyeyê dijîn ji 8’ê Kanûna 2024’an roja HTŞ’ê rêveberiya welat bi dest xistî heta niha bûne hedefa komên paramîlîter. Ji roja ewil heta niha gund û bajarên Elewiyan rastî êrişan tên û di navbera 6-10’ê Adarê de komkujiyên mezin hatin kirin. Weqfa Heysem Menna a navenda wê Cinêvê û 13 rêxistinên civaka sivîl ên Sûriyeyê çendek roj berê rapora xwe weşandin û ragihandin ku di navbera 7-9’ê Adarê de 25 komkujî hatine kirin û di van komkujiyan de 2 hezar û 246 sivîl hatine qetilkirin. Rêxistinên civaka sivîl, banga hestiyariyê li Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariyê ya NY’ê kirin.
Di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî Ahmet Eş Şera de peymaneke ji 8 xalan pêk tê hate mohrkirin. Komkujiyên li dijî Elewiyan piştî vê peymanê heta astekî sekinîn lê dîsa jî li ser Elewiyên li deverên qeraxê behrê dijîn gefeke mezin heye.
Jinên Elewî yên li bajarên rex behrê dijîn, tiştên jiyayîn ji ajansa me re vegotin.
KOMKUJÎ, DESTDIRÊJÎ Û TALAN
Jineke li Laziqiyeyê dijî û ji ber ewlehiya canê xwe nexwest navê xwe bide, wiha got: “Êrişî her derê kirin, destdirêjî kirin, talan kirin. Bi cenazeyan lîstin. Me hewl da zarokên xwe biparêzin. Lê wan bi rehetiyeke pir mezin zarokên me qetil kirin. Darên me birîn, xak û malên me talan kirin. Rejîma heyî, pergala xwe ya ol û baweriyê ferz dike. Lewma pergala rêveberiya xweser ji bo gelên Sûriyeyê guncavtir e. Jin dixwazin pergaleke ku hemû gel û bawerî bi hev re tê de dijîn were avakirin. Pergala dîktatorî ya ku dixwazin ava bikin, dê ji bilî komkujiyan tu tiştekî bi xwe re neyîne.”
‘MUTEBEQET BO ME BÛ HÊVÎ’
Heman jinê anî ziman ku mutebeqeta 10’ê Adarê kir ku komkujiyên tên kirin kêm bibin û wiha pê de çû: “Di demeke ewqas komkujî dihatin kirin de îmzekirina vê mutebeqetê ji ewil rê li ber fikaran vekir lê piştre dema min xalên wê dîtî, hêviya min çêbû. Hêviya me tevan çêbû. Wek şexs min dît ku xwe di bin sîwana rêveberiya xweser de biewle hîs dikim. Her ku min pergala rêveberiya xweser nas kir, bêhtir bi xweşiya min çû. Reçeteya rêveberiya xweser, ji bo hemû gelên Sûriyeyê rêya xelasiyê ye, cihê hêviyê ye. Hêvîdarim pergala rêveberiya xweser li hemû bajarên qeraxê jî bikeve meriyetê. Weke jineke ji aştiyê bawer dike, li gorî min pêdivî bi avakirina pergaleke hemû jin, zarok û gelan di nav xwe de dihewîne û ewlehiya ol û baweriyên cuda misoger dike were avakirin. Her wiha divê destûreke bingehîn a ku hemû mafên mirovan, jinan û zarokan diparêze û mafên bawerî û gelên cuda misoger dike bê amadekirin. Heta ku ev neyê kirin, xetereya komkujiyan bi dawî nabe.”
'LI DERIYÊN ME XISTIN Û GEF LI ME XWARIN’
Jineke din a Elewî ku di komkujiyê de zirar gihiştiyê jî wiha got: “Di roja komkujiyê de hinek koman li deriyê me xistin û gef li me xwarin. Me derî venekir. Xelk, ji tiştên li kolanan diqewimîn ditirsiyan. Me nedizanî ka ev kes kî ne lê li kolanan tank û çekên giran hebûn. Dengê tekbîran dihat û rûyê hinek koman girtî bûn. Di tevahiya rojê de em di vê rewşê de man. Me nedizanî ka kî ne lê hinek îşaret hebûn. Li deriyê me xistin. Ez û hevjînê min ê teqawid li malê bûn. Me nedizanî çi dixwazin. Piştre koma duyemîn hat. Ji me re gotin; ‘Têkevin malê nexwe dê we tevan bikujin.’ Ez çûm malê. Min digot roja min a dawî ye.”
‘CENAZE DIAVÊTIN DEVERÊN DARISTANÊ’
Heman jinê destnîşan kir ku rojek piştre cîranekê wan derketiye ser banê malê û wiha pê de çû: “Endamên koma komkujî kirî bi vê sedemê gotin; ‘Ew Elewî ye, bikujin.’ Yekser gule li derdorê reşandin. Wê rojê gelek ciwan û malbatên wan ên li taxê hatin qetilkirin. Cenazeyên wan jî avêtin qada daristanê. Roja din dema li derî xistin me derî venekir lewma ji banê malê ketin hundir. Pir li hevjînê min xistin û hestiyên wî şikandin. Pere û zêrên me dizîn, mala me û tevahiya belgeyan talan kirin. Min ji wan re got ku zarokên min xwendekarên zanîngehê ne û girêdayî tu kesî nînin. Min jê re got ku li malê çek tune ne û tu eleqeya me bi rejîma Esad re nîne. Li Laptopê nihêrtin. Me rojên gelek zehmet jiyan, li kolanan cenaze hebûn. Em di nava tirseke mezin de bûn.”
DI NAVA TIRSÊ DE DIJÎN
Jineke din a bûye şahida komkujiyê jî anî ziman ku komên paramîlîter ên hatine taxên Elewî û Xiristiyanan ji wan re gotine “Hûn kafir in” û wiha qala wan rojan kir: “Digotin ku divê Elewiyên li rex behrê dijîn û Xiristiyan divê bên tunekirin. Digotin ku divê Elewî û Xiristiyan neçin cihên pîroz. Gotinên nefretê dikirin. Lewma xelk ditirsiya û di nava fikarê de bû. Rojekê li bajarekê li rex behrê pîrozbahî dihat kirin. Ji nişka ve şêxek derket ser dikê û xwest Elewî bên kuştin. Gundekî li bakurê qeraxê behrê got ku dê li dijî komên çekdar operasyonê li dar bixe û ferman da ku her kes li malên xwe bimîne. Di sersibeha 7’ê Adarê di roja înê de komkujî kirin. Şewitandin, dizîn. Piştre jî ev komkujî ber bi bajarên Baniyas û Cebleyê ve berfireh bûn. Ev gund û bajar bi hovane hedef hatin girtin. Êdî Elewî ji qirkirinê ditirsin. Elewî dixwazin hêzeke sêyemîn wan biparêzin.”
MA / Ceylan Şahînlî