STENBOL - Neşe Ozgen qala damezirandina Komeleya Aştî û Azadiyê ya Ewropayê kir û anî ziman ku ew hewl didin siyaseteke nû ya dîasporayê ava bikin.
Gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnameger û zanyarên siyasetê yên ji Tirkiye û li derveyî Tirkiyeyê sirgunê Ewropayê hatine kirin, têkildarî avakirina jiyaneke demokratîk hatin gel hev û ji bo xebatên li dîasporayê ava bikin Komeleya Aştî û Azadiyê ya Ewropayê ava kirin. Her çend hêjta komeleyê bi awayekî fermî damezirandina xwe ranegihandibe jî, 350 kesên ji komên cur bi cur ên di qadên cuda de dixebitin û yên şexsî tevdigerin di komeleyê de cih digirin. Di heman demê de nûnerên zêdetirî 80’ê sazî, avadanî, weqf, komele û înîsiyatîfên komên etnîkî û baweriyan jî di komeleyê de cih digirin.
Akademîsyen Neşe Ozgen ku endama komeleyê ye, têkildarî armanca avakirina komeleyê, hedef û girîngiya wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Neşe Ozgen, anî ziman ku beriya niha bi navê “Foruma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê” hatine gel hev, di mijara aştî û demokratîkbûnê de li Ewropayê xebat meşandine, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de di gelek mijaran de konferans û çalakî li dar xistine. Neşe Ozgen, got ku ev avadanî veguherandine komeleyê û got: “Di encama rêbazên vekirina rêya aştî û demokrasiyê yên li Ewropayê de em hatin gel hev.”
ARMANCA KOMELEYÊ
Neşe Ozgen, da zanîn ku armanca herî girîng a komeleyê ew e ku siyaseteke dîasporayê ya nû diyar bikin û got: “Beriya her tiştî em dixwazin siyaseta dîasporayê ya di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê û Şerê Duyemîn ê Cîhanê de hatiye avakirin, biguherînin. Ji ber ku bi demê re me fêm kir ku tiştên em jê re dibêjin aştî û demokrasî ne tenê ji bo welatekî ne. Divê hemû welat bi hev re tevbigerin. Dema em li binpêkirinên li Amerîkayê û Ewropayê dinihêrin, dibînin ku ne tenê pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Berevajî vê, em dibînin ku êdî sepanên dijdemokratîk li ber deriyê Ewropa, Amerîka û Kanadayê jî ne. Lewma em dixwazin siyaseta warê xwe berfireh bikin û pêş bixin.”
XEBATÊN AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Di berdewamê de Neşe Ozgen got ku ew ê di çarçoveya demokratîkkirina Tirkiyeyê de jî xebatan bimeşînin û wiha pê de çû: “Yek ji hedefa me ew e ku di çarçoveya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ de xebatan bimeşînin. Em jî dê li welatê lê dimînin civînan li dar bixin, bangawaziyan bikin û dixwazin komên demokratîk bixin nava tevgerê. Zêdetirî du sal in ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan bang tên kirin û em jî bêdeng neman. Di serî de gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê ji ber zexta dewleta Tirk a roj bi roj zêde dibe di bin xetereyeke tirsnak de ne. Li dijî vê xetereyê em hişyariyên pêwîst dikin, li dijî vê xwe birêxistin dikin û civînan li dar dixin.”
DÊ SAZIYÊN DEMOKRATÎK BIXIN NAVA TEVGERÊ
Bi domdarî Neşe Ozgen bi lêv kir ku ji bo saziyên demokratîk ên li Ewropayê li dijî sepanên dijdemokratîk ên li Tirkiyeyê bixin nava tevgerê, dê konferans û civînên cur bi cur li dar bixin û wiha got: “Plana me ew e ku li nêrînên wan guhdarî bikin, raporan amade bikin û kesên derveyî welat her tim agahdar bikin. Beriya niha dema me di çarçoveya Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê de xebat dimeşandin, gelek komên cuda yên di navbera wan de nakokî hebûn û şerên xwe yên berê ji bîr nekirin û dîsa dixwestin zindî bikin hebûn. Lê belê di xebatên me yên niha de me fêm kir ku em dikarin bicivin, hemû mijarên berê ku nedihiştin em bên gel hev mijarên talî ne û mijara esasî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Lewma her kesî biryar da ku destê xwe deyne bin kevir û niha rewşa me baş diçe.”
AŞTIYEKE ÇAWA?
Neşe Ozgen, da zanîn ku komeleya wan girêdayî tu partiyên siyasî yan jî avadaniyan nîne û bi temamî bêalî ye. Neşe Ozgen, wiha domand: “Em hewl didin derdorên cuda bînin gel hev. Gelo em qala Tirkiyeyîbûneke çawa dikn, demokrasî çi ye, gelo em ê çawa bikarin saziyan bixin nava tevgerê, em van mijaran nîqaş dikin. Em ji hev hêzê digirin û hev du aciz nakin. Meseleya me ya esasî, avakirina diyalogê û naskirina hev e. Bi taybet jî em li ser mijara aştiyê disekinin. Ji ber ku naveroka têgeha aştiyê hatiye valakirin. Dê aştî bi kê re be û aştiyeke çawa be, ev mijar girîng in.”
‘TIŞTÊN HER KES DÊ JI GELÊ KURD HÎN BIBIN HENE’
Di berdewamê de Neşe Ozgen daxuyand ku dema xebatên aştî û demokrasiyê dimeşînin, divê êşên gelê Kurd ên salên dirêj e dikişînin, daxwazên wan baş bi koman bidin fêmkirin û ev nirxandin kir: “Tiştên her kes ji me dê ji gelê Kurd hîn bibin hene. Bêguman Kurd profîleke ku zêdetir avadaniya xwe esas digire dişopînin ku mafdar in. Di vê mijarê de neheq nînin lê divê gelê Kurd hinek din jî sebir bike. Pêvajoyên avakirinê dirêj diajon û wisa hêsan nîne destkeftiyan ji dewleta tirk qezenc bikin. Em dikarin bibêjin xebata me jî parçeyeke banga Abdullah Ocalan e.”
HEDEFA SIYASETA ENTERNASYONALÎST
Neşe Ozgen, got ku ew dixwazin li dîasporayê siyaseteke nû ya enternasyonalîst bimeşînin û ev tişt anî ziman: “Tişta ku em jê re dibêjin siyaset, dibêjin qey girêdayî cihekî ye û heke cihek nebe nikare were kirin. Lê siyaseta enternasyonalîst bêyî girêdayî cihekî be tê kirin. Di esasê xwe de siyaseta enternasyonalîzm û enternasyonalê siyaseta cihên hatine gel hev e. Şêweyê siyasetê yê kesên bêwar, tiştekî me keşif kirî ye. Tevgera Kurd jî ne tenê li ser sînorê dewletekê ye, li derveyî erdnîgariyan û herêman e û nîşanî her kesî da ka siyaseta vê çawa tê kirin. Em niha ji wê hin tiştan hîn dibin.”
SIYASETA EDALETA JINÊ
Neşe Ozgen, anî ziman ku siyaseta enternasyonalîst di heman demê de siyaset û edaleta jinê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Şêweyê siyasetê ya dikare di navbera herêman de biçe û were, ya ku tîne cem hev û enternasyonalîst, di heman demê de edalet û siyaseta jinê ye. Lê li hêla din şêweyê siyaseta demokratîk a herî berfireh e.”
MA / Esra Solîn Dal