STENBOL - Di danişîna doza rojnameger Necla Demîr Arvasê de 2 sal û mehek cezayê hefsê û biryara tehliyeyê hate dayin.
Danişîna ewil a doza rojnameger Necla Demîr Arvas ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Necla Demîr Arvas a ji 20’ê Çileyê ve girtî û parêzerên wê di danişînê de amade bûn. Her wiha nûnerên MKG, DFG, DÎSK Basin-Îş û MLSA’yê jî danişîn şopandin.
Necla Demîr Arvas di parastina xwe de got ku ji ber xebatên rojnamegeriyê tê darizandin û ya ku tê darizandin pîşeya rojnamegeriyê ye. Necla Demîr Arvas, diyar kir ku ew bernameya “Polîtîk Kadin”ê çêdike û pirsgirêk û rojevên jinan dinirxînin. Necla Demîr Arvas got ku axaftinên wê yên bi çavkaniyan re sûc nînin, di îdianameyê de tu delîlên şênber nînin. Di îdianameyê ji bo cihên peyva “Kurdistanê” derbas dibe îdiaya “Xwedî li bîrdoziya rêxistinê derketiye” hatiye krin. Necla Demîr Arvas, got ku îro li her derê peyva Kurdistanê weke têgeheke cografîk tê bikaranîn û got: “Em vê yekê qebûl nakin. Gotine ‘Komara Tirkiyeyê û saziyên dewletê hatine biçûkxistin” lê nayê gotin ka min çawa ev kiriye. Binpêkirinên li girtîgehan û tecrîd weke sûc hatine nîşandan lê îro li her derê qala van tê kirin. Weke encam ez van sûcdariyan qebûl nakim û li dijî krîmînalîzekirina rojnamegeriya xwe me. Dixwaza beraeta xwe dikim.”
'DI ESASÊ XWE DE ROJNAMEGERÎ TÊ SÛCDARKIRIN’
Parêzer Şukru Alpsoy jî got ku vexwendina mêvanên bernameyê sûc nîne û got ku ji bo îdiayên hatine kirin tu delîlên şênber nehatine nîşanda. Alpsoy, diyar kir ku di esasê xwe de xebatên rojnamegeriyê tên darizandin û daxwaza beraetê kir.
Dozgeriyê jî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest ku Necla Demîr Arvas bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” were cezakirin û rewşa wê ya girtî bidome.
BIRYARA CEZA Û TEHLIYEYÊ
Dadgehê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 2 sal û mehek ceza û biryara tehliyeyê da.