NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Partiya Muhafazekar a di Parlamentoya Gallerê de Darren Millar piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: “Pergalên ku bêhtir piranîparêz û mafên kêmaniyan esas digirin, aştî û çareseriyê pêkan dikin.”
Piştgiriya bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin, her ku diçe zêdetir dibin. Ji Parlamentoya Gallerê Serokê Partiya Muhafezekaran Darren Millar têkildarî bangê ji ANF’ê re axivî.
Darren Millar, anî ziman ku Kurdistan ji aliyê cografî û çandî ve ji hin aliyan ve dişibe Gallerê û got: “Kulîlka Nêrgizê hem kulîlka neteweyî ya Gallerê ye hem jî li Kurdistanê xwedî cihekî girîng e. Hêvîdarim paşerojê em ê li Kurdistaneke azad bigihêjin hev." Millar, destnîşan kir ku weke Partiya Muhafazakar ew mafê “diyarkirina çarenûsa xwe ya kes û civakan” dipejirînin û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin daxwaza self-determinasyonê ya gelê Kurd.
‘EM PÊNGAVA AŞTIYÊ YA ABDULLAH OCALAN ERÊNÎ DIBÎNIN’
Millar, anî ziman ku ew girîngiyê didin banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku PKK ji aliyê gelek dewletan ve weke ‘rêxistina terorê’ tê naskirin, ev yek muxatabiya fermî ya aliyan zehmet dike. Lê belê pêngava Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku dikare rêya aştiyê veke. Aştî ji bo Kurdan jî ji bo Tirkiyeyê jî li derveyî têkoşîna çekdarî dikare bibe alternatîfeke bi wate. Em piştgiriyê didin vê bangê.”
‘MODELA IRA'YÊ DIKARE BIBE MÎNAK’
Millar Peyman Good Friday (În a bi Xêr) bi bîr xist ku di navbera Qraliyeta Yekbûyî û Îrlandayê de hate mohrkirin û got: “Lihevkirina ku di encama pêvajoya aştiyê ya bi Sinn Fein û IRA'yê de hate mohrkirin, ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera aliyên cuda bi kêr hat. Modeleke bi heman rengî li Rojhilata Navîn bi taybetî jî di şerê navbera Tirkiye û Kurdan de dikare rêya lihevkirinê ya erênî nîşan bide. Bi dîtina min, feraseta netewe-dewletê li rastiya pir olî û pir etnîsîteyî ya Rojhilata Navîn nayê. Sîstemên pir alî yên ku mafên hindikahiyan li ber çavan digirin, dikare aştî û çareseriyê mayinde bike.”